Ji bo meşa li Amedê banga tevlîbûnê hat kirin 2022-12-08 09:05:05     AMED - Li dijî tecrîdê dê di 11'ê kanûnê de li Amedê meşek bê lidarxistin. Aktîvîsta TJA’yê û parêzer Pîrozxan Karalî diyar kir ku divê saziyên navneteweyî li Îmraliyê hevdîtinan bike û Rêvebera TUAY-Der’ê Muşeher Ulker jî destnîşan kir ku şêniyên Amedê dê li dijî tecrîdê tevlî meşê bibin.    Ev 20 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Di heman demê de CPT’î di 20-29’ê îlonê de serdana Girtîgeha Îmraliyê kiribû û têkildarî serlêdanê de tu daxuyaniyê nedabû. Lê belê parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê çend roj beriya niha diyar kir ku Abdullah Ocalan hevdîtina bi CPT’î re red kiriye.     Li ser vê yekê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Dayikên Aştiyê di 1’ê kanûnê de civîneke asayî li dar xist. Saziyan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku dê di 11’ê kanûnê de li Amedê û 12’yê kanûnê de jî li Wanê meşekî girseyî li dar bixin.    Aktîvîsta TJA’yê û parêzer Pîrozxan Karalî û rêvebira TUAY-Der’ê Muşeher Ulker banga tevlîbûnê li gel kir.    ‘Divê her kes dengê xwe bilind bike’   Pîrozxan Karalî, destnîşan kir ku polîtîkayên tecrîdê ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû beşên civakî yên Tirkiyeyê tê meşandin sûc e û got: “Ne tenê li hemberî Rêberê PKK’ê, li hemberî her kesî divê tecrîd neyê kirin. Ji ber ku hemû kes li ber qanûnê wekhev in. Tirkiyeyê peymana AÎHM’ê qebûl kiriye. Ji ber ku Peymana AÎHM’ê qebûl kiriye, ew jî qebûl dike ku divê belge derkevin pêşberî dadgehê û bên darizandin. Ji ber vê peymanê serî li dadgehê tê xistin. Saziyên navneteweyî jî ji bo ku vê binpêkirinê di cih de tespît bike divê bên girtîgeha Îmraliyê û hevdîtinan bike. Hatina CPT di vê çarçoveyê de gelek girîng e. Lê ji bo ku hiqûqa navxweyî di hiqûqa navnetweyî de bê pêkanîn, kesên ji hiqûqa navneteweyî hatin vê mafê bikar neanîn jî bêhiqûqiyek derxist holê. Divê li dijî bêhiqûqiyê her kes nerazîbûna xwe nîşan bide û dengê xwe bilind bike.”   ‘Li dijî tecrîdê 11'ê kanûnê meş...'    Muşeher Ulker jî bi lêv kir ku Abdullah Ocalan 24 sal in di nava çar dîwaran de tê girtin û wiha domand: “Em nikarin tu agahî jê bigirin. Destûrê nadin ku malbat û parêzerên wî biçin hevdîtinê bikin. Tecrîdek giran li ser Serok didin meşandin. Tecrîda ku îro li ser Serokatî tê meşandin îro li ser tevahiya Gelê Kurd tê meşandin. Ji kesên heft salî bigire heta heftê salî di bin vê tecrîdê de ne. Herî kêm çar hezar girtiyên me di nava çar dîwaran de tên girtin û îro ev tecrîd li ser wan jî tê meşandin. Di 11’ê kanûnê de em ê li dijî vê tecrîdê meşek li dar bixin. Ev meş ji bo Serokatî û rakirina tecrîdê ye. Edalet û hiqûq nemaye. Hikûmet hiqûqê li gorî xwe dimeşîne. Ew maf û hiqûqa ku li gor xwe bikar tîne komkûjî û tunebûna Gelê Kurd e. Em vê tecrîdê û zilmê qebûl nakin. Heta damleyek xwîna me hebe jî em ê li ser piyan bin.”   ‘Em ê tecrîdê bişkînin'    Muşeher, dawiyê de bang li gel kir ku tevlî meşê bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wekî ku em her carê dibêjin; Amed kaniya dila ye. Amed cihê qehramana ye. Banga min ji gelê Amedê ew e ku ji heft salî heta heftê salî tevlî vê meşê bibin. Gelê Kurd dê di 11’ê kanûnê de beşdarî meşê bibin. Ger ku em beşdarî vê meşê nebin wê demê em tunekirinê qebûl dikin. Em ê hebûna xwe qebûl bikin, serê xwe rakin û bibêjin; em hene, em kurd in, em naqedin. Qanûnên ku li hemberî me tê meşandin em qebûl nakin. Banga min ji hemû dayikan ew e ku werin tevlî vê meşê bibin. Ev meşa azadî û wekheviyê ye. Em dengê xwe bilind bikin û tecrîdê bişkînin.”