Jinên Şêrewa: Li hember dorpêç û êrîşan em ê li berxwe bidin 2022-11-22 09:05:33     Hesna Mihemed   ŞEHBA - Jinên navçeya Şêrewa ya herêma EfrînÊ teqez kirin ku ruxmî êrîş û dorpêçiya ku li ser wan hatiye ferzkirin jî xeta berxwedanê hildibijêrin û dev ji ax û nasnameya xwe tu carî bernadin.   Şêrewa navçeyek ji navçeyên herêma Efrînê ye. Beşek ji vê navçeyê ketiye bin kantrola dewleta tirk û komên girêdayî wê. Tenê gundê Birc Qas, Zernaît, Meyasê, Gundê Mezin, Kelûtê û Ba Şemrê di bin serweriya Rêveberiya Xweser a herêmê de mane. Li rojavayê van gundan çeteyên dagirkeriyê bi cih bûne û aliyê rojhilat jî bajaroka Nibil e ku tê de rêjîma Sûriyeyê bi cih bûye. Rojane şêniyên van gundan rastî êrîşên dewleta tirk tên, di heman demê de ji aliyê bajaroka Nibil ve rê li ser van gundan hatiye giritin û pêdîviyên jiyanî derbasî nav milet nabe, ev jî zehmetiyên jiyanî bi xwe re derdixîne holê. Li hember van astengiyan her nameya gel ew e ku berxwedana xwe bidomînin û teslîmkariyê qebûl nekin. Jinên navçeya Şêrewa ku di nava dorpêçiya rêjîma Sûriyeyê û êrîşên dewleta tirk de dijîn nêrînên xwe bi me re parve kirin.   'Em rê nedin armanca dewleta tirk û çeteyên wê'   Awaş Mihemed ku ji gundê Kîmarê ye ji ber dagirkeriya dewleta tirk gundê wê talan kiriye koçî gundê Birc Qasê bûye behsa jiyana xwe ya li gund û di nav dorpêçiyê de dike û dibêje: "Ev bû pênc sal li Birc Qasê bi malbeta xwe re dijîm. Dewleta tirk gundê me talan kirin ji ber wê em koçber bûn. Em li vir gelek astengiyan dibînin ji ber aliyek gund çeteyên dewleta tirk in û rû bi rû êrîşî me dikin û aliyê din jî bajaroka Nibil ku rejîma Sûriyeyê tê de bi cih bûye rê li ser me girtine û em xistine nav dorpêçiyê. Em di warê peydakirina derman, pêdîviyên jiyanî de gelek zehmetiyan dikşînin. Li hember êrîş û ambargoya li ser me em xeta berxwedanê hildibijêrin û teslîmî wan nabin. Em tu carî bostek ji erdê xwe nahêlin têkeve nav destên çeteyên dagirkeriyê. Şeş gund ji navçeya Şêrewa ne di bin kantrola dagirkeriyê de ne. Dewleta tirk dixwaze van gundan jî têxe bin kantrola xwe lê wê tu carî negihîne armanca xwe."   'Li dijî êrîş û dorpêçê me berxwedan hilbijart'   Hemîda Ehmed Nasro jî ku ji şêniyên gundê Birc Qasê ye dest nîşanî berxwedana gel a li hember dorpêç û êrîşên ku tên kirin kir û wiha pê de çû: "Rojane dewleta tirk gund topbaran dike. Aliyê rojavayê gund dewleta tirk dagir kiriye, her wiha erd û zeviyên me  li wî milî ne, em nikarin bi rihetî derbasî nav bibin. Ew ketine ser xetê sînor di nava me û çeteyan de. Zarok gelek ditirsin. Di milê rojhilat de jî şêniyên bajaroka Nibil rêya bazirganî û çûnhatinê li ser gund girtiye û nahêle em pêdîviyên xwe yên jiyanî derbasî nav gund bikin ji bo debara xwe pê bikin. Ruxmî şerê ku li ser me didin meşandin jî em ê dev ji axa xwe bernedin û li gund bijîn. Armanca dewleta tirk em ji gund koç bibin. Em jiyanek dijwar dijîn dîsa nameya me berxwedan û têkoşîn e. Xwesteka me ji dewletên navneteweyî û rêxistina mafê mirovan re heye ku xwedî li erkên xwe derkevin û ji bo mafê sivîlan tev bigerin."   'Em ê heya mirinê li gundê xwe li berxwe bidin'   Hemîda Mihemed jî ji xelkê resen ê gundê Birc Qasê ye. Wê jî diyar kir ku li hember zehmetiyên ku dibînin wê dev ji axa xwe bernedin û ev tişt anî ziman: " Rû bi rû opîs û guleyên dewleta tirk û çeteyên wê bi ser me de dibarin. Rê bi ser me de girtine pêwîstiyên me derbas nakin. Em ji bilî gundê xwe berê xwe nadin tu derê. Tu carî erd û milkên xwe ji dijmin nahêlin ev jî hedefa dagirkeriyê ye. Em ê heya mirinê li gundê xwe li berxwe bidin. Xwesteka me her miletekî koçber vegerin cih û warê xwe."