Ji Elewiyan li dijî biryarnameyê bertek 2022-12-05 09:04:19     ÎZMÎR - Jinên Elewî diyar kirin ku girêdana saziyên Elewî ya bi Wezareta Çand û Turîzmê projeya asîmîlasyon û tayînkirina qeyûme û gotin ji bo mafê welatîbûna wekhev pêk bê wê têkoşînê bidomînin.   Bi biryarnameya Serokomariyê re di bin Wezareta Çand û Turîzmê de Serokatiya Malacem û çandê ya Alevî-Beştaşî  hat avakirin û îlana wê di 9’ê Mijdarê de di rojnameya fermî de hat weşandin. Di 17’ê Mijdarê de bi qanûna tûrik a  ji meclîsê derbas bû rêveberî û hemû faliyetên Malacemê bi vê saziyê ve hat girêdan.   Jinên Elewî bertek nîşanê vê dan û diyar kirin ku desthilatdarî bi biryarnameya derxistiye hewl dide çavê DMME’ê tije bike û bi afirandina Elewiyên xwe tayînkirina qeyûman a ji bo saziyên Elewî armanc dike. Jinên Elewî diyar kirin ku wê heta dawî têkoşîna xwe ya ji bo welatîbûna wekhev bimeşînin.   ‘Bila mafên me bidin’   Berpirsa Herêma Egeyê ya Federasyona Bektaşî Elewî Bahar Kaplan da zanîn ku biryarname tê wateya tayînkirina qeyûman a ji bo saziyên Elewî û ev biryarname li dijî baweriya kal-pîr-talib e û got: “Em ê nebin Elewiyên ku dewlet diafirîne. Gotin wê beton, bizmar, ceyran û avê bidin. Em beriya her tiştî mafên xwe yên destûra bingehîn dixwazin. Bila statuya îbadestxaneya Malêncemê bidin. Bila mafê welatîbûna wekhev bidin.”   ‘Elewîtî ne çand e bawerî ye’   Baharê her wiha ev tişt diyar kir: “Elewî tevî hemû komkujî û êrîşan li ser piya mane. Li berxwe didin. Bi qanûnan niha tunekirinê didomînin. Tirkiye li gorî biryarên DMME’ê nêrînên Elewiyan nagirin û qanûnan çênakin. Em avê didin ceyranê didin. Hewcedariya me bi çar dîwaran tune. Me berê li malên xwe li malên cemê îbadetên xwe dikir. Hewcedariya kalên me bi mûçe tune ne. Ji bo kalan mûçe me mijara gotinêye.  Kalên me dizanin wê çawa bimeşînin. Bêguman av û ceyran mafên me yên xwezayî ne. Em sererastkirinek nû dixwazin. Desthilatdarî wê kalên xwe bigihînin û qeyûman tayîn bikin. Hewldana wan asîmîlasyon e. Em bawerî ne. Dewlet hewl dide Elewiyên xwe biafirînin û baweriya xwe li me ferz bikin. Elewîtî ne çand e bawerî ye.”   ‘Dixwazin Elewiyan bigirin bin tekela xwe’   Hevseroka Komeleyên Elewî ya Demokatîk (DAD) Nebahat Çelîk jî  destnîşan kir ku desthilatdarî hewl dide Elewiyan dorpêç bike û Elewiyên xwe biafirînin û wiha dirêjî dayê: “Dixwazin Elewiyan bikin bin kontrola xwe. Ji bilî Elewiyan tu kes nikare Elewiyan nas bike. Çawa ku Îslama Sunî xist bin tekela xwe dixwaze bi Elewiyan jî serî bide tewandin. Ev êrîşek li dijî jinê ye. Di Elewitiyê de di îbadetan de jin an jî mêr can e. Dixwazin Elewiyan bi xwe ve girê bidin û jinan bavêjin plana dawî. Di feraseta wan de ev heye. Gelek saziyên Elewî li dijî biryarname û pêşniyarên qeymeqam derketine. Em welatîbûnek wekhev dixwazin. Em nabin Elewiyên dewletê.”   ‘Daxwazên Elewiyan di tûrikan de cih nagirin’   Ji Rêveberiya Komeleya Canlar a Elewî Halîse Îlbeycî jî da zanîn ku tevî biryara DMME’ê  Tirkiyeyê statu nedaye Malêncemê wiha dirêjî dayê: “Statuya îbadestxaneyê ji bo malên cemê zêdetir maf dide. Malêncemê û Dergahên Elewî bi wezareta çandê ve girê dan. Hemû Elewî li dijî vê ne. Gelo baweriya min çima bi wezaretekê ve tê girêdan? Em dixwazin di şertên wekhev de bijîn. Elewiyan bi derfetên xwe bi butça xwe bêyî alîkariya tu kesî malêncemê çêkirine. Em pereyê av û ceyranê jî naxwazin. Dewlet ji xwe neçar e wê bide. Ji ber ez welatiyê vî welatî me. Ez baca xwe didim. Zarokê xwe dişînim leşkeriyê.  Ez daxwaz nakim divê ew bide. Ez dixwazim baweriya xwe bi awayekî azad bijîm.”