Ji Xwişkên Mîrabal heta Jîna têkoşîn li kolanan e 2022-11-21 09:03:57     ÎZMÎR - Jinên Îzmîrî diyar kirin ku wê di 25’ê Mijdarê de girîngiya parastina cewherî li qadan bînin ziman û gotin berxwedana ji Xwişkên Mîrabal heta Jîna Emînî hatiye, wê mezin bikin.   25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Hember Jinê li her derê cîhanê bi çalakiyên girseyî tê pêşwazîkirin. Jin li dijî şîdet û êrîşên dewlet-mêr ji paşerojê heta îro ji bo destkeftiyên xwe biparêzin kolanan terk nakin.    Li Îzmîrê di 25’ê mijdarê de wê jin girîngiya rêxistinbûn û parastina cewherî bînin ziman.   Ji Însiyatîfa Xwendekarên Azad Ezgîn Canpolat da zanîn ku desthilatdarî polîtîkaya şerê taybet li ser jinan dimeşîne û ji bo jin bê parastina cewherî bê hiştin gelek teşeyên şîdetê pêk tên. Ezgiyê wiha daxuyand: “Li erdnîgariya Kurdistanê talan û texrîbatek heye. Ev talan di bedena jinê de didome. Divê em li dijî cureyên şîdetê wek jina teşeyên parastina cewherî pêş bixînin û parve bikin. Rojeva jinan ne êş û mexdûriyet, divê berxwedan û têkoşîn be.”   ‘Desthilatdarî ji parastina cewherî ya jinan ditirse’   Ezgiyê balkişand ser serhildana piştî qetilkirina Jîna Emînî hatiye jiyîn û wiha dirêjî dayê: “Hemû jinên hatine qetilkirin hinceta têkoşîn û serhildana me ye. Em serhildana xwe hevpar bikin. Li Tirkiyeyê polîtîkaya dijminê jinê serdest e. Desthilatdarî ji jinên azad ditirse û dixwaze bê parastin bihêle. Daraza wan jî bûye mêr. Ji ber vê jî jinan dikin girtîgehan û kujerên jinan gumanbaran berdidin. Jin jiyan azadî ne tenê dirûşmeyeke navê têkoşîna jinê ye.”   ‘Di her derfetê de êrîşî destkeftiyan dikin’   Ji Tora Parastina Jinan Emîne Akbaba jî diyar kir ku AKP şîdetê li ser jinan pêk tîne û di her derfetê de êrîşî destkeftiyên jinan dikin û wiha pê de çû: “Şîdet ji ber polîtîkaya bêcezahiştinê pêk tê. Jinên mafê jinan diparêzin rastî barîkata emniyetê tên. Di vê dema li hember jin û zarokan êrîş tên jiyîn em diçin 25’ê Mijdarê. Em dizanin azadî çiye. Em vê êrîşê qebûl nakin û têkoşînê didomînin.”   ‘Em ê azadiya xwe biparêzin’   Emîneyê wiha dawî lê anî: “Jin li cihên tên gel hev hewl didin torên parastinê ava bikin. Em banga mezinkirina têkoşînê li hemû jinan dikin. Jinên Îranê bi mehane têdikoşin. Em ê li dijî êrîşan parastina azadiya xwe bidomînin.”   ‘Ji jinên rêxistinkirî ditirsin’   Endama Meclîsa Jinan a HDP’a Îzmîrê Gonul Yalçin jî der barê 25’ê Mijdarê de nêrînên xwe anî ziman: “Dîktatoriya li Komara Domînîk a Xwişkên Mîrabal qetil kir, li Tirkiyeyê jî heye. Em li dijî vê rejîma zextxwir bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ têdikoşin. Li Tirkiyeyê rojê herî kêm sê jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. Parastina cewherî gelek girîng e. Desthilatdarî ji jinên rêxistinkirî ditirse. Divê em xwe ava bikin. Riya azadiyê bi jinên azad pêkan e.”