Parêzer Ebrû Tozbey: Qetilkirina jinan nayê lêkolînkirin 2022-12-01 09:03:00       Sema Çaglak   ŞIRNEX –  Ji Komeleya Berî Jin û Zarok Parezêr Ebrû Tozbey, kir ku ji 16 jinên li Şirnexê hatine qetilkirin kujerên 14 jinan ne diyar in û got: “Li Şirnexê bûyerên tecawûz û qetîlkirina jinan gelek zêde ne lê belê derbarê van bûyeran de pêşketin û lêkolîn nîne. Piraniya dozên jinan bê encam tên hiştin û nayên lêkolînkirin.”   Qetîlkirina jinan hem li Tirkiyê hem jî li bakurê Kurdîstanê di asta herî jor de ye. Polîtîkayên desthîlatdariya AKP-MHP dibin sedem ku jin zêdetir tundiyê bibînin û bên qetîlkirin. Bi taybetî jî piştî feshkirina peymana Stenbolê qetîlkirina jinan zêde bû û jin ji ewlehia jiyana xwe ketin fikaran. Li Şirnexê jî zêdebûna qetîlkirina jinan bi polîtîkayên şer ên taybet ve girêdayî ye. Li gorî pêşnûmeya Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Şirnexê Nuran Îmîr ku amade kir di nav 2 salan de 16 jin li Şirnexê hatine qetilkirin. Parezêr û rêvebera Komeleya Berî Jin û Zarok Ebrû Tozbey, derheqê zêdebûna qetîlkirina jinan de axivî.    ‘Qetilkirina jinan nayê lêkolînkirin’   Ebrû, di destpêka axaftina xwe de li ser xebatên Komeleya Berî Jin û Zarok sekînî û diyar kir ku armanca komeleyê şopandina dozên jinên ku tundî li wan hatiye kirin, hatine tecawizkirin  û hatine qetîl kirin e. Ebrû, got: “Komeleya me di sala 2018’an de dest bi xebatên xwe kiriye. Armanca komeleyê xwe dispêrînê dozên tecawûz û qetîlkirina jinan. Me ji sala 2018’an heta niha dozên derbarê qetilkirina jinan de ji aliyê hiqûqî ve şopandine. Em jî wek komele armanc dikin ku piştgiriyê bidin jinan û pêşiya bûyerên bi vî rengî bigirin.  Li Şirnexê bûyerên tecawûz û qetîlkirinê gelek zêde ne.  Lê derbarê van bûyeran de pêşketin û lêkolîn nîne. Piraniya dozên jinan bê encam tên hiştin û kujerên wan ne diyar in.”    ‘16 jin hatin qetîl kirin û kujerê 14 jinan ne diyar in’   Ebrû, anî ziman ku wan wek şandeyek ji komeleyê serdana malbatên jinên ku li Şirnexê hatine qetîlkirin kirine û got: “Piranî li vê herêmê jinên ku hatine qetilkirin kujerên wan nehatine diyarkirin. Li Şirnexê jî di nav 2 salan de 16 jin hatine qetîlkirin û kujerên 14 jinan ne diyar in. Me jî ji bo ku em balê bikşînin ser van bûyeran û di hêla hiqûqê de piştgiriyê bidin berê xwe da Şirnexê. Di vê çarçoveyê de me bi baroyên herêmê û dozgeriyê  re hevdîtin kir. Em hewil didin ku derheqê dozên van jinên ku hatine qetîlkirin bibin xwedî agahî. Di vê çarçoveyê de em serdana malbatan dikin. Me heta niha li Şirnexê serdana malbata Firdevs Babat û Mîhrîban Şengîl kir. Êm ê dozên derbarê jinên hatine qetilkirin de bişopînin. Em dixwazin bibêjin ku jin û zarok ne tenê ne.”   ‘Qetîlkirina jinan polîtîk e’   Ebrû, di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku sedema zêdebûna bûyerên qetîlkirina jinan nepêkanîna edaletê ye û mekanîzmayên dewletê ne. Ebrû, got: “Li Şirnexê qetîlkirina jinan bi du alî dikare were şîrovekirin. Yek jê mirov dikare bibêje ku qetîlkirina jinan polîtîk e lê li bajarên kurdan hewil tê dayîn ku ser van qetlîaman bê girtin. Sedema zêdebûna van bûyeran jî nepêanîna  edaletê û ne lêkolînkirin e. Kujer ji polîtîkayên bêcezahiştinê cesarete digirin û ev jî rê zêdetir li ber qetilkirina jin û zarokan vedike. Bi taybetî j, piştî vekişandina ji peymana Stenbolê bûyerên destdirêjî û qetîlkirine zêde bûne. Ji ber ku peymana Stenbolê ji bo parastina jin û zarokan girîng bû. Lê bi vekişandina ji peymanê ewlehiya jiyana jin û zarokan ket xeterê. Gelek kujer cesarete ji vekişandina peymana Stenbolê jî digirin.”   ‘Bila jin dengê xwe bilind bikin’   Ebrû, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ku jin bi hev re bi hêz in û bang li jinan kir ku li her derê dengê xwe bilind bikin. Ebrû, ev tişt anî ziman: “Bang li jinan dikim ku û dibêjim. em li vir in û em ê mafên we biparêzin. Bila jin dengê xwe bilind bikin û pêkanînên li ser xwe qebûl nekin. Jinên ku tundiyê dibînin divê cesareta ku serî li saziyên jinan bidin bi xwe re biînîn.”