‘Ger hatim kuştin roportaja min dîsa biweşînin’ 2022-12-04 09:09:07     AMED - Jina bi navê Gulcan Marhan bi mêrê navê Ahmet Marhan re di pêvajoya destberdanê de ye û bi salan Ahmet Marhan îşkence û tundî lê kiriye. Gulcanê wiha vegot: “Bila dewlet li dijî pirsgirêka jinê hestiyar be. Hevjînê min derkeve wê min bikuje. Ger ez bêm kuştin vê nûçeya min dîsa biweşînin.”   Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Hember Jinê de gumanbar Ahmet Marhan hewl da jina bi navê Gulcan Marhan ya pê re di pêvajoya destberdanê deye qetil bike. Gulcan bi giranî birîndar bû û gumanbar ji cihê bûyerê reviya.Gumanbar piştî binçavkirinê hat girtin.   Gulcanê der barê tundî û îşkenca sîstematîk de ji ajansa me re axivî.   Şîdeta sîstematîk   Gulcanê diyar kir ku piştî zewiciye tundiyê destpêkiriye û wiha got: “Demên ewil derî li ser min mifte dikir. Ji ber vê min nikaribû gilî bikim. 7 salan zewicandî mam. Du mehên ewil min pirsgirêk nejiya. Piştre her tim tundî. Ez ducanî mam. Wê demê jî tundi û îşkence hat kirin. Ji ber darbeyan xwîn çû ser mêjiyê bebek amin. 40 rojan li nexweşxanê ma. Ez ji malê reviyam çûm ŞONÎM’ê. Hefteyekê li wir man.Malbat ketin navberê. Vê navberê ez fêr bûm ku dîsa ducanî me. Dîsa şîdet l imin kir. Ez çûm bajarekî din li stargehê mam. Dîsa hatim malê. Ji ber tundiyê dîsa çûm ŞONÎM’ê. Zaroka min li wir hat dinê. Ew zaroka min jî ji ber darbeyên girtibû  di beşa giran de ma.”   ‘Hepsa malê hebû lê li dora mala min bû’   Gulcanê wiha berdewam kir: “Her tim tehdîda kuştinê dikir. Raporên derbkirinê hemû ligel min hebûn. Lê tevî tehdîd û raporan tu tiştek neguherî. Sedema reva min ya dawî ev bû, deynê wî yê kumarê hebû xwest min bifroşe.Ez çûm malek din. Hat wê malê êrîşê min kir, hewl da destdirêjiyê bike. Min gilî kir. Sê rojan hepsa malê dan lê her tim li dora mala min digeriya.”   ‘Bi saetan îşkence kir’   Gulcanê behsa roja bûyerê roja 25’ê Mijdarê kir û wiha vegot: “6 meh biryara durxistinê hebû. Peyam şand û got ‘em ê lihev bên an na’. Min got na. Ji emniyetê gazî min kirin. Saet dora 10’an ji malê derketim. Ew jî ketibû avahiyê. Çawa min derî vekir bi kêrê êrîş kir. di hundir de 40 deqeyî ez qîriyam. Dengê min neçû kesî.Min bi awayekî derî vekir. Lê ez ji pêlekan ve avêtim. Herî dawî cîrana min gihişt alîkariya min.”   ‘Birayê wî yê polîs agahiyên min dida wî’   Gulcanê diyar kir ku ew rakirine nexweşxanê û ev tişt bi lêv kir: “Du saet piştî bûyerê gumanbar hat girtin.  hêvîdarim êdî neyê berdan. Cezayê pêwist bidinê. Zarokê min yê mezin astendare. Raporên îşkenca ku li min û zarokê min kiriye hene. Ligel vê cezayên wî hene. 5sal cezayê wî heye. Birayê wî Mahmut Marhan li Rihayê polîse. Her tim agahiyên min dida birayê xwe. Min ji emniyetê re got lê tu fêde nekir. Ez dixwazim birayê wî ji peywirê bê girtin. Heta ew li ser peywirê wê be ewlehiya canê min tune.”   ‘Bila dengê min bibihîzin’   Gulcanê got çapemeniya alîgir pê re nûçe çêkirine lê tiştên gotine nedane û wiha vegot: “Min behsa birayê wî kir lê ev mijar nedanê. Behsa pêkanîna KADES’ê kirine. Lê min ew danexistibû telefona xwe. Polîs hema wisa di deqeyekê de nehat. Piştî bûyerê cîrana min li polîs geriya. Tiştên nehatine jiyîn nivîsîne. Daxwaza min ev e. Bila dewlet xwedî li jinan derkeve. Hevjînê min derkeve wê min bikuje. Ger ez hatim kuştin vê nûçeyê dîsa biweşînin. Ez nikarim tu hewcedariyên xwe bînim cih. Dermankirina min didome. Ez ji dewletê hem di alî aborî hem jî alî manewî de piştgiriyê dixwazim. Bila hemû rayedar dengê min bibihîzin. Zarokên min 6,5 û 2 salîne. Min di 30’ê îlonê de doza destberdanê vekir. Min zarokên xwe ji wan xwestibûn. Lê ez niha naxwazim. Ger gumanbar derkeve bi hinceta dîtina zarokan wê min bikuje. Bila zarokên min ji gel wan bê girtin. Bila bidin dewletê. Zarokê min yê 6 salî ji sedî 39 astengdare. Di xaniyekî pir xerab de dimînin.”