Sira şoreşê: Jin jiyan azadî (3) 2022-11-19 09:53:32     Bi Nobedên Edaletê tora berxwedanê ya hatiye hûnandin   Fatma Gokhan   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên Nobeda Edaletê tevî hemû zext û îşkenceyan berdewam dike. Xizmên girtiyan diyar kirin ku li dijî her cureyê êrîşên desthilatdariyê ya li ser civak, girtîgeh û jinan di nava berxwedanê de ne.   Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê binpêkirinên mafan didomin. Bi taybet li hember girtiyên siyasî pratîkên dijhiqûqî tên meşandin. Tevî bertekên civakê desthilatdarî bêdengiya xwe diparêze. Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û li gorî raporê di 10 mehên dawî de 63 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.   Malbatên girtiyan bi armanca rewşê şermezar bikin Nobeda Edaletê dabûn destpêkirin û nobet her çûn belav bûn û malbat di nobedan de bang li hemû aliyan dikin.    Xizmên girtiyan diyar kirin ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê roja berxwedanê ye û got ew li dijî her cureyê şîdetê ne û wê bi têkoşînê li dijî polîtîkayên desthilatdariyê çareseriyê pêk bînin. Me peyamên xizmên girtiyan yên der barê Nobedên Edalet û 25’ê Mijdarê de berhev kirin.   Riha   Di 14’ê hezîrana 2018’an de li Pirsûs a Rihayê bi êrîşa pêk hat malbata Şenyaşar ket rojeva Tirkiyeyê û malbat li dijî bêdadiya hat jiyîn ket nava hewldanê. Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurê wê ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar yê di êrîşan de birîndar xilas bû li ber Edliya Rihayê di 9’ê Adara 2021’ê de dest bi Nobeda Edaletê kir. Hatin lînçkirin û qetilkirin   Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz bi xizm û parêzvanên xwe çûn serdana kargeriya malbata Şenyaşar û êrîşê malbatê kiribûn. Kesê ji malbata Şenyaşar birîndar rakirin nexweşxaneyê. Êrîş li nexweşxaneyê jî berdewam kir. Bavê Haci Esvet Şenyar ku çû nexweşxaneya dewleta Pirsûsê xwest zarokên xwe bibîne û Haci Esvet li ber çavên zarokên xwe Celal û Adîl Şenyaşar û Emîne Şenyaşar bi lînçkirinê hat qetilkirin.   Pirtûka ‘Edaletê’ hat nivîsin   Berxwedana malbata Şenyaşar pirsgirêka edaletê ya li Tirkiyeyê da ser maseyê û ket rojeva gelek aliyan.  Aliyên bi hestiyar piştgiriyên xwe anîn ziman. Nivîskar Alî Oruç pirtûkek bi navê ‘Edalet’ ya têkoşîna Emîne Şenyaşar vedigot nivîsin.    Ji bo edaletê belgefîlm hat kişandin   Belgefîlma ‘For Justîce’ (Ji bo edeletê) ku Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar vedigot hat kişandin. Derhênera belgefîlmê Elîf Yîgît da zanîn ku ji bo bêdadiya ku li hember malbatê hatiye jiyîn nîşanê cîhanê bide ev belgefîlm kişandiye.   4 sal şûnde îdianame hat amadekirin   Bûyer di 14’ê hezîrana 2021’ê de hat jiyîn. Lê du dosya ku tevî heman rojê hatibûn jiyîn ya li kargerî û nexweşxaneyê hat amadekirin. Di çarçoveya dosyayê de 4 sal şûnde di encama zextên rayagiştî de birayê Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’yî, Celal Yildiz jî di nav de 4 kes hatin girtin.  