'Bi tecrîdê re şer tê kûrkirin' 2022-12-07 09:02:38     Rojda Aydin     AMED - Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Gulşen Sîncar, diyar kir ku li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdeke sîstematîk heye û got: "Li dijî şer û qeyranê divê bi Abdullah Ocalan re hevditin bê kirin."    Desthilatdarî ji bo têkçûna xwe veşêre her roj li Kurdistan û Tirkiyeyê rojevan diguherîne. Lê belê rojevên sereke yên wekî tecrîd, rewşa girtiyan, qeyrana siyasî, aborî û civakî her di rojeva muxalîfan de ye. Nêzî 2 sal in Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û hemû serlêdan tên redkirin. Tecrîda girankirî bandorê li aborî, siyasî û civakê dike. Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulşen Sîncar derbarê geşedanên siyasî de ji ajansa me re axivî.  ‘20 meh in tu agahî nîne'    Gulşen, bi bîr xist ku Abdullah Ocalan ku bi komployeke navneteweyî hat girtin di ser de 23 sal debas bû û got: "Pêvajoya çareseriya demokratîk a salên 2013-2015’an, li dijî şer û krîza li welat hat destpêkirin. Di wê serdemê de di warê aborî, siyasî, civakî û çandî de gelek geşedan hatin jiyîn. Lê belê ji nîsana 2015’an ve hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re hatin sînorkirin. Em dizanin ku piştî hilbijartinên 15’ê hezîranê ji ber hikûmet bi tena serê xwe nekarî bibe desthilatdar, bi hevkariyê ketin pêşajoya şer. Ji roja ku rejîma şer ket meriyetê, polîtîkayên tecrîdê yên girankirî jî ketin meriyetê. Bi zextên civakî yên wekî çalakiyên greva birçûbûnê dem demî hevdîtin bi Abdullah Ocalan re pêk hatin. Lê ev 20 meh in ku jî tu agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin."   ‘Tecrîda li Îmraliyê di rewşeke sîstematîk de ye’   Gulşen, bal kişand ser serdana CPT’ê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wê demê di qada navneteweyî de di encama serlêdanên li Tirkiyeyê û li gelek deverên cîhanê de hewldanek wiha pêk hat. Her wiha di encama muzakereyên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê de, hat fêmkirin ku heyeta CPT nekarî bi girtiyên li Îmraliyê û Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Ji ber vê em di nava fikaran de nin. Lê dema em li vê pêvajoyê dinêrin, bi taybetî her 6 mehan carekî cezayên dîsîplînê tê dayîn, daxwaza malbat û parêzeran timî tê paşguhkirin. Tecrîda li dijî Îmraliyê di rewşeke sîstematîk de ye. Ev 20 meh in tu agahî jê nayê girtin fikarên me zêdetir dike. Di vê çarçoveyê de gelek serlêdan çêbûn. Ji Ewropa û Tirkiyeyê rêxistinên mafên mirovan û parêzeran serlêdan kirin. Hevseroka Giştî ya partiya me Salîha Aydenîz û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di vê çarçoveyê de serlêdan kirin. Dîsa Hevserokê Giştî ya HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî bi rêya SEGBÎS’ê serlêdan kir. Em ji vir bang dikin; Çi dibe bila bibe divê ev serlêdan neyên piştguhkirin. Ji ber ku yekane rêya derketina ji krîzê, yekane rêya derketina Gelê Kurd ji şer û krîza ku gelên Rojhilata Navîn tê de ne, dê bi destpêkirina pêvajoya muzakereyên demokratîk e dê ji holê rabe."   ‘Hebûn hebûna kî ye, tunebûn tunebûna kî ye’   Gulşen, anî ziman ku şerê li Kurdistanê û tecrîda girankirî ji hevdû nayên cudakirin û wiha axivî: “Di pêvajoya ku Komara Tirkiyeyê 100 saliya xwe li pey xwe hişt de, ji karên navxweyî heta avakirina hikûmetê nêzîkatiyên li dijî pirsgirêka kurd hene ku ne bi rêbazên demokratîk, bi rêbazên tundiyê çareser dibin. Lê belê hewldanên Abdullah Ocalan ên berê yên ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi pêkanînên cuda yên ne tundiyê, nîqaş û hevdîtinên ku di bîra beşeke mezin a civakê de mabûn, hatin pêşxistin. Lê desthilatdariya ku xwe bi şer şekil dide, nêzîkatiya xwe ya şer bi hebûn û tunebûnê tîne ziman. Divê em vê bipirsin; li ser hebûn hebûna kî ye, tunebûn tunebûna kî ye nîqaş bên kirin. Eşkere ye ku hemû gel, gelên ku li erdnîgariya Rojhilata Navîn, li başûrê Kurdistanê, li Rojava û Tirkiyeyê dijîn, bi encamên polîtîkayên desthilatdariyê yên bi tenê bi ego, armanc û îmhaya xwe re rû bi rû ne.”   ‘Ji bo ku bikevin Rojava hincet hatin nîşandan’   Gulşen, daxuyakirin piştî teqîna li Îstîklalê, li hemberî Rojava êriş hatin destpêkirin û wiha pê de çû: “Piştî vê teqînê yekser bomberdûmaneke dijwar a hewayî û bejahî ya li dijî Rojava hat destpêkirin. Pêwîste mijar wiha were pênasekirin; li ser vê yekê gelek nîqaş pêş ketine, lê tu nîqaş cihê xwe negirtin. Ev çalakî, ev teqîn ji aliyê kadroyên komên îslamî yên radîkal an jî ji aliyê rêxistinên wan ên rastgir ve hatiye organîzekirin. Zirara vê teqînê ya li civakê hat piştguhkirin û ji bo derbasî Rojava bibin hincet hat nîşandan. Nêzî 8 meh in li dijî başûrê Kurdistanê êrişên dijwar tên meşandin. Di rastiyê de mantiq, nêzîkatiya bingehîn a 100 salan û negihîştina statuyekê di derbarê kurdan de ye. Hêrsa wan hemû ev e. Tevî avabûna pergala mêr-dewletê ya meyla şer û tundiyê, li erdnîgariya Rojhilata Navîn pergaleke bi mantiqa jinê, ekolojî û azadiya demokratîk hatiye avakirin.”   ‘Nêzîkatiyeke bêmirov bihêlin heye’   Gulşen, bal kişand ser êrişên dawî yên binçavkirin û girtinê yên li hemberî Tevgera Jinên Azad (TJA) û diyar kir ku 8 jin hatin girtin û got: "Li vir êriş li dijî mekanîzma û sîstemê tê kirin. Wekî din sazî, dezgeh, dibistan, navendên tenduristiyê, embar, rê û gelek cih ên Rojava hatin bombebarankirin. Armanca wan ew e ku êrişî pergala gelên li wir bike û jiyana wan tune bike. Her wiha rewşek wiha jî heye; nêzîkatiyeke bêmirov bihêlin heye. Organîzekirina êrişên di vê astê de li ser xeta ji Til Temir heta Kobanê, ku kurd bi hemû gelan û ereban re jiyaneke pir baş de dijîn. Di heman demê de ev êriş li dijî jinê jî tê kirin. DAIŞ û rêxistinên mîna wan ku nîşaneya hişê zilam in, bi hêmanên radîkal ên li wir hatine bicihkirin dide xuyakirin ku ew di çi xewn û xeyalan de ne. Li ser van hemûyan rewşeke têkoşîneke topyekûn heye. Ger ku gel bicivin hevdû tu pirsgirêkek ku nikaribin ji holê rakin tuneye. Ji ber ku di xala azadiya jinê de pergaleke ku bi hêviyê ve girêdayî heye. Ger were xwestin, em şahid in ku ew çawa dikarin jiyanek pir xurt bi hev re bixemilînin.”   ‘Li hember têkoşîna jinê neçarin bigûherin’   Gulşen, bi lêv kir ku li Îran û Rojhilat bi dirûşma “jin, jiyan, azadî” ku şoreşa jinê destpêkiriye li hemû cihanê belav bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi vê rihê li hemû deverên cihanê dirûşmeya ‘jin, jiyan, azadî’  bûye xwedî şeklekî gerdûnî. Bûye nirxek enternasyonalîzmê. Em vê yekê di berxwedana jinan a li dijî rejîma Molla’yan a Îranê de dibînin. Di pêşengiya jinan de tevî êrişên hovane ev 80 roj in berxwedan û rewşek paşve gav neavêtin heye. Em di wê baweriyê de ne ku ev nêzîkatî dê ne tenê şikestinên di pergalê de baştir bike, di heman demê de wê pergalê neçar bike ku xwe biguherîne. An ew ê bi dilxwazî bibin alîgirê vê guhertinê. An jî wê li hemberî vê zextê bi dînamîka têkoşînê ya ji aliyê gelan ve hatiye pêşxistin, neçarin biguherin.”   ‘Dixwazin dîsa pêvajoyeke şer bidin destpêkirin’   Gulşen, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser vê yekê ku li Tirkiyeyê bi ketina nava pêvajoya hilbijartinê, ji bo komkirina dengan  li welat êrişên ku zêde bûye wan dike nav fikaran û got: “Di pêvajoyên 7 Hezîran-1 Mijdarê de li Pirsûs, Amed û Enqereyê teqîn pêk hatin. Ev tişt ji bo zêdekirina dengan bû xwestin dengên netewperestan bigirin. Niha jî dixwazin heman tiştî bikin. Bi polîtîkayên şer û tundiyê dê nikaribin bigihîjin armanca xwe. Bi taybetî di vî gelî de pîvaneke bîrê heye. Muxalefeta civakî, hêzên demokrasiyê, jin, kedkar, karker xwedî bîreke pir mezin in. Hikûmet ji bo ku ji vê qeyranê derkeve divê dev ji van polîtîkayan berde û berê xwe bide rêbazên baştir.”   ‘Kesên bêdeng dibînin bedelên giran dê bidin’   Gulşen, diyar kir ku Gelê Kurd di her pêvajoyê de û di her kêliyê de daxwazên xwe bi dengekî bilind aniye ziman û ev tiştan got: “Di pêvajoya pêş de jî Gelê Kurd divê helwesta xwe ya li dijî îmhayê bi xurtî bilind bike. Weke partiyên siyasî û weke girseyên demokratîk helbet ji her demê bêhtir rêxistinkirî ye. Pîvanên me yên qebûlkirin û redkirinê şênber û zelal in. Nêzîkatî û helwesta me ew e ku şer tu carî çareseriyê pêş naxe. Em ê hewl bidin ku heta kêliya dawî dengê xwe bi hêztir bilind bikin, lê pêwîst e bang li kesên din jî bê kirin. Li Tirkiyeyê bi girankirina tecrîdê ve polîtîkayên şer tên meşandin. Kesên ku ji vê re bêdeng dibînin jî dê bedelên giran bidin. Ger em salên dawiyê bigirin çavan, jin tu carî di 8’ê Adarê, Newroz û 25’ê Mijdarê de dev jî qadan bernedane. Hem li dijî kuştina jinê û hem jî dijî pergala baviksalarî divê em bi hêztir dengê xwe bilind bikin.”