‘Em ê xwedî li deskeftiyên Kobanê derkevin' 2022-12-01 09:14:41     Rojda Aydin     AMED - Jinên siyasetmedar, êrişên li dijî Kobanê ku tê kirin şermezar kirin û gotin: “Kesên ku berê gotin ‘Kobanê ket, ha ket’ bila bizanibin ku bi van êrişan jî nikarin Kobanê bixin. Kobanê mînaka şoreşa jinê ye. Ji ber vê jî roj roja xwedîderketina li Kobanê ye. Em hemû bi hev re rabin li ser piyan.”    DAIŞ, di 15'ê îlona 2014'an de ji gelek aliyan ve êrişî bajarê Kobanê kirin. Di heman demê de di 7’ê cotmeha 2014’an de Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bi gotina “Kobanê ket, ha ket” ve sînyalên şer dabû û şer kûrtir kir. DAIŞ wê demê bi awayek hov êrişê Kobanê kir. Ligel hemû êrişan Kobanê şoreşek mezin pêk hat û di cîhanê de navê xwe nivîsî. Lê belê di 19’ê Mijdarê de balafirên şer ên Tirkiyeyê carekedin êrişê bir ser Kobanê û gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Êrişên ku ji aliyê Tirkiyeyê hat destpêkirin hîn berdewam dike. Di encama êrişan de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.   ‘Roj roja xwedîderketina li Kobanê ye’   Rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Rêzana Amedê Turkan Bîlîr, anî ziman ku Kobanê rûmeta Gelê Kurd e û  got: “Me berê navê Kobanê nizanibû. Em bi saya şoreş û şehîdên wê derê em navê Kobanê hîn bûn. Xwîna zarokên kurdan li ser xaka Kobanê rijiyaye. Kobanê çawa ku duh neket, dê îro jî nekeve. Bi saya şervan û egîdan Kobanê tu carî nakeve. Şerê ku îqtîdar îro li Kobnaê û Rojava daye destpêkirin ne bi edaletiye. Bi gulebaran û çekên kîmyewî êriş dike. Kobanê tu carî nakeve. Gerîlayên me dê dîsa bi ser kevin. Em bi wan serfiraz in. Dema ku şoreşa Kobanê pêk hat serhildana jinê jî pêk hat. Jinên serhildêr derstûrê nedan ku Kobanê bikeve. Erdogan digot ‘Kobanê ket, ha ket’, lê ew bi ser neketin. Dema ku mijar dibe kurd bêedaletiya îqtîdarê jî dikeve dewrê. Kobanê dîsa bi ser keve. Şerê ku îro carekedin hatiye destpêkirin em şermezar dikin. Banga me ji hemû Gelê Kurd ew e ku bila xwedî Kobanê derbikevin. Em xwedî li rûmeta xwe derbikevin. Ew xwîna ku li Kobanê rijiya divê em tu carî ji bîr nekin. Roj roja xwedîderketina li Kobanê ye.”   'Li Kobanê şoreşek mezin pêk hat'    Hevseroka HDP’ê ya navçeya Peyasa Amedê, Gulîstan Sarili jî bal kişand ser şerê 2014’an de ku dema êrişê Kobanê hat kirin û bi lêv kir ku wê demê şoreşek mezin pêk hatiye û bi vê yekê re serhildana jinê jî dîrok nivîsiye. Gulîstan, diyar kir ku ew dema dibêjin Kobanê yekem hêz û têkoşîna jinê tê bîra wan û wiha domand: “Ji ber ku li Kobanê jinên kurd li dijî DAIŞ’ê têkoşînek mezin da. Bi vê yekê re em dibînin ku jin xwedî hêzek çawa ye. Tişta ku jin neke tuneye. Li dijî kesên ku gotin ‘Kobanê ket, ha ket’ jinê serhildanek mezin pêk anî û destûrê nedan ku Kobanê bikeve. Kesên ku duh êriş kirin îro jî bi carekedin êriş dike. Çawa ku duh nekarî bûn Kobanê bixin bi êrişên xwe yên niha bi taybetî dixwazin vê pêk bînin. Lê em ê destûrê nedin ku Kobanê bikeve. Kobanê dê tu carî nekeve. Ji ber ku li wir tevgerek mezin a jinê heye. Em jin bi hêzin û em ê xwedî Kobanê derbikevin. Li cîhanê dema ku dibêjin Kobanê yekem serhildana jinê tê bîra mirov. Ev serhildan bi jinên wek Viyan Soran, Arîn Mîrkan an hat nivîsandin. Ew bûne sembola vê têkoşînê. Em hêza xwe ji wan digirin. Em carekedin bi rêzdarî serê xwe li ber wan ditewînin. Heta ku em bijîn em ê wan ji bîr nekin û heta dawiyê em ê xwedî vê serhildanê derbikevin.”   ‘Em ê xwedî li deskeftiyên Kobanê derkevin'    Gulîstan, da xuyakirin ku bi zanebûn û plankirî cara duyem êrişê Kobanê tê kirin û dixwazin bi van êrişan Kobanê bixin û axivî: “Bi van êrişan dixwazin hêza berxwedanê bişkînin. Li aliyekî dinê jî dixwazin kantona ku wir hat avakirin, tune bikin. Ev kanton ji cihanê re bû mînakek. Hemû cihan wir ji xwe re mînak digire. Dixwazin pergala li wê derê belav bikin û me jî tune bikin. Divê hemû Gelê Kurd xwedî li Kobanê derbikeve û carekedin serhildana Kobanê bê jiyîn. Kobanê ji bo me jiyanek nû ye û ji cihanê re mînak e. Em xwedî Kobanê derbikevin. Îro êrişê Kobanê dike û dixwaze destkeftiyên me kurda ji destên me bigirin. Dixwazin têkoşîna Gelê Kurd ji holê rabikin. Em ê xwedî van serkeftinan û Kobanê derbikevin. Em qasidên aştiyê ne. Em jin û jiyan in.”     ‘Kobanê mînaka şoreşa jina kurd e’   Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Menîce Yenî jî destnîşan kir ku dema şerê Kobanê dest pê kir serhildanek mezin hatiye jiyîn û wiha dom kir: “Viyan Peyman û Arîn Mîrkan li Kobanê têkoşînek mezin dan û bi ser ketin. Ligel gotinên ‘Kobanê ket, ha ket’ jî Kobanê bi ser ket. Kobanê mînaka şoreşa jina kurd e. Îro bi ev êrîşên ku dikin ve dixwazin Kobanê bixin. Her wiha êrişê Rojava, Serê Kanî, Şengal, Mexmûr, Girê Spî dikin. Lê bila bizanibin ku Kobanê çawa wê demê neket, dê îro jî nekeve. Ne bi tenê Kobanê li hemû cihan dê bi ser nekevin. Çi mafê Tirkiyeyê heye ku êrişê wê derê dikin û welatiyan qetil dikin. Ew gel li ser xaka xwe sekiniye. Çi ji wan gelan dixwazin. Îktîdar sivîlan qetil dike û piştre dibêje me ev qas şervanan qetil kiriye.”   ‘Dev ji vê qirêjî û xiyanetê berde’   Menîce, bal kişand ser hevkariya Mesût Barzanî û AKP’ê û ev tiştan got: “Barzanî fedî nake ku rê da dewleta Tirkiyeyê. Barzanî ku baş dizane ku dewleta tirk neyarê Kurdan e. Barzanî gelo bawer dike ku dema îqtîdar Kobanê, Serê Kanî û Rojava bixe bibe dostê wî. Na ew ê tu carî nebin dostên Barzanî. Ji ber ku Barzanî xiyanetek mezin li kurdan kir. Dev ji vê qirêjî û xiyanetê berde. Dema cenazeyên zarokên me dikeve destên wî dide dewleta tirk. Wekî ku mezinên me gotine ‘dijminê bav û kolana nabin dostên lawan’. Em xwîna zarokên xwe binpê nekin. Banga me ji gelê Kurd heye ku li ziman û xaka xwe xwedî der bi kevin.”   ‘Em Kobanê bi tenê nahêlin’   Menîce, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser êrişên hewayî: “Dixwazin bi van êrişan Kobanê bi dest bixin. Ger ku wêreke bila ne ji hewayî bila ji bejahiyê êriş bike. Lê hêz û baweriya wî tuneye. Bila bi balafir û kîmyasalê sivîlan qetil neke. Ew ê tu carî nikaribin ku Kobanê bixin. Kobanê neket û nakeve. Ev têkoşîna Kobanê mezintir bibe. Em ê xwedî vê têkoşînê derbikevin. Em Kobanê bi tenê nahêlin. Bila hemû Gelê Kurd ji bo Kobanê û Rojava rabe li ser piyan.”   ‘Kobanê ji bo me gelek girîng e’   Rêvebera HDP’ê ya navçeya Peyasa Amedê Seval Bîlgîn jî destnîşan kir ku dema ew dibêje Kobanê şoreşa jinê tê bîra wê û ev tiştan anî ziman: “Dema ku dibêjim Kobanê raperîna jinên bi hêz û tevgera herê mezin tê bîra min. Jin şoreşê ava dikin û wisa jî bû. Ev şoreş bi destê jinê hîn belav û mezin dibe. Wekî ku tê zanîn niha jî ji bo Jîna Mahsa şoreşek duyem dest pê kir. Ev şoreş û tevger li hemû cîhanê deng veda. Ji ber vê yekê jî şoreş bi jinê her tim pêk tê. Li tevahiya cîhanê pirsgirêka jinê heye û em dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe. Ji ber vê jî ev tişt bi şoreşê pêk bê. Em her roj kuştinên jinan dibihîzin. Ji ber vê yekê Kobanê ji bo me gelek girîng e. Dema ku ez dibêjim Kobanê şoreş û jin tê bîra min. Ez dixwazin di vê şoreşê de bi hev re bimeşin. Ev şoreş ji berê heta îro bi dirûşmeya ‘jin, jiyan, azadî’ belav dibe. Em ê bi vê şoreşê li Kobanê jî bi ser kevin. Dixwazin hêz û şoreşa Kobanê bişkînin. Lê bila bizanibin ku şoreşa Kobanê tu carî xilas nabe û naşkê. Tişta ku wan ditirsîne hêz û şoreşa jinê ye. Ji ber vê yekê dixwazin Kobanê bixin. Ji li hemû qadan li ber xwe didin. Ew jî dixwazin vê berxwedanê bişkînin. Lê ew ji bîr dikin; heta ku jin li qadan bin ev şoreş dê berdewam bike.”   ‘Em xwedî Kobanê derbikevin’   Seval, di dawiya axaftina xwe de bang li Gelê Kurd û jinên kurd kir ku xwedî li Kobanê derbikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê li tevahiya cîhanê gel xwedî li Kobanê derbikeve. Em dengê xwe bilind bikin. Em ê destûrê nedin ku Kobanê bikeve. Bila hemû kes ji vê şerê re bêjin na! Ji bo ku em ji şer re bêjin bes e divê em rabin li ser piyan. Em ji bo pêşeroja xwe xwedî li Kobanê derbikevin. Em ji bo hemû cîhanê dibêjin aştî.”