Di 2’yê Nîsana 2021’ê de biraziyê Halîl Îbrahîm, Osman Şah Yildiz di çapemeniya civakî de got Muslum Yildiz û Îbrahîm Halîl Şîmşek hatine tehliyekirin.   Di darizandina hatiye kirin de 37 sal û 9 meh ceza dan Fadil Şenyaşar û 18 sal ceza jî dan pismamê Îbrahîm Halîl Yildiz, Enver Yildiz.  Dosyaya nexweşxaneyê ya biryara veşariyê dabûn ser jî 4 sal û 4 meh şûnde îdianameya wê hat dîtin. Emîne Şenyaşar ku kurê wê Fadil 4 salan di hucreya yek kesî de ma, dest bi Nobeda Edaletê kiribû û ji bo sûcdar cezayên xwe bikşînin nobeda xwe didomîne.   ‘Bila jin dest ji dozên xwe bernedin’   Emîne Şenyaşar bi wesîleya 25’ê Mijdarê axivî û got divê pêşî li şîdetê bê girtin û got: “Bêdadiya li vî welatî li hember jinan jî tê jiyîn. Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim. Em di televîzyonan de dibînin. Zilmê li jinan dikin. Bila jin neyên qetilkirin. Zilmê hem li jinan hem li zarokan dikin. Zarokan fêrî tiştên xerab dikin. Jinan dikujin û kujer mehekê girtî dimînin û tên berdan. Ez ji bo her kesî ji bo kurê xwe edaletê dixwazim. Tevî evqas jin tên kuştin edalet pêk nayê. Edaleta vê hikûmetê tune ye. Jinan davêjin girtîgehan. Zarokan digirin. Bila dawî li vê zilmê bê.”   Amed   Ji ber şert û mercên girtîgehan malbat ketin tevgerê. Di 16’ê Mijdara 2021’ê de bavê girtiyê nexweş Civan Boltan yê li girtîgeha Tîpa F ya Boluyê, Hakki Boltan, xwişka girtî Abdulselam Guler yê li girtîgeha Tîpa D ya Amedê Încî Guler, xiwşka girtî Siddik Guler yê li girtîgeha Îskenderunê Hasîme Guler, dayika girtî Ahmet Kolakan yê li girtîgeha Hejmar 2 a Bandirmayê Fevziye Kolakan û  keça girtî Mehmet Emîn Ozkan yê li girtîgeha Tîpa D ya Amedê Selma Ozkan li Baroya Amedê htin gel hev û nobeta edaletê dan detpêkirin. Piştî vê malbatên girtiyên din jî tevli nobedê bûn.   Xizmên girtiyan hefteyê sê rojan li ber Edliyeya Amedê, Saziya Tipa Edlî (ATK) û girtîgeha Tîpa D tên gel hev. Gelek saziyên civakî û partiyên siyasî tevli nobedê dibin. Malbat diyar dikin ku ne tenê ji bo zarokên xwe ji bo hemû girtiyan di nobedê de ne.   Du caran çûn meclîsê   Xizmên girtiyan ji Amed, Riha, Mêrdîn, Şirnex, Êlih û Sêrtê di 5’ê Çileyê de çûn Meclîsê û bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Malbatan dosya amade kiribûn teslîm kirin û xwestin gav bê avêtin. Tevî 9 meh derbas bûye tu gav nehat avêtin. Malbatan di 2’yê cotmeha borî de dîsa çûn Enqereyê û bi partiya DEVA, Saadet (SP) û Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) re hevdîtin kirin. Malbatan dosyaya ji 11 rûpelî pêşkêş kir û bal kişandin ser pirsgirêkan. ‘Em ê li dijî her cureyê şîdetê li berxwe bidin’   Xizma girtî Reşahat Ada da zanîn ku ew li dijî her cureyê şîdetê ne û ne tenê ji bo birayê xwe ji bo hemû mirovahiyê têdikoşe û wiha got: “Gelek girtî hene. Em ê heta dawiya jiyana xwe şopdarê têkoşînê bin. Heta çareseriyek neyê dîtin em ê li berxwe bidin. Em çûn Enqereyê. Me dosyayên hemû girtiyên nexweş birin. Em bi partiyên siyasî re hatin gel hev. Me got divê girtiyên nexweş bên berdan.Bila ji bo binpêkirinên mafan û girtiyên nexweş çareseriyekê pêk bînin. Em ê heta dawî li berxwe bidin.”   