Piştî 30 salan şûnde: Heta zindan vala nebin azadî nîvco ye 2022-11-23 09:12:19     ÎZMÎR - Emîne Yildirim ku 30 salan şûnde hat berdan diyar kir ku derketina bi awayekî fîzîkî xweş e lê ev ne azadiya tam e û wiha dirêjî dayê: “Heta zindan vala nebin, ew coş nîvco ye. Heta em li derve bi hevalên xwe re neyên gel hev azadî tam nayê jiyîn.”   Emîne Yildirim di 1992’yan de li Licê ya Amedê hat binçavkirin û Dadgeha Ewlehiya Bilind (DGM) cezayê muebetê dayê.  Emîne 30 sal şûnde di rojên borî de hat berdan. Emîne ku li girtîgehên Amed, Riha, Sêwas, Mêrdîn, Elbîstan û Gebzeyê ma, ji JINNEWS’ê re axivî. Emîneyê destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji aliyê civakê de baş nayên dîtin û ev pêvajo hîn bêtir bi xeter e.   Heta hevalên me neyên berdan azadî nîvco ye   Emîneyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha dirêjî dayê: “Azadî bi yek kesî nabe. 30 sal şûnde derketim. Derketin ne hêsan e. Hevalên me li wir man. Nîvê Tirkiyeyê veguheriye girtîgehan. Ji ber vê em hev jî nas dikin. Hevalên me, ji hev re name dişandin. Me ew hiştin, ji ber vê gelek zehmet e. Mirov aliyekê xwe li wir dihêlin. Azadî tiştekî xweş e. Lê yeko yeko nabe. Azadiya şexsî nabe. Heta zindan vala nebin ew coş nîvco dimîne. Xwezî em hemû bi hev re derketibana. Coş wê gelek cuda bûna.”   ‘Daxwaza me ya azadiya civakî bû sûc’   Emîneyê pêvajoya girtina xwe  jî wiha nirxand: “Ez mexdûra DGM’ê me. Min tu car xwe sûcdar nedît. Ez nikarim bêjim ji ber sûc hatime girtin. Ez mexdûra DGM’ê me. Wê demê DGM hebûn. Ez di 1992’yan de hatim girtin. Daxwaza azadiyê ji bo her kesî derbasdar e. Daxwazek mirovahî ye. Me jî azadî xwest. Sedema 30 sal girtina min daxwaza azadiyê bû. Ev daxwaza azadiya civakî bû.”   ‘Bertek nayên nîşandan’   Emîneyê rewşa girtîgehan wiha anî ziman: “Rewşa girtîgehan ji derve serbixwe nîne. Hundir çawabe derve jî wisa ye. Derve çiqas azad e hundir jî evqas azad e. Em wisa dinêrin.Wateya azadiyê ligel me cuda ye. Her kes dizane azadî ne tenê fîzîkî ye. Li ku derê neheqiyek hebe li wir girtinek heye. Rewşa girtîgehan wek salên 80’ê ye. Yanî wek salên 80’ê tundiya fîzîkî tune, rewşek cuda heye. Dema em hatin girtin tundiya fîzîkî hebû. Ez li Amedê hatim girtin. Demek kurt li wir mam. Piştre ez birim Rihayê. Du salan li wir mam, ceza birîn. Piştre şandin Sêwasê, 12 salan li wir mam. Piştre şandin Mêrdînê. Du salan li wir mam şandin Elbistanê. Ji wir jî surgunê Gebzeyê kirin. Ez ji wir tahliye bûm. Salên borî de êrîş û tundî hebûn. Her kesî ev didît. Ji derve bertek hebûn. Yên ev didîtin zêdetir hêrs dibûn. Lê di vê pêvajoyê de tundiya fîzîkî tune ye, ji ber vê jî bertek tune ne. Bêdengî jî xetereya herî mezin e.”   ‘Li girtîgehan bandora burokrasiyê zêde bû’   Emîneyê her wiha anî ziman ku civak rewşa li girtîgehan nabîne û wiha dirêjî dayê: “Civak van pêkanînan nabîne. Ji ber vê jî pêvajo xetertir dibe. Mînak ji bo çûna nexweşxaneyê, revîrê mirov 24 saetan hewl didin. Her zor û zehmetî tê kişandin. Daxwazname tên dayîn. Yanî li girtîgehan burokrasî evqas zêde bûye. Burokrasî ji xwe heye lê bandora wê li ser mirovan pir zêde bûye. Hevalên me her roj bi van re mijûl dibin. Ev di alî psîkolojîk de bandorê li mirovan dikin. Pirsgirêka herî cidî çûyîna nexweşxaneyê ye. Mirov di 30 salî de çawa dikarin baş bin. Bêguman nexweşî rû didin. Gelek hevalên me emeliyat dibin. Bi zorê dibin nexweşxaneyan. Bi qanûnên nû protokolan pêk tînin. Ji ber kelepçeyê hevalên me bêyî derman bibin şûnde vedigerin. Bi kelepçeyê dermankirinê qebûl nakin. Bijîşk dibêje ku leşker kelepçeyê veke, lê leşker jî li bendê bijîşk dimîne. Kes wê berpirsyariyê nagire ser xwe. Dermankirin maf e. Ez ne wek girtî wek nexweş diçim cem bijîşk. Lê bi awayekî aşkera wek girtî nêzî me dibin. Ji ber vê rewşa girtîgehan her diçe xera dibe.”   'Tecrîdek mezin li girtîgehan heye'   Emîneyê balkişand ser pêkanînên din ên li girtîgehan û da zanîn ku ragihandin pir kêm bûye û ev wek îşkenceyê nirxand. Emîneyê di berdewamiyê de nirxandina xwe wiha domand: “Televîzyon heye lê her kanal tune ye. Çend kanalên navendî hene. Ev kanal jî di bin kontrola îdareyê de ye. 12-13 kanalan diyar dikin. Ji bilî wê tiştek tune ye. Radyo kirine yek tîp. Rojnameyên muxalîf nakevin hundir. Kanalên muxalîf tune ne. Şandina nameyan jî pir biha bûye. Em dizanin tenê li girtîgehan name tê nivîsin. Lê her tim zemê dikin. Pêvajoya dawî de jî korona bû hincet. Şandina nameyan bû pirsgirêk. Tecrîdek mezin li girtîgehan heye. Li gorî berê rewş hîn bêtir xerab bûye.”   ‘Her cureyê maf bû alava îşkenceyê’   Emîneyê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Sedema van pêkanînan tolgirtin e. Nikarin vê di alî fîzîkî de bikin lê bi vê rêyê hewl didin tolê bigirin. Her cureyê maf dibe alava îşkenceyê. Ev bandora siyaset û desthilatdariyê ye. Hevalên me pir bi îrade ne. Tu kes nikare maneviyatê tune bike. Her kes li dijî pirsgirêkan li berxwe didin. Girtî niha vê dikin. Di demên dawî de gelek cenaze ji girtîgehan derket. Ev pêvajoyek zehmet bû. Lê berxwedan heye. Berxwedan mîrate ye. Mîrateya şoreşgeran e. Girtî di ferqa vê de ne. Ji ber vê her tim li ser piyan e. Bendewariya girtiyan ji gel heye. Divê di civakê de hestiyarî û bertek ava bibe. Bendewariya hevalan di vî alî de ye.”