Li Stenbolê jinan bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' li ber xwe dan 2022-11-25 18:57:54   STENBOL- Bi sendan jinên ku bi minasebeta 25'ê Midarê li Kolana Îstîkalê kom bûn , bi dirûşma "Jin jiyan azadî" li ber xwe dan.   Li Stenbolê bi sedan jin di pêşengiya Platforma 25'ê Mijdarê de bi dirûşma, "Em ji bo azadiya xwe bêdeng nabin, Dest ji jiyana xwe bernadin û li Dewleta Mêr re Îtaetê nakin, li Kuçeya Yazgan hatin cem hev. Li gel ku polîs hemû kuçeyên Beyogluyê dorpêç kirin jî jinan astengî nas nekirin û bi drûşma "Jin jiyan azadî" ber bi Qada Tunelê ve dest bi meşê kirin.  Meşê bi dirûşman dest pê kir   Jinên ku dest bi meşê kirin dirûşmên, "Em bi şev jî kuçe, kolan û qadan terk nakin" berz kirin. Polîsan jin dorpêç kirin û ew jî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" li ber xwe dan.   Li gel ku gelek kolan ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin jî jinan dirûşmên, "Dewleta kujer" berz kirin û li ber xwe dan.