Wan   Xizmên girtiyên Wanê jî bi heman armancê di 9’ê Kanûna 2022’yan de dest bi nobedê kirin. Hevjîna girtiyê bi navê Îbrahîm Alkan, Dîlşah Alkan, dayika girtî Emrah Abî, Asya Abî û dayika girtî Sînan Karel Zeynep Dayan li salona Konferansa Tahîr Elçî ya Baroya Wanê dest bi nobedê kirin.   ‘Em natirsin’   Dayika Botan Tîmur ê li girtîgeha Tîpa F ya Wanê girtiye, Aslihan Tîmur yek ji dayikên di nobedê de cih digire ye. Aslihan ku 13 meh in nobedê didomîne wiha got: “Heta pirsgirêkên girtîgehan çareser nebe em ê li berxwe bidin. Ev salek zêde ye em li berxwe didin. Me bikujin jî em çalakiya xwe bi dawî nakin. Em natirsin. Zarokên me di bin zilmê de ne. Gelo jin çima bêdeng in. Bila rabin ser piyan. Em ê heta dawî li têkoşîna zarokên xwe xwedî derkevin.”   Aslihanê bal kişand ser 25’ê Mijdarê û wiha bi dawî kir: “Li Îranê berxwedan didome. Divê di 25’ê Mijdarê de hemû jin rabin ser piyan. Têkoşîna Jîna Emînî têkoşîna me hemûyan e. Divê jin bi yek dengî dengê xwe bilind bikin. Divê bibin dengê girtîgehan. Divê li dijî şîdeta li girtîgehan bibin deng.”   Îzmîr  Li Îzmîrê jî bi heman armancê di 12’ê Sibata 2022’yan de nobet hat destpêkirin. Xizmên girtiyan Hanîfe Guneş, Fatma Surme, Hanim Sever û Sultan Yagmekan nobeda xwe didomînin. Dayika Denîz Poyraz ya di êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê de hat qetilkirin, Fehîme Poyraz jî tevli nobetê bûbû. Fehîmeyê da zanîn ku ew ji bo girtiyên nexweş nobedê digirin û wiha got: “Li girtiyan poşmaniyê ferz dikin. Şîdetê li girtiyan dikin. Li hemû girtîgehan şîdet heye. Telefonan qut dikin. Her tiştî bi pere didin. Xwarinê kêm didin. Pereyê ceyranê jî ji wan digirin. Em li dijî vê şîdetê ne. Em şîdeta li ser jinê jî şermezar dikin. Banga me ji bo hemû jinan e bila xwedî li îradeya xwe derkevin û têbikoşin. Jin jiyan azadî.”   Stenbol   Xizmên girtiyan di 24’ê Adara 2022’yan de li Stenbolê li ber Edliyeya Çaglayanê hatin gel hev û çalakî dan destpêkirin. Her pêncşem li ber edliyeya Stenbolê hatin gel hev. Dayika girtî Xemgîn Karakaş ê li girtîgeha Tîpa T ya Afyonê girtiye, Cemîle Karakaş, xwişka girtiyê bi navê Omer Dag yê li girtîgeha Tîpa F ya Balikesîrê girtiye Gulsum Dag û dayika girtiyê bi navê Yakup Akman yê li girtîgeha Tîpa F ya hejmar sê a Sîlîvriyê girtiye, Fînce Akman çalakiya xwe didomînin.   Malbatên girtiyan di vê pêvajoyê de bi dehan carî bi êrîşan re hatin rû hev. Tevî hemû êrîşan dayikan çalakiya xwe her hefte roja şemiyê li navçeyên cuda pêk anîn. Li xizmên girtiyan lêpirsîn hat vekirin lê tu tiştek bi polîsên ku îşkence pêk anîn, nekirin.   Em serî natewînin   Zeynep Çalihan ya ku keçên wê girtîne  diyar kir ku ji bo girtiyên nexweş bên berdan, ji bo şewitandina înfaza girtiyan nobet girtine û wiha got: “34 hefte ye me gelek îşkence dîtin. Dewletê îşkence, heqeret li me kir. 9 kelepçe li destê me xistin. Lê me serî netewand. Em tu car dest ji têkoşînê bernadin. Wê têkoşîna me bidome. Her rojên înê saet di 13.00'ê de em li Çaglayanê ne. Ez di 25’ê Mijdarê de hemû dayikan vexwendiyê qadan dikim.”    SIBEHÊ: Pêşendiya jinên kurd şoreş mezin kir.