'Kobanê ji bo jinan li ber xwe da' 2022-11-21 10:40:00     ÎZMÎR - Di daxuyaniya ku ji aliyê TJA, HDP û Dayikên Aştiyê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku Kobanê li dijî DAIŞ'ê, ji bo hemû gel û jinên cîhanê têkoşîn da û banga piştevaniya bi gelê Kobanê re kirin.    Tevgera Jinên Azad (TJA)  Dayikên Aştiyê û Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê, li ber Nûnertiya HDP'ê ya Îzmîrê daxuyaniyek dan û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Kobanê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî berwxedana Kobanê" hatin berzkirin û pankarta "Jin jiyan azadî, li dijî faşîzm û qirkirina jinê dem dema azadiya jinê ye" hat vekirin. Di daxuyaniyê de Berdevka Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Behiye Yalçin û ji TJA'yê Derya Kandemîr mafê axaftinê girtin.   'Em li cem Kobanê ne'   Berdevka Dayîkên Aştiyê ya Îzmîrê Behiye Yalçin di destpêkê de axivî û diyar kir ku gelê Kurd bi komkujiyeke mezin re rû bi rû ye û got, “Em komkujiyê şermezar dikin. Em dixwazin xwîn raweste. Bila qetlîam nebe, bila dilê dayikan neşewite. Ew bes e. Bila tu kes neyên kuştin. Em hemû bi Kobanê re ne.”   'Li herderê xwedî li berxwedana Kobanê derdikevin'   Piştre Endama TJA’yê Derya Kandemîr axivî û diyar kir ku serkeftina berxwedana gel a li Kobanê ya ku di navbera 14-15’ê Îlona 2014’an de  DAIŞ’ê êrîşî wê kir, li cîhanê deng veda. Berxwedana Kobanê ya ku ji aliyê tevahiya hemû cîhanê ve hat dîtin li herderê xwedî li vê berxwedanê derketin.  Bi banga bi hezaran kesên li çar aliyê cîhanê ku di nav de xwediyên Xelata Nobelê ya Aştiyê, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û nûnerên saziyên sivîl jî hene, 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin."   Derya diyar kir ku ew xwedî li şorşoreşa Kobanê hembêz kirine û bang li hemû cîhanê kir ku ji bo Kobanê li hev bicivin.   Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.