DFG û MKGP'ê qetilkirina nûçegihanê ANHA’yê şermezar kirin 2022-11-22 13:26:09   AMED – DFG û MKGP'ê, qetilkirina rojnamegerê ANHA’yê Îslam Ebdûllah protesto kirin.   Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Palatforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), ji bo bîranîna nûçegihanê ANHA'yê yê Dêrikê Îsam Ebdullah ê ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, li ber avahiya DFG'ê bi beşdariya rojnamegeran xwestin daxuyaniyê bidin. Gelek rojnameger xwestin tevlî daxuyaniyê bibin. Lê polîsan kolana Hunerê ku wê daxuyanî lê bihata dayîn kirin bin ablukayê. Her wiha rojnamegerên ku xwestin keşanê bikin pêşiya wan ji aliyê polîsan û wesayitên zirxî yên polîsan ve hat giritn.     ‘Em vê biryarê şermezar dikin’   Polîsan qedexeya walitiyê wek hincet nişanda û destûr nedan ku rojnameger ji avahiyê derbikevin. Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu jî cihê ku hatin astengkirin de ev tişt got: “Em di hindûr de daxuyaniyê nadin û em vê pêkanînê şermezar dikin. Lê bila bizanibin ku çapemeniya azad jî di bin tu şert û mercan de bêdeng nabîne.  Mafê rojnamegertiyê û ê ragihandinê nikare bê astengkirin Em jî vê biryarê protesto dikin.”   Piştî axaftina hat kirin rojnameger belavbûn.