Çalakiya Nobeda Edaletê li Amedê didome: Berxwedana wan dê bibe ronahî 2022-12-08 11:13:55   AMED - Malbatên girtiyan çalakiya “Nobeda Edaletê” ku îro li ber Edliyeya Amedê pêk anîn, ev tişt gotin: “Berxwedana wan dê bibe ronahî.” Di çalakiyê de her wiha ji bo meşa Amed û Wanê jî bangawazî hat kirin.   Çalakiya “Nobeda Edaletê” ya malbatên girtiyan ên Amedê ku bi mebesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin hatibû destpêkirin, li ber Edliyeya Amedê berdewam kir. Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER),Komeleya 78'an, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyad Ceylan, Endamên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê jî ji bo piştevaniya malbatan tev li çalakiyê bûn.   ‘Bila xwedî li sozên xwe derbikevin’   Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş Hamdûsena Ada, Reşahat Ada axivî. Reşahat, bi lêv kir ku saleke çalakiya wan qediyaye û ketine sala duyemîn. Reşahat, destnîşan kir ku ew li ber edliyeyê daxwaza berdana zarokên xwe dikin û wiha got: “Bila înfazên girtiyan neşewitînin. Bila li gor heq, hiqûq û edaletê tev bigere. Bila nexweşên girtî tedawî bikin. Bi destên kelepçekirî zarokên me nebin nexweşxaneyê. Zarokên me dema destên wan kelepçekirî be dê bijîşk çawa tedawiya wan bike? Daxwaza me ew e ku zext û zordarî li ser girtîgehan neyê meşandin. Em vê zilmê û zextê tu carî qebûl nakin. Me raporên nexweşên giran ên girtiyan bir Enqereyê. Bila xwedî li zarokên me derbikevin. Bila xwedî li sozên xwe derbikevin. Dema ku mirov soz dide, divê mirov wê sozê bi cih bîne.”   ‘Berxwedana wan dê bibe ronahî’   Reşahat, bang li hemû partiyên siyasî û gelan kir ku piştgiriyê bidin çalakiya wan û wiha axivî: “Ger ku edalet tune be li vî welatî jiyan jî tune ye. Edalet tunebe, heq û hiqûq jî li vî welatî dê tunebe. Em wekhevî, aştî û azadiyê dixwazin. Em dayikên Nobeda Edaletê ne. Em şer naxwazin. Bila tu dayik negirîn. Bes e êdî. Serokkomar êdî bes e, destên xwe ji xwîna kurdan vekişîne. Ev zilm û şer dê heta ku derê here? Ew ê qehraman, xwişk û birayên me li berxwe bidin. Berxwedana wan dê bibe ronahî.”   ‘Îktîdarê çav û guhên xwe girtine’   Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran jî anî ziman ku ji destpêkê heta îro êşên herî giran û mezin dayikan kişandine û têkoşîna dayikan ku saleke didome silav kir û wiha domand: “Dayikên Kurd, dayikên ku vê êşa giran herî zêde di xwe de hîs kirine, li ber deriyê heps û zindanan emrê xwe derbas kirine. Dayik serê salekê ne ku di nobetê de ne. Ne gotin germ, ne gotin, sar, ne gotin şev, ne gotin roj her tim di Nobeda Edaletê de bûn. Wextê ku li ser erdnîgariyekê edalet nema, wate ji tu tiştekî re namîne. Daxwaza wan daxwazek mirovî û wîcdanî bû. Ew girtiyên giran ku di girtîgehan de dîl hatine girtin, divê bi awayekî bên tedawîkirin an jî werin tehliyekirin. Saziya çavdêrî ya îdareyê ku bûne wek notera AKP û MHP’ê, bi biryarên siyasî înfazên girtiyên dîlgirtî dişewitînin. Divê gavê berê gavekê werin tehliyekirin. Lê belê ger ku rayedaran guh bidana daxwazên dayikan û xwestekên wan bi cih bianîna dê bihatana berdan. Lê wan çav û guhên xwe girtine. Hemû partiyên me yên siyasî, sazî û dezgehên me piştgirî dan van dayikan. Em ê ji vê şûnde jî çi ji destên me bên  bikin.”   Banga ji bo meşê   Zekî, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser meşên ku di 11’ê Kanûnê li Amedê û 12’ê Kanûnê li Wanê bê lidarxistin. Zekî, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wê rojê peywira me çi dibe bila bibe, kesên ku dibêjin ez mirov im, ez mafê mirovan diparêzim bila tevlî meşa Amed û Wanê bibin. Ji qêrînên dayikan re bibin berpirsiyar. Ji bo ku ev zilm û zordarî li zindanan bi dawî bibe. Şer êdî sînor derbas kiriye. Li ku derê cîhanê dibe bila bibe wexta ku mijar bû kurd em dibînin ku êrîşên bêehlaqî desthilatdar ji xwe re wek mafekî dibîne. Çawa ku berê hevalên me li hember vê zilmê serî netewandine, bedela azadiya xwe dane û me soz daye ku em ê ala di destê wan de tu carî danexînin erdê. Ji ber vê jî em vê çalakiya dayikan pîroz dikin. Ev çalakî ji bo hemû girtiyan vê têkoşînê didin. Ev zilm dê bi dawî be û gelê mazlûm bi ser keve.”   Çalakî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.