HDP dê li Sîlopiyê rêvberiyên xwecihî niqaş bike 2022-12-02 10:22:12   Sema Çaglak   ŞIRNEX - Rêveberiyên Xwecihî yên HDP’ê dê li Silopiyayê civîna xwe ya salane li dar bixin. Hevşaredara HDP’ê ya navçeya Silopiyayê Adalet Fîdan ku derbarê civînê de nirxandin kir diyar kir ku nûnerên hemû şaredariyan dê di civînê de cih bigirin û polîtîkayên qeyûm û mijarên rojevê bigirin dest.   Rêveberiyên Xwecihî yên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), dê civîna xwe ya salane di 3’ê Kanûnê de li navçeya Silopiyayê li dar bixin. Ev civîn a yekemîn ya jinên rêveberiyên xwecihî ye û wê nûnerên hemû şaredariyên HDP'ê yên jin tê de cih bigirin. Hevşara HDP’ê ya Sîlopiyê Adalet Fîdan derbarê civîna ku wê sibe dest pê bike de axivî.   ‘Jin rola pêşengtiyê digire’   Adalet, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hedefgirtina jinên kurd û diyar kir ku êrîşên li dijî jinên kurd êrîşên li dijî deskeftiyên wan in û got: “Mezinbûna êrîşên li kolanan û mezinbûna êrîşên li hundirê malan girêdayî helwesta darazê ne.  Ji ber vê jî binçavkirin, girtin û êrîşên li dijî deskeftiyên jinan her diçe mezintir dibin. Divê em van polîtîkayan ji hev cuda negirin dest. Di nav kolanan de di hundirê malê de jin tên qetîlkirin û sedema van qetilkirinan a herî mezin jî polîtîkayên bêcezahiştinê ne. Jinê ji destpêka dîrokê heta niha rola pêşeng girtiye.  Ji ber vê li hemberî pergala faşîst serî natewine û ji hêla desthîlatdariya AKP’ê û MHP’ê ve hedef tê girtin.  Jinên ku tên binçavkirin, girtin û zext li wan tên kirin jinên berxedêr û li dijî pergalê têdikoşin e. Bi êrîşên li ser jina re hem peyamê din jinan û hem jî didin civakê”   ‘Jin têkoşîna xwe mezintir dikin’   Adalet, anî ziman ku jinê iyanek nû afirand  got: “Jin, vê koletiya ku lê hatiye ferzkirin napejirîne. Lewra her jina ku di nav têkoşlînê de cıhê xwe digire û tê hedefgirtin yek din cihê xwe li şûna wê digire û têkoşînê mezin dike. Berxwedana jinê bandora xwe li ser civakê jî dike û bi vê re civak jî hedef tê girtin. jina ku berê paşve gav neavêtiye wê îrojî paşve gavê neavêje."   ‘Qeyûm ewilî sazî û rêxistinên jinan hedef girt’   Adalet, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser civîna rêveberiyên xwecihî û got: “Li ser rêveberiyên xwecihî ên HDP'ê 2 caran qeyûm hatin tayînkirin. Van qeyûman di serî de saziyên jinan hedef girtın. Ango şêwirmendiyê jinê hate girtin, sazî û stargehên jinan hatın girtin û ji kar hatin avêtin. Li saziyên jinan mêr hatin tayînkirin. Li wê derê jî pergal rûyê xwe yê qirêj nîşanda.   Herwiha di civînê de dê xest û talankirina qeyûman jî bê destgirtin."   ‘Qeyûm nayê naskirin’   Adalet, daxuyand ku civîna wan dê 2 rojan bidome û ev tişt got: “Rêveberiyên Xwecihî ji 2 salan carekî civînê dikin, salê carekê jî di navberê de nirxandinên xwe dikin. Ev civîna yekem e. Di civînê de nûnerên şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatiye kirin û nehatiye kirin dê bı hev re bicivin. 65 şaredariyên me hebûn û wê nûnerên her 65'an di civînê de cih bigirin. Hevserokên şaredariyê, berdevkên komê û lîjneya rêveberiyaxwecihî dê cih bigirin.  Ev civîneke berfireh e."