Gulistan Kiliç Koçyîgît: Birêz Ocalan xeta sor e divê hevdîtin pêk bê 2022-12-01 09:18:47       Dilan Babat-Melek Avcı   ENQERE - Gulistan Kiliç Koçyîgît a HDP’yî ku di heyeta ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serlêdan kiriye cih digire, da zanîn ku di rewşa tiştekî neyînî ya derbarê Abdullah Ocalan de hebe berpirsyariya CPT'yê tê de heye û got: “Em vê polîtîkaya tunekirina li hember Birêz Ocalan, şer û konsepta tecrîdê tu car qebûl nakin. Birêz Ocalan xeta sor a gelê Kurd e.”   Hevseroka Giştî ya Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Nuran Îmîr û Erdal Aydemîr bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan. Di daxwaznameyê de hat xwestin ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku 20 meh in agahî jê nayê girtin hevdîtin pêk bê.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît  der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û serlêdanê de nirxandin kir.   ‘Divê em li dijî tecrîdê xwedî helwest bin’   Gulistanê diyar kir ku ji roja Abdullah Ocalan anîne Îmraliyê heta niha di bin tecrîdê de hatiye girtin û wiha dirêjî dayê: "Îmrali ne girtîgehek normal e. Rejîmek taybet lê pêk tê. Ev 20 meh in tu agahî ji birêz Ocalan tune ye. Hevdîtinên bi malbat û parêzeran re tune ye. Ji bo serlêdanan tu bersiv tune ye. Vê jî fikar zêde kirine. Em vê dizanin ku; tu nêzîkatiya li hember birêz Ocalan ne ji rêzê ye. Nêzîkatiya li hember Ocalan nêzîkatiya li hember gelê Kurd e. Divê em di vê nokteyê de bibin xwedî helwest."   ‘Di tiştekî neyînî de para CPT wê hebe’   Gulîstanê bi lêv kir ku di tiştekî neyînî de para CPT wê hebe û ev tişt daxuyand: “Buroya Hiqûqê ya Asrin di daxuyaniyê de got Abdullah Ocalan bi CPT re hevdîtin nekiriye. Gelek sedemên vê hene. Çima birêz Ocalan bi CPT re hevdîtin nekiriye, divê demildest ji rayagiştî re bê aşkerakirin. Heta ku welat destûr nede CPT raporan aşkera nake. Lê dikare bêje ku çûye hevdîtinê. Ger vê aşkera neke di tiştekî herî biçûk de berpirsyariya wan heye. Serlêdanên hevserokên me û berdevkên partiya me berê çêbûbûn. Lê tu bersivek nehat dayîn.”   ‘Em ne daxuyaniyê, em dixwazin bibînin’   Gulîstanê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ger Birêz Ocalan bikaribe hevdîtinan bike, fikrên wî li rayagiştî belav bibe, derfet hebe ku Ocalan bang li gel bike wê rotaya gelek tiştî biguhere. Tifaqa AKP-MHP’ê şerekî bêdawî, qirkirin û tasfiye li gelê Kurd ferz kiriye. Aktorên vê pêvajoyê tê tecrîdkirin. Riya aştî û diyalogê tê girtin. Ji ber vê jî em dixwazin demildest hevdîtin pêk bên û em bi çavên xwe wî bibînin.  Daxuyaniyên ku tên dayîn me tatmîn nakin.”   ‘Dixwazin di bin tecrîdê de bigirin’   Gulîstanê destnîşan kir ku aktorê sereke yê meseleya Kurd Abdullah Ocalan e, bêyî wî avakirina Formula çareseriyê wê pirsgirêkên cidî bixwe re bîne û wiha anî ziman: “Dewlet dizane ku bandora Ocalan çawa li ser Kurdan û rayagiştî ya demokratîk heye. Ji ber vê hevdîtinan asteng dikin. Bi vê jî nêzîkatiya li hember Kurdan nîşan didin. Bi vî awayî jî feraseta ligel tundî û şer nîşan dane. Ji 2015’an heta niha bê navber pêvajoya pevçûn û şer tê jiyîn. Li hember Efrîn, Grê Spî, Serêkaniyê, Başûr hewldanên dagirkirinê dest pê kirin. Niha pêvajoyek nû dest pê kiriye. Hedefa wan ev e ku Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dagir bikin. Li Rojava bi fikrên Ocalan şoreş pêk hat. Ji ber vê jî tecrîd dikin.”   ‘Birêz Ocalan xeta me ya sor e’   Gulîstanê dawiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Tecrîda li ser Ocalan êrîşa li hember Kurdan e. Divê demildest ji vê pêvajoyê şûnde gavê bavêjin. Muxatabê me wezareta dadê û hikûmet e. Nikarin vê berpirsyariya xwe bidin aliyekî. Di qanûnên Tirkiyeyê de di mezuata neteweyî de tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Wezaret û hikûmeta AKP’ê îmzeyê davêjin vî sûcê mirovahiyê. Mixabin ji PE heta YE’ê hemû saziyên navneteweyî vî sûcê mirovahiyê ji nedîtîve tên. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Birêz Ocalan xeta sor a gelê Kurd e. Ji tiştekî neyînî hikûmet berpirs e. Ji ber vê divê demildest riya hevdîtinan bê vekirin.”