Hûn bi xêr hatin hezar rengên payîzê: Baxçeya Hevselê 2022-11-14 11:25:24     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hevselê dem dema payîzê ye... Hûn bi xêr hatin hezar rengên payîzê.   Li Kurdistanê, em di her pêngava xwe de dibin şahîda hezar rengên payîzê. Li Kurdistanê zivistan, bihar, havîn û payîz bi rengê xwe hertim dewlemendiya xwe nîşan dide. Çawa ku li ser her erdnegariyê rengên payîzê bi şox û şeng e, li Baxçeya Hevselê ya Amedê jî heman şox û şenga rengan derbasdar e.   Çiqilên daran ên bi pelên rengîn hatiye xemilandin her du aliyên me bûn û hevaltî bi rêwitiya me re kirin. Heta ku em hatin axake vala û tazî. Me rêwitiya xwe di nava darên ku hatine birîn berdewam kir û heta ku em gihaştin çemê bibereket... Çemê Dîjleyê...   Foto: Gulşen Koçuk-Fatma Gokhan