MKGP û DFG: Divê daraz nebe hevkarê vê şermê 2022-11-16 14:18:41     AMED - DFG û MKGP'ê diyar kirin ku di lêpirsîna 5 mehan de li dijî 16 rojnamegeran tê kirin de tu pêşketin çênebûye û got, "Divê rayedarên darazê nebin hevkarên vê şerma tê kirin.”   Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî binçavkirina 16 rojnamegeran li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta bi giştî wêneyên 26 rojnamegerên girtî li ser hat hilgirtin û dirûşma "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" hat berzkirin. Rojnameger, hevserokên Amedê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan, Rêxistinên HDP'ê yên Navend û Navçeyên Amedê, parêzerên Baroya Amedê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêxistinên sivîl ên bajêr tevli daxuyaniyê bûn.   Daxuyanî bi Kurdî û Tikrî ji aliyê endamê DFG'ê Kadrî Esen û endama MKGP'ê Gulşen Koçuk ve hat xwendin.   Metnê daxuyaniya hevpar wiha ye: " Di çarçoveya lêpirsîna li dijî xebatkarên çapemeniya azad de di 8'ê Hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes hatin binçavkirin û piştî 8 rojan di bin çavan de man, bi awayekî bêhiqûqî ji aliyê dadgehê ve 16 rojnameger li Amedê hatin girtin. Ji ber hevalên me bi kamerayên xwe heqîqet diparastin, ji ber bêhiqûqiya îktidara dixwaze civakê bêhilm bihêle, teşhîr kirin, ji ber bûn dengê kesên tên çewisandin, bûn dengê jin, ciwan û gelek kesan loma hatin girtin. Tevî ji ser vê girtina veguherî îşkenceyê, 5 meh derbas bûn jî, hîn jî ev girtin, didome.    Her partiya bû îqtîdar di serî de êrîşî çapemeniya azad kir   Her partiyên ku li Tirkiyeyê bûn îqtidar di destpêkê de ji bo gihandina heqîqetê ya ji civakê re bê astengkirin, çapemeniya azad kirin hedef. Di her kêliyê de berî ku berê xwe bidin civakê di destpêkê de xebatkarên çapemeniya azad hatin binçavkirin, girtin, kuştin. Cihên xebatkarên çapemeniya azad lê dixebitîn hatin bombekirin. Tevî van êrişan jî xebatkarên çapemeniya azad gav paş de neavêtin. Yên guherîn û çûn her tim îktidar bi xwe bûn. AKP a ku bi sozên demokrasî, mafên mirovan, zagona sîvîl bû îktidar jî bi rê û rêbazên berê hatine ceribandin êrişî çapemeniya azad kir. Piştî di 16 Hezîranê de 16 hevalên me hatin girtin, di 25'ê Mijdarê de jî starta operasyoneke nû hat dayin. Vê carê jî 10 hevalên me hatin girtin. Ev jî têr nekir, wekî salên 1990, 2011 û 2016'an bi ser buroyên me de girtin, dest danîn ser hemû alavên me.    Hîna lêpirsîn neqediya ye   Ji ser girtinê, 5 meh derbas bûn lê hîn lêpirsîna derbarê 16 hevalên me de temam nebûye. Daraza ji bo baronên hişbirê, kesên sûcê mirovatiyê dikin, bersûcên tecawizê demildest dikeve meriyetê ji bo rojnamegerên van sûcana derdixin holê, ev 5 meh in di cihê xwe de sekiniye! Em bi sedema vê rewşê baş dizanin; Çimkî dema iddianame bê amadekirin wê derkeve holê ku "sûcê" hevalên me tenê çêkirina nûçeyan e; Wê derkeve holê ku binê girtin û binçavkirinên di bin navê "operasyona mezin de" çiqasî vala ye. ; Ew ê derkeve holê ku alavên rojnamegeran ên di fezlekeyên emniyetê de wekî "alavên rêxistinê" derbas dibin, di eslê xwe de alavên heqîqetê ne. Ji ber vê sedemê ye ku hevalên me 5 meh in girtî ne û îddianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin.    Wê serhildan bidome   Em dixwazin ev tişt bê zanîn; karê rojnamegerên di 8'ê Hezîranê û 25'ê Cotmehê de hatin girtin di nêvî de nema. Çapemeniya Azad, li dijî girtin û binçavkirinan serî hilda û wê ev serhildan bidome. Çimkî ev kevneşopiya li dijî zext û komkujiyan serî natewîne, çongê danîne, ji aliyê civakê ve hatiye afirandin. Divê meqamên darazê yên bi polîtîkayên îktidarê bi teşe dibin jî êdî nebin temaşevanên vê rewşê; divê azadiya hevalên me ya fîzîkî pêk were. Divê êdî tu kes nebin hevparê vê fedîkariya ku veguheriye cezayekî."