Xizmên girtiyan: Em tucarî paşde gav navêjin 2022-11-28 09:24:19       AMED - Xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin ku ji bo girtiyan edaletê dixwazin gotin, "Astengî me bêzar nakin û em ê her daxwaza xwe ya edaletê dubare bikin."   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtî yên nexweş û infaza wan hatine şewitandin zêdeyî salekê ye bê navber li ber deriyê dadgeha Amedê, girtîgeha Tîpa D û ATK’ê berdewam dike. Ruxmê serma, germahiyê, nexweşiyan û astengiya polîsan xizmên girtiyan li berxwe didin û dadikevin qadan. Beriya niha ji ber qedexeyên çalakiyan a walitiya Amedê ji bo 7 rojan daye de Nobeta Edaletê jî hate astengkirin. Xizmên wendayan yên li Baroya Amedê hatin gel hev diyar kirin ku ew ê dev jî têkoşîna xwe bernedin û çi dibe bila bibe heya digihêjin armanca xwe ew ê li qadan bin.   ‘Heya em sax bin em ê li qadan bin’   Xwişka girtiyê nexweş ê bi navê Hemdusena Ada ku 11 sal in girtiye, Reşahat Ada bê navber hertim beşdarî çalakiya Nobeta Edaletê dibe. Reşahat bi israr li hember hemû şert û mercan xwe dike sîper û daxwaza xwe tîne ziman. Reşahat bi van gotinan dest bi axaftinê kir: “Zêdeyî salekê ye em li qadan in. Bi israr em dibêjin tenê daxwazek me heye. Em edaletê, hevsengiyê dixwazin. Çi dibe bila bibe jî em dev ji vê daxwaza xwe bernadin. Girtiyên me bi nexweşiyên giran in. Lewra ruxmê wê jî nayên berdan. Ji bo em li hember vê rabin me tu astengî nas nekirin. Em hertim li qadan in em îro jî dibêjin em ê li pey berxwedana wan bin. Demên ewqas berf hat û li erdê cemed çêbû jî em derketin. Em ê li pey doza wan bin. Heya dilopek xwîn di canê me de bimîne em ê li van deran bin û ew ê jî li pey doza xwe bin. Ew jî paşve gav navêjin û em  ê jî layiqê berxwedana wan bin.”   ‘Em ê edaleta pêwîst bînin’   Reşahat bi lêv kir ku ew ê edaleta pêwist e bînin û wiha lê zêde kir:"Beriya niha çend rojan em çûn ber deriyê girtîgehê ji bo em daxuyaniya xwe bidin û nobeta xwe bidin berdewamkirin. Lewra polîsan destûr nedan û biryara walitiyê ya qedexeyê bi me re parve kirin. Pêwîst bû kû ev ji me re ne derbasdar ba. Ev zêdeyî salekê ye em li qadan in û ji derveyî gotinekê ji devê me derneketiye. Ev jî mafê me ye. Ev mafê me yê mirovahiyê ye. Em dibêjin bila wekhevî hebe. Em mirovên aştîxwaz in. Herî kêm pêwîst e tedawiya nexweşên me bi awayekî rêkûpêk pêk were. Bila cenaze ji girtîgehan dernekeve. Daxwaza me ev e. Bila girtîgeh nebin hola goristanê. Ew li hemberî vê daxwaza me, li hemberî çalakiyên me bibin asteng jî em ê li berxwe bidin. Çi dibe bila bibe wê Nobeta Edaletê berdewam bike. Em ê edaleta ji bo hemûyan pêwîst zor jî be bînin."   ‘Jimara girtiyên nexweş nîşaneya bêedaletiyê ye’   Dayika girtiyê nexweş ê giran Ciwan Boltan, Nazîme Boltan jî di derbarê astengiyan de helwesta xwe anî ziman û got: “Ji bo çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê em bi mehane li qadan in. Em bi israr daxwaza xwe tînin ziman. Lewra hefteya çûyî çalakiyên me ji ber biryara qedexeyê ya walitiyê hate qedexekirin. Dema em çûn ber deriyê girtîgehê em hînî vê qedexeyê bûn. Lewra daxwaza me diyar e. Pêwîst e qedexeyek wisa li ser me neyê ferzkirin ango em jî nas nakin. Zarokên me bi salan in di girtîgehan de ne. Bi salan in bi nexweşiyên giran re, di bin şert û mercên giran de têdikoşin. Jimara wan girtiyên nexweş di holê de ne. Ev jimar jî nîşaneya bêedaletiyê ye. Ev jimar lekeyek reş e. Ruxmê bi salan in em li qadan in gavek nehatiye avêtin. Li dijberî wê astengiyan derdixin.”   ‘Em ê bi israr bêjin edalet?’   Nazîme da zanîn ew ê bi israr bibêjin edalet û wiha pê de çû:"Zarokên me bi nexweşiyên giran in yan jî ruxmê cezayê hatiye dayîn qedandine jî infaza wan tê şewitandin. Dema vê dikin jî gotina poşmaniyê li wan didin ferzkirin. Zarokên me çi kirine wê poşman bibin? Li pey zimanê xwe çanda xwe û nasnameya xwe ne. Kesek qetil nekirine, dizî nekirine an jî çav bernedaye namûsa kesî. Zarokên me nexweş in, gelo kîjan dayik dikare dema zarokê wê li ber mirinê be ew di malê de rûnê. Wijdanê min qebûl nake. Dilê min dest nade ez van qedexeyan nas bikim û di mal de rûnêm. Ji bo wê ji îro şûnde jî tu qedexeyan em nas nakin. Pêwîst e çareserî were pêşxistin. Em kurd in û divê bi vê nasnameyê êdî me qebûl bikin. Divê ji bo vê nasnameyê nêzîkatiyên keyfî neyên nîşandan. Em ê li dijî wan bêmafiyan li qadan bin. Em ê bi israr bêjin edalet."