'Em ji bo mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî têkoşînê didin' 2022-11-23 09:04:39     Rojda Aydin   AMED - Endama Meclîsa Xwendekarên Demokratîk Esma Otkun, anî ziman ku di bin navê Meclîsa Xwendekarên Demokratîk de ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî, qadên ewlehî û tundiya li ser jinê xebatên xwe dimeşînin û bang li hemû xwendekaran kir ku piştgiriyê bidin wan.   Ciwanên Welatparêz ên xwendekarên zanîngehan di 17’ê Mijdarê de bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew di bin banê “Meclisa  Xwendekarên Demokratîk” de kom bûne. Xwendekar dê ji vê şûnde xebatên xwe di bin banê meclîsê de bidomînin û rêxistinbûyîna xwe bikin. Li ser vî bingehî Komxebatên xwe yên Asayî yên Yekemîn ên Meclîsê dê bi dirûşma “Ji Ciwanên Azadîxwaz re Komxebat”  di 23’ê Mijdarê de li Îzmîrê, 24’ê Mijdarê li Eskîşehîrê û di 26’ê Mijdarê de li Dêrsimê li dar bixin. Her wiha komxebata xwe ya mezin jî dê di 3'ê Kanûnê de li Wan û Stenbolê li dar bixin.   Xwendekara Zanîngeha Artukluyê ku endama Meclîsa Xwendekarên Demokratîk e Esma Otkun, têkildarî avakirina meclîsê û xebatên xwe de axivî.    ‘Ji bo zanîngehên azad û xweser me gav avêt’   Esma, anî ziman ku Meclîsa Xwendekarên Demokratîk salek berê di dîrokên cuda de li hemû bajaran hatiye îlankirin û wiha got: “Li Stenbolê jî salek berê hat îlankirin. Wek Ciwanên Xwendekar ên Welatparêz di rojên derbasbûyî de di bin banê meclîsê de em gihîştin hev. Ji bo ku xwendekar di şertên rehettir de karibin perwerdehiya zanîngehê bibînin me ev meclîsê îlan kir. Dema ku em derketin vê rêyê me dirûşma "Bi zanîngehên azad û xweser ber bi civaka demokratîk ve"  gava yekem avêt. Li zanîngehan di perwerdehiya zimanê zikmakî de em perwerdehiyê dixwazin û vê jî bê pere dixwazin. Em bi vê daxwazê ketin rê.”   ‘Em ji bo xwendekaran qadên ewlehiyê dixwazin’   Esma, destnîşan kir ku li hemû qadan  xebatên xwe dimeşînin û daxwazên xwe tînin ziman û axivî: “Em xebatên ku dikin diçin ku derê tînin ziman ku em hem di warê perwerdeya zikmakî de û hem jî di hemû qadên perwerdeyê de perwerdehiyek bê pere, qadên ewlehiyê, qadên ku destdirêjî li wan tune be  dixwazin. Me vê gelek caran anî ziman. Bi parastina zimanê dayîkê me heta niha ji bo zimanê zikmakî xebat meşand. Ji xebatên ku hatin kirin me hêz girt. Ji ber ku em hêzê ji hevalên xwe yên xwendekar û gelê xwe digirin li vê derê ne. Vegera xwendekaran ji bo me erênî bû.  Ji bo ku em perwerdehiya zimanê  xwe bigirin em têdikoşin. Ji aliyekî dinê ve jî em di pêvajoyeke qeyrana aboriyê re derbas dibin. Dema ku em ji xwendekaran re behsa xebatên xwe dikin kêfa wan tê.”   ‘Em li dijî tundiya li ser jinê jî têdikoşin’   Esma, diyar kir ku di 3’ê Kanûnê de li Wanê 1’emîn Komxebata Navendî ya Asayî dê li darbixin û wiha domand: “Em bang li hemû xwendekarên zanîngehan dikin ku tevlî konferansê bibin. Di vê konferansê de ji ber ku em di bin banê meclisê de kom bûne dê pîrozbahî jî bê lidarxistin.” Esma, daxuyakirin ku di dema meşandina xebatan de daxwazên xwendekaran çêbûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di zanîngehan de daxwaza xwendekaran çêbû, lê daxwazên xwendekaran heman daxwazin. Xwendekarên zanîngehan perwerdehiya zimanê zikmakî, qadên ewlehiyê dixwazin. Di demên dawiyê de li zanîngehan bûyerên destdirêjiyê gelek zêde bûne. Komkûjî û tundiya li dijî jinê zêde bûye. Xwendekar dixwazin ku zanîngehên xweser bên avakirin û têkoşîna xwe ya ji bo vê yekê mezintir bikin. Di heman demê de xwendekar dixwazin ku pêşiya van bûyeran jî bê girtin û bi dawî bibin. Ji ber vê yekê jî xwendekar hêza xwe dikin yek û têdikoşin. Ji zanîngehan heta kolanan, li her dere prensîba me ya duyemîn jin û tundiya li ser jinê ye. Ev bi tenê bi zanîngehan re sînordar namîne. Em ê li her qadê û kolanan li dijî tundiya li ser jinan bisekinin û ji bo ewlekariya jinan û jiyana wan têbikoşin.”   ‘Em serhildana jinê slav dikin’   Esma, bal kişand ser serhildana ku di şexsê jina Kurd Jîna Emînî  de îro li dijî rejîma Îranê pêk hatiye û got: “Îro li Îranê serhildanek mezin tê jiyîn. Bi piştgiriya xwendekarên jin ên li zanîngehan û derve îro serhildanek mezin tê jiyîn. Em jî di şexsê wan de li ser rêya wan dimeşin û çalakiya wan pîroz dikin. Em jî wek xwendekarên zanîngehan tevlî vê serhildanê û piştgiriyê dibin. Li ku derê dibe bila bibe em li dijî êrîşên ser jinê ne. Em bi rihê ciwanan tevlî çalakiya wan dibin. Divê em hemû ciwan di ferqa vê rastiyê de bin.”     ‘Em li vir in hûn jî werin’   Esma, di dawiyê de ev bang kir: “Em bang li xwendekarên ku bi me re di heman fikrê de ne dikin ku ji bo şert û mercên jiyanek baştir a li zanîngehan bixebitin û wan vedixwînin  yekîtî û piştgiriyê. Em li vir in hûn jî werin.”