‘Em ê li dijî şer li her derê têbikoşin’ 2022-11-27 09:01:19     COLEMÊRG - Jinan bertek nîşanê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Kobanê dan û diyar kirin ku wê li dijî şer li he derê têkoşîna xwe bidomînin.   Balafirên şer ên aydê Tirkiyeyê li bajarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêma Federal a Kurdistanê gelek êrîşên hewayî pêk anîn. Kobanê, Şehba, Dêrik û Girê Spî jî bombebaran kir. Li bajarê Kobanê ku li dijî DAIŞ’ê têkoşînek mezin tê dayîn, girê Miştenur hedef hat girtin û nexweşxanEYa li gir hat bombebaranikrin. Di êrîşên hewayî yên li herêmê, 11 kes hatin qetilkirin. Jinên Colemêrgê bertek nîşanê êrîşan dan û gotin wê li dijî êrîşan li her qadê têbikoşin.   ‘Di navbera 7’ê Hezîran û 1’ê Mijdarê de êrîşên wisa pêk hatibûn’   Hevseroka HDP’a Colemêrgê Humeyra Armut da zanîn ku li dijî Kurdan şerê qirkirinê tê meşandin û wê li dijî hemû êrîşan têbikoşin. Humeyrayê wiha vegot: “Mînaka êrîşa Taksîmê berê jî gelek caran hat jiyîn. Bi taybet di navbera 7’ê Hezîran û 1’ê Mijdarê de êrîşên bi vî rengî pêk hatin. Em bi desthilatdariyeke ku êrîşan dixe ser rêxistinekê û xwe rewa dikin re rû bi rû ne. Hîna tiştekî der barê êrîşa Taksîmê de diyar nebûbû wezîrê karê hundir û serokomar, her wiha gelek saziyan raste rast rêxistinek hedef girtin û rêyên êrîşa li hember Kobanê vekirin.”   ‘Divê her kes berteka xwe bîne ziman’   Humeyrayê bi lêv kir ku beriya hilbijartinê her tim li hember Kurdan êrîş pêk hatine û desthilatdariya heyî di nokteya Kurdan de tu car gavên şênber neavêtiye û ev tişt bi lêv kir: “Li hember Kobanê êrîş pêk tên. Em hemû dizanin ku di encama têkoşînek mezin de Kobanê ji çavsorên DAIŞ’ê hatiye girtin. Li Kobanê bi pêşengiya jinan berxwedanek xurt hat nîşandan û yên ku ev qebûl nekirin, hezim nekirin pratîka şer ji nû ve nîşan dan û niha li hember Kobanê êrîşan pêk tînin. Gelek sivîlî di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dan. Divê her kes li dijî van êrîşan bertek nîşan bide û dengê xwe bilind bike.”   ‘Em ê li her derê têkoşîna xwe bimeşînin’   Hevseroka navçeya navendî ya Colemêrgê Sînem Seven jî bal kişand ser êrîşên AKP-MHP’ê û diyar kir ku talîmata êrîşan di şevekê de hatiye dayîn û wiha pê de çû: “Ev êrîş li hember destkeftiyên jin û gelê Kurd e. Desthilatdariya faşîst got ‘Kobanê li ber ketinê ye’ lê ji ber Kobanê neket, bandorek mezin li ser wan bû. Ji ber vê niha dîsa êrîş dikin. Bi van êrîşan dixwazin gelê Kurd tune bikin. Gelê Kurd bi sedsalane têdikoşin û tu car şûnde gav neavêtine. Wê bi girtin û qetilkirinan me neqedînin. Em ê têkoşîna xwe li her derê bidomînin.”   ‘Ji şer re na’   Rêvebera HDP’a Colemêrgê Asya Akgul jî êrîş şermezar kir û nirxandina xwe wiha kir: “Heta li hember Rojava û herêma Kurdistanê êrîş bidomin wê xizanî û krîza aborî ya li welat jî her biçe giran bibe. Divê ne tenê gelê Kurd hemû gel li dijî şer bertekên xwe bînin ziman. Şer tu tiştekî nade kesî. Ji bilî zirara şer ji tiştekî re fêde tune ye. Ez pêkanînên li hember Kurdan û Kobanê şermezar dikim. Em ê li her qadê ji şer re bêjin na.”