‘Em li dijî polîtîkayên şer serî natewînin’ 2022-11-26 09:01:14     COLEMÊRG - Endama HDP PM’ê Leyla Atsak der barê polîtîkayên şerê taybet yên li Colemêrg û navçeyên wê didomin axivî û da zanîn ku jin û ciwan li dijî polîtîkayên şerê taybet serî natewînin û xwe rêxistin dikin, têkoşînê didomînin.   Polîtîkayên şerê taybet yên li hember gelê Kurd, li Kurdistanê bi taybet jin û ciwanan hedef digirin. Li bajarên Kurdistanê ku qetilkirina jinan zêde bûye, polîtîkayên şerê taybet jî roj bi roj girantir dibin. Cerdevan, leşker û polîs destdirêjiyê û tecawizê li jinan dikin û gumanbar sûcên xwe didomînin. Li Colemêrg û navçeyên wê li hember jinan polîtîkayên şerê taybet didomîn. Li herêmê fuhuş, bikaranîna hişbirê tê ferzkirin. Jinên bi van pêkanînan re tên rû hev ya întîxar dikin yan jî malbatên wan ji bajar derdikevin.   Endama Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Atsak polîtîkayên şerê taybet yên li Colemêrg û navçeyên wê nirxand.   ‘Li cihên jin bi rêxistinin polîtîkayên şer vala derketin’   Leyla Atsak destnîşan kir ku polîtîkayên şerê taybet rewşa şerê li ser civakê ye û ev bi giştî civakê ber bi şer ve dibe û wiha dirêjî dayê: “Di polîtîkayên şerê taybet de herî zêde jin hedef tên girtin. Yek ji bajarên ku rêxistina jinan lê xurt e Colemêrg e. Di vê nokteyê de ji sala borî heta niha li ser jinan polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Di encama van polîtîkayan de bêîradekirina jinê, dûrxistina ji civakê, tenêhiştin, hiştina bi jiyaneke dijexlaqî, întîxar derketin holê. Li cihên ku rêxistina jinan xurt bûn polîtîkayên şerê taybet vala hat derxistin.”   ‘Jinan dengê xwe bilind kirin’   Leylayê bi lêv kir ku ev nêzî salekê ye li Colemêrg û navçeyên wê li hember jinan polîtîkayên qirêj tên meşandin û jinan mahkumê jiyanek dijexlaqî dikin. Leylayê di berdewamiyê de axaftina xwe wiha domand: “Li herêmê bikaranîna hişbir û fuhuşê li jinan ferz dikin. Jinan li dijî van polîtîkayên qirêj dengê xwe bilind kirin û têkoşîn meşandin. Yên ku hewl didin jiyanek xweş bidin civakê û rê bidin civakê dîsa jin in. Lê ji ber vê her tim di hedefa dewletê de ne. Jin civakê û jiyanê xweş dikin. Ger jin bê îrade bên hiştin ew civak bê îrade dibe. Di vê nokteyê de jin di hedefa mêr û dewletê de ne.”   ‘Ji bo tunekirina îrada jinê polîtîkayên cuda tên meşandin’   Leylayê her wiha bi lêv kir ku ji bo parastin û li dijî polîtîkayên qirêj, yekane rê têkoşîn e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî van polîtîkayên qirêj xebatên me didomin. Herî dawî li Geverê ji bo şermezarkirina 9’ê cotmehê wê meşek pêk bihata. Wê demê 7 hevalên me yên jin hatin binçavkirin. Di têketina nezaretxanê de li hevalên me lêgerîna tazî kirin. Bi vê hewl dan îradeyê bişkînin. Ji ber jinan lêgerîna tazî qebûl nekirin, tundî lê kirin. Ev polîtîkaya şerê taybet a dewlet dimeşîne ye. Ji bo tunekirina îradeya jinê polîtîkayên cuda dimeşînin. Lê jin çi dikin, li dijî polîtîkayan serî natewînin, têkoşîna xwe didomînin.”   ‘Divê em xwe bi rêxistin bikin têkoşînê bidomînin’   Leylayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jin û ciwan hêza dînamîk a civakê ne û wiha bi dawî kir: “Ger tu civakek ciwan tune bikî, tu hêza dînamîk a wê civakê jî tune dikî. Dema ciwan xwedî li îradeya xwe dernekevin, xwe teslîmê pergalê bikin wê bibin wek robot. Li dijî polîtîkayên şer yên li herêmê tên meşandin divê em hemû xwe rêxistin bikin, têkoşîna xwe bidomînin.”