Pero Dundar: Komplo di destê wan de teqiya 2022-11-18 09:10:54     Melek Avcı   ENQERE - Parlamentera HDP’ê Pero Dundar da zanîn ku teqîna li Taksîmê kumpasa ji bo êrîşa li hember Rojava pêk hatiye û wiha daxuyand: "Bûyera li Stenbolê tam kumpas û komplo bû. Komployek amade kir û ev di destê wan de teqiya. Senaryo nivîsin lê şaş nivîsin."    Li Qada Taksîm a Stenbolê di 13’ê Mijdarê de êrîşa bombeyî pêk hat 6 kesî jiyana xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn. Piştî teqînê daxuyaniyên bi nakok ên wezîrê karê hundir Suleyman Soylu bal kişandibûn û  gotin ‘destê me de dane tune ne’  û bûyer bi dîtina gumanbar û hemû têkiliyên pê re  di rojekê de bi encam bû.   Roja duyem a teqînê di daxuyaniya hat dayîn de hat îdiakirin ku Ahlam Albahsir ya 23 salî ya Sûriyeyî  bombe daniye. Ligel vê DHA li taxa ku Ahlam lê dijiyan nûçeyek çêkir û şêniyekî taxê got Ahlam saleke li taxê dijî. Suleyman Soylu jî got Ahlam 4 meh berê ji Kobanê perwerde dîtiye û ji Efrînê bi riyên kaçax hatiye Tirkiyeyê.   Qeydên telefonê yê bi parlamenterê MHP’ê   Li aliyê din hatibû diyarkirin ku Serokê navçeya Basanê ya MHP’ê Mehmet Emîn Îlhan bi Ahlam Albahsir re  bi telefona li ser navê wî qeyd kirî du caran hevdîtin kiriye. Ev di qeydên HTS’ê de derket. Li ser vê Îfadeya Mehmet Emîn Îlhan hat girtin û di daxuyaniya nivîskî de got ‘tu eleqe û têkiliya wî bi vê xeta telefonê tune ye.”   PKK û Rojava hedef hat girtin   AKP’ê piştî teqînê PKK û Rojava hedef nîşan da. Desthilatdariya ku ketiye pêvajoya hilbijartinê, di êrîşên li hember Başûrê Kurdistanê de û tengezariya ketiyê de, polîtîkaya derve bi kar tîne û hawira tirsê diafirîne. Wek hilbijartinên 7’ê Hezîran û 1’ê Mijdarê hewldanên wan yên ku polîtîka xwe ya hilbijartinê bikin jiyanê hene.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Pero Dundar der barê mijarê de nirxandin kir.   ‘Komplo di destê wan de teqiya’   Pero diyar kir ku hîna der barê bûyerê de ku agahî tunebû daxuyanî hatiye dayîn û wiha dirêjî dayê: “Daxuyaniya wan a ewil çibû. ‘Ji Rojava hatiye’.  Tişta di bingeha vê de hewce bi nîqaşa wê jî tune ye. Di esasa vê de hinceta êrîşa li hember Rojava heye. Em bêjin êrîşê Rojava kir, ji xwe her roj êrîş dike ew tiştek cuda ye lê gotin Efrîn, Efrîn jî çeteyên ku lê bi cih kirine. Demografiya wê guhertin, çeteyên xwe bi cih kirin. Li Kobanê jî her roj êrîşek cuda heye. Li Rojava jî heman tişt. Lê dixwazin hinceta vê biafirînin. Dixwaze erêkirina vê ji Rûsyayê bigirin, ji welatên Ewropayê bigire, ji DYA’yê bigirin. Dixwazin êrîşa li hember Rojava rewa bikin. Ji ber vê bûyera li Stenbolê tam kumpas û komplo ye. Komployek amade kir lê di destê wan de teqiya. Senaryoyek xêz kirin lê şaş nivîsin. Yên senaryo nivîsîn şaş nivîsin. Şaş kirin jiyanê."   ‘Dixwazin ji qada navneteweyî îcazetê bigirin’   Pero bi lêv kir ku desthilatdarî wisa hêsan nikare bikeve Rojava ji ber vê jî dixwaze ji hêzên navneteweyî û welatan piştgiriyê bigire ji ber vê ketiye hewldana vê komployê û wiha pê de çû: “Li hinceta êrîşê geriyan. Bila berpirsên teqînê bi torên îstîxbarata xurt re daxuyaniyê bidin. Em nizanin kê çawa zemîna vê teqînê ava kiriye, ew dibêjin îstîxbarata me xurt e bila derkevin wê demê bêjin. Lê di esasê de divê ji siyasetê îcazetê bigirin; divê ji welatên din piştgiriyê bigirin ku hinceta êrîşa li Rojava pêk bê.”   Gelo wê ji kaosê derxe yan jî di kaosê de bihêle   Pero di dawiya axaftina xwe de wiha dirêjî dayê: “AKP xwe di xetereyê de dibîne. Ji ber vê serî li rêbazên cuda dide. Pirsgirêk bi koasê nayê çareserkirin. Hîna daxuyaniyek nehatiye dayîn dibêjin ‘Ji Rojava hatine’. Dema teqîn dibû wezîrê karê hundir yê wan li Îdlîbê daxuyanî dida. Dema ew li wir bû gelo çawa teqîn çêbû. Hema tê Stenbolê û daxuyaniyên dide yek bi yekî nagire. Kesek girtin dan ber çapemeniyê. Li telefonên din mêze nekirin. Di vê êrîşê de têkiliyên hişbirê hene, çete hene,  zemîna amadekirina êrîşên li hember Rojava hene, dewleta kûr heye, rewşek îstîxbaratî heye. An jî wê ev çawa pêş biketa? Ev hemû girêdayê hev in, divê aşkera bikin. Em dibêjin ku bila me di nokteyek ku hev temam dike me îqna bikin. Bila biryarê bidin, gelo wê welat ji kaosê bê derxistin an na. Em niha di rewşek wisa de ne. Beriya hilbijartinê dixwazin hawira tirsê biafirînin.”