Jinên tevlî Komcivîna Stargehên Jinan bûn: Em ê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin 2022-11-13 09:27:52     Rojda Aydin   AMED - Jinên beşdarî Komcivîna Stargehên  Jinan bûn, anîn ziman ku ew ê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin û bi vê yekê wê pêşî li komkujiya jinan bê girtin.   25’emîn Komcivîna Stargehên Jinan û Navendên Şêwirmendiyê li Amedê hat destpêkirin. Komcivîna ku duh des tpê kir wê heta 14'ê Mijdarê berdewam bike. Komcivîna ku bi hevkariya Komeleya Jinan a Rosayê û Weqfa Mor Çatiyê tê lidarxistin,  li gel akademîsyen, rêxistinên jinan û aktîvîsên ku cih digirin bi giştî 300 jin tevlî bûne.  Di komcivîna ku tê lidarxistin de gelek mijar hatine destgirtin û tên niqaşkirin. Malