Selma Aslan: Divê Sûra Duyemîn bê parastin 2022-12-08 09:01:25     Rojda Aydin   AMED - Hevseroka Odeya Avahîzanan a Amedê Selma Aslan a ku bermayiyên ku li Taxa Ben û Senê derketin holê wek “Sûrên duyemîn” bi nav kir û got pêwîste bermayiyên derketine rûyê erdê bên parastin û xebatek taybet bê kirin.   Sûra Amedê yan jî Kelheya Diyarbekirê qelheyek dîrokî ye li navçeya Sûr a Amedê ye ku li cîhanê piştî Dîwarê Çînê bedena herî dirêjtirîn e. Di civîna 39'an a Komîteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO, li bajarê Bonnê ya Elmanyayê hat lidarxistin de Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê hatin nirxandin. Di rûniştina civînê de slayta ji 8 deqeyan a ICOMOS (Konseya Peykeran û Sîtan a Navneteweyî) ya li ser Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê amade kiribû, hat nîşandan. Sefîrên bilind ên 26 welatan li ser Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê nêrînên xwe aşkera kirin. Di civîna ku di sala 2015'an de hatî lidarxistin de Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê di lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê UNESCO de cihê xwe girt.   Lê belê polîtîkayên ji holê rakirina cihên dîrokî û texribkirina bermahiyên dîrokî di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de heta îro berdewam dike. Bi taybetî jî di pêvçûnên di sala 2015'an de li Sûra Amedê avahiyên dîrokî yên 9 taxan hatin tehrîbkirin û hatin tunekirin. Niha jî bi hinceta “Veguherandina bajarvaniyê” texripkirina cihên dîrokî li cihê mayî tê berdewamkirin. Li Taxa Ben û Senê ya navçeya Yenîşehîrê jî bi heman hincetê dîrok ji holê te rakirin. Bermayiyên ku li Sûra Amedê derketin holê ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku niha ji hêla qeyûmê ve tê birêvebirin ve tên binaxkirin.    Hevseroka Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Selma Aslan derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.    Sûrên duyemîn   Selma, bi bîr xist ku li Taxa Ben û Senê hat hilweşandin û di encama hilweşandinê de “Sûrên duyemîn” derketine holê û got: “Em van bermayiyan wek ‘Sûrên duyemîn’ bi nav dikin. Pêwîste ev bermayî divê bên parastin. Niha projeyek di mîmariya peyzajê de li binê dîwarên sûrê de tê çêkirin. Ev projek e ku ji kontrola lijneyê re derbas bûye ye. Ji ber vê yekê em dizanin ku ev proje ji desteyê derbas bûye. Lê belê em nizanin di hindirê projeye de çi heye. Em nizanin ku ev bermayiyên Sûrê yên ku derketine holê tên parastin an na û em nizanin çi xebat tê kirin.”   ‘Divê lêkolîn bên kirin’   Selma, destnîşan kir ku rojên borî çûne cihên ku xebat tên kirin û wiha bi lêv kir: "Bi qasî ku me ji cihê qadê dît, hat îdîakirin ku li ser bermayiyên ku derketine holê lêkolîn tuneye. Em difikirin ku proje ji komîteya zanîstî derbas bûye gelo? Em difikirin ku proje hem ji komîteya zanistî û hem jî ji komîteya parastinê derbas bûye. Her çendî xebat tune be jî, pêşniyara me ew e ku lêkolînek bê kirin û bermayiyên heyî bi rêbaza parastinê bên rakirin û parastin. Her wiha me dît ku li hinek cihan bermayî bi temamî ji holê hatine rakirin. Divê li cihê bermayî derketine kolandin bên kirin.”   ‘Em bifikar in’   Selma, da zanîn ku Sûr û kelehên bajêr bûne hêlîna gelek şaristaniyan û heta îro xwe parastiye û wiha domand: “Li gorî arkelokan ev bermayiyên derketine holê ji serdema Eyûbiyan e. Tê gotin ku di dema Eyûbiyan de sûrên bajêr ên duyemîn di tamîrkirina sûrên hundirê bajêr de hatina bikaranîn. Hatina îro di şiklê bermayiyên wiha de ye. Me têkildarî xebatek dê çawa bêkirin nivîsek nivîsan û şand. Lê belê hîn bersivek nehatiye dayîn. Em wisa difikirin ku desteya parastinê dê di vê mijarê bi hesas tevbigere. Lê eger ne hesas be, an jî di nava xebatên peyzajê de nebe, em ê daxwaz bikin ku tevlî xebatê bibin. Bi îhaleyeke nû dê xebatek nû bê destpêkirin an na nizanim, lê divê ev rewş bê nirxandin.”   ‘Mîrateyek ji paşerojê ye’   Selma, diyar kir ku divê derbarê bermayiyên derketine holê de belgenameyek bê girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ger piştî lêkolîneke pêşîn xebat bihata kirin, bermayiyên ku derketine holê dikaribû bi vî rengî bihata nirxandin. Lê belê ji ber ku proje di dema hilweşandinê de hatiye amadekirin. Dema bermayiyan dinêrin ji bo dîwarên Sûrê yên duyemîn tu xebatek tuneye û tu mudaxale jî nayê kirin. Bê guman Sûrên duyemîn ên ku derketine ji bo me pir girîng e. Em dizanin ku her kevir û bermayiyên ku dê derkevin holê, divê bi hişmendiya ku ew mîrateyeke û mudaxele were kirin. Tişta ku bê kirin ev e. Ji ber vê yekê divê ji destpêkê ve lêkolîneke baldartir bihata kirin. Lê bi qasî ku me li wir dît ku ji bo bermayiyan xebatek tuneye, dest nehatiye dayîn û li hin cihan jî heya bine Sûrên bajêr bi tevahî bi axê hatine girtin. Divê li wê derê xebata kolandinê bê kirin û derbixin holê. Pêwîste bingehên ku bin axê de ne bên parastin. Ev jî dê wekî dîmenek cihêreng a peyzajê ku li wir were kirin bimîne. Ji aliyekî ve divê dîrok bê parastin û û ji hêla din ve bermahiyên eşkerekirî dê xwedî fonksiyonek cûda bin jî.”   ‘Divê bermayiyên di bin erdê de derxin rûyê erdê'    Selma, di dawiya axaftina xwe de got ji bilî xebatên peyzajê kar pêwîste bermayiyên vekirî bên parastin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji aliyê din ve bermayiyên ku di bin erde de ne, pêwîste bi kolandinê derbixin rûyê erdê û bên parastin. Di xebatên restorasyonê de divê xebatek pir hesas bê kirin. Ji ber vê yekê, ew hem di aliyê lêkolînê de dem dixwe û hem jî hesasiyetek mezin hewce dike. Divê bi vê hesasiyetê nêz bibin.”