Ji xizmên girtiyan banga hestiyariyê 2022-12-03 09:01:32     WAN - Li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar Yek a Dumlu  girtiyan li dijî binpêkirinên mafan di odeyên yek hucre de dorveger dest bi greva birçîbûnê kirin. Yek ji van girtiyan Emrah Yakut e. Dayika wî Sabîha Yakut da zanîn ku divê şert û mercên girtiyan demildest bên rastkirin û banga hestiyariyê kir.   Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe giran dibe û tecrîdê bandor li ser hemû girtîgehan kiriye. Yek ji girtîgehên ku roj bi roj binpêkirinên mafan lê zêde dibe girtîgehên Tîpa S ne. Girtî bi polîtîka îzolasyonê ya nû re tên rû hev. Yek van girtîgehan ku ev polîtîka lê pêk tê girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar Yek a Dumlu ya Erziromê ye.   Girtiyan di hevdîtinên bi parêzer û malbatên xwe re binpêkirinên mafan yên dijîn, ragîhandin.   Girtî ji ronahiya rojê bêpar tên hiştin   Li gorî vegotinên girtiyan paceyên hucreyan bi têlan hatine pêçan û mirov nikarin nav têlan re tiliyek xwe jî derxin. Girtiyan ragîhandin ji ronahiya rojê jî bêparin û ji ber van pêkanînan di 8’ê mijdarê de bi dorveger dest bi greva birçîbûnê kirine.   Şert her diçin giran dibe   Yek ji girtiyên li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar Yek a Dumlu ya Erziromê dîmen Emrah Yakut e û sê sale di hucra yek kesî de tê girtin. Emrah Yakut di 18’ê tîrmehê de ji xizmên xwe re gotibû gardiyan û îdara girtîgehê tehdîda mirinê lê kiriye. Xizmên wî ji bo Emrah Yakut bang li rayagiştî û saziyên têkildar kirin ku bikevin tevgerê. Lê tevî evqas dem derbas bûye jî tu guherînek li girtîgehê nehatjiyîn û berovajî vê her çû giran bû.   ‘Bi sirgunan zarokên me ji me dûr dixin’   Sabîha Yakut der barê hevdîtina telefonê ya bi kurê xwe re axivi û got Emra 3 sale girtiye û  got: “Emrah ji girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê birin girtîgeha Dumlu. Sedema surgunê ev bû ku têkiliya me ji zarokên me bibirin. Hewl didin hemû girtiyan ji malbatên wan dur bixin. Ji ber vê surgunê cihên din dikin. Derfetê min tune ez biçim kurê xwe bibînim. Rê 6 saete. 6 saet jî vegere.”   Sabîhayê destnîşan kir ku ji bo kurê wê dîsa bînin Wanê gelek caran daxwazname dane lê tu bersiv nehatiye dayîn û wiha daxuyand: “Ez tevli Nobeta Edeletê bûm. Ez ji bo hemû girtiyan diçim nobetê. Ezê heta dawî jî biçim. Ez ji bo edelet pêk bê diçim.”   ‘Divê  tu kes bêdeng nemîne’   Sabîhayê balkişand ser tecrîda li ser girtiyan û wiha bidawî kir: “Divê kes li dijî tecrîdê bêdeng nemîne.Hevdîtinên telefonê pir kurtin. Emrah telefon dike heta em hev dipirsin telefon li ruyê me tê girtin. Em diçin hevdîtina hevkirî 10,20 deqe şûnde diqede. Evqas rê diçim lê kurê xwe têr nabînim.”   Banga hestiyariyê   Sabîhayê her wiha banga hestiyariyê kir û wiha vegot: “Heta ev bêdadî hebe, heta ev tecrîda li ser zarokên me bidome ez ê têkoşîna xwe bidomînim.”