Asli Çalihan a ji girtîgehê derket: Berxwedan jiyana me ye 2022-11-22 17:39:52     KOCAELÎ - Asli Çalihan a li Girtîgeha Gebzeyê dihat girtin ku piştî 12 salan hat berdan got, "Berxwedan jiyana me ye."   Asli Calîhan a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê dihat girtin, piştî 12 salan hat berdn. Asli ya ku di 18 saliya xwe de di sala 2010'an de bi îdaya "endamtiya rêxistinê" 12 sal ceza xwaribû, piştî ku înfaza wê temam bû hat berdan.   'Bijî berxwedana zindanan'   Li gel Malbata Asli li ber girtîgehê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), xizmên girtiyan ên ku nobeda Edaletê digirin, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Fatîhê Seyrî Îpek û hevserok û rêveberên HDP'ê yên navçeya Gebzeyê bi kulîlk, lîlandin û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" Asilyê pêşwazî kirin.   serî netewand   Bi berzkirina dirûşman a girseyê re, aktîvîsta Nobeda Edaletê Fîncê Akman binçav kir. Dema ku Fîncê birin wesayîta binçavkirin li hemberî vê rewşê dirûşma "Biji berxwedana zindanan" berz kir. Di vê navberê de Zeynep Çalihan bertek nîşanî îşkenceya polîsan da.   Asli a ku ji girtîgehê derket got, "Em mafê xwe yê mirovî bi kar tînin, berxwedan mezin dibe."   Asliyê li gel hemû astengiyan bi coş, bi çepik û kulîlkan hat pêşwazîkirin û got, "Berxwedan jiyana me ye."   Herwiha Fincê ya ku hat binçavkirin piştî kontrola tendirustiyê serbest hat berdan.