Jinên bertek nîşanî nêzîkatiya darazê dan: Dê têkoşîna me berfirehtir bibe 2022-11-17 09:14:14   Rojda Aydin   AMED - Jinan bertek nîşanê daraza ku li gorî pergala serdest a mêr biryaran digire da û anîn ziman ku kiryar ji aliyê darazê ve tên parastin û mexdûr tên sûcdarkirin. Jinan, gotin ew ê li dijî darazê jî têkoşîna xwe mezin û berfirehtir bikin.     Di encama polîtîkayên desthilatdariyê de tundiya dewleta mêr her ku diçe li ser jinan zêde  dibe. Îqtîdar bi polîtîqayên ku dimeşîne vî sûcê li hemberî jin û zarokan zêde dike. Jinên ku ji aliyê pergala baviksalar û mêrê serdest ve tên qetilkirin, kujerên wan ji aliyê darazê ve tên parastin. Daraza ku li gorî pergala serdest a mêr biryaran digire jî cezayên wek xelat dide kiryaran. Ev tişt jî pêşi li bûyerên tacîz, tundî, destdirêjî, qetilkirina yên li dijî jin û zarokan vedike.     Jinan, biryar û nêzîkatiya darazê rexne kirin û bertek nîşanî van pêkanînan dan.         Endama Komeleya ji bo Têkoşîna li dijî Tundiya Zayendî Begum Bakî, anî ziman ku  daraz û dozger bi kiryaran re an empatî dikin.  Begum, bi lêv kir ku di van salên dawî de polîtîqayên dewletê yên malbatperestî û kevneperest zêde bûne û ev bandora xwe li ser darazê jî dikin. Begum, wiha domand: “Di biryarên darazê de jî ev tişt tê dîtin. Bêcezakirin, beraetkirinên keyfî û tahliye gelek zêde bûne. Jiyana jinan, hevdîtinên telefonan ên jinên ku hatine qetilkirin û bi kê re çi axiviye tên lêpirsînkirin. Ji bo ku ji sûcdarên mêr re hincetên wan berdin çêbikin ‘rewşa baş’ an jî ‘kêmkirina cezayê ya bi hinceta tehrîkê’dikin dewrê. Lê mixabin ku ji ber pêkanînên keyfî ev êrîş zêde dibin. Bê guman, bêcezahiştin  têkoşîna me geş dike.”   ‘Jin ji aliyê darazê ve tên mexdûrkirin’   Begum, diyar kir k dibe ku nikaribin têra xwe mekanîzmayan bixebitînin û axivî: “Jin û LGBT+ yên ku dikevin pêvajoya darazê cara duyemîn di sazî, daraz û pêvajoyên darazê de bi awayekî cidî tên mexdûrkirin. Ew jî dibe sedema trawma, tirsandin, paşve vekişîn an jî ev trawma her ku diçe zêde dibe. Di van salên dawî de em vê yekê zêde dibînin. Mixabin li  welatê me tundiyek hem fîzîkî û hem jî sembolîk heye û gelek zêde bûye. Ji şaredariyan re tayînkirina qeyûman, jinên Kurd ên siyasetmedar ên di girtîgehan de tên girtin jî nîşaneya ku bi salan e dixwazin tevgera jinên kurd tune bikin. Bi vê r mêr ji hev re li çepikan didin û piştgiriya hevdû dikin. Bi girtina navendên şêwirmendiyên jinan ên li şaredariyên ku qeyûm li wan tên tayînkirin re dixwazin jinan bitirsînin. Lê em têkoşînê mezin dikin.”   Begum, di dawiya axaftina xwe de got bihevrebûn pir girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dibe ku cudahiyên erdnîgarî û çandî hebin. Nasnameyên hev naskirinê, zanîna pirsgirêkên xwe yên taybet hebin, lê divê jin bên cem hevdû û behsa van tiştan bikin. Divê her kes pirsgirêkên hev bibîne. Sazî û kesên ku em bi wan re têdikoşin jî hevpar in. Divê têkoşîna hevpar a li dijî vê heta ku ji dest tê bê berfirehkirin.”   ‘Jin nayên parastin û nehatine parstin’   Ji parêzerên Barosa Mêrdînê Leyla Kaya jî daxuyakirin ku dema behsa tundî û qetilkirina li ser jinê dikin yekem behsa nêzîkatiya darazê dikin û wiha dewam kir: “Çawa ku li Tirkiyeyê ew hêz, desthilatdarî û zîhniyeta mêran li hemû qadan belav bûye, di qada darazê de jî heman rewş tê jiyîn. Dema ku em dozan dişopînin em dibînin ku bi gelemperî darazek ku kiryar diparêze û mexdûr sûcdar dike heye. Li dadgeha mexdûr tên darizandin, gelek caran tê xwestin ku bê guhdarîkirin û bi vî awayî ji bo parastin û beraetkirina kiryar hel tê dayîn. Sîstemeke dadweriyê heye ku tê de polîtîkaya bêcezakirinê di lûtkeyê de ye. Pasîfbûna darazê bi vî awayî ye; jin rastî tundiyê tên. Daraz li şûna jinan biparêze û bi  lez kiryaran darizîne jinan naparêze û neparastine. Li welatê me pergaleke ku biryara dûrxistinê dide heye lê dîsa jî jin ji aliyê kesên tên dûrxistin ve tên qetilkirin.”   ‘Pergaleke ku mexdûran sûcdar dike heye’   Leyla, di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser Pakîstan Demîr a ku li Kerborana Mêrdînê ji aliyê mêrê pêre hat zewicandin ve hat qetilkriin û ev tiştan got: “Mînaka vê ya dawiyê li Kerboranê hat jiyîn. Li Kerboranê jina bi navê Pakîstan Demîr ligel biryara parastinê ji aliyê mêrê pêre hat zewicdandin ve ji 44 cihan hat kêrkirin û qetil kirin. Em baş dizanin ku di hemû dozên din de ji zimanê endamên darazê bigire heta hemû biryarên dadgeriyê encamên polîtîkaya bêcezakirinê ne. Pergaleke darazê ya ku sûcdaran diparêze û mexdûran sûcdar dike heye. Em îtîrazên xwe li her qadê bilind dikin û em vê tundiyê qet qebûl nakin. Em ji aliyê daraz û hiqûqî ve heta dawiyê li ber xwe didin û em ê têkoşîna xwe bidomînin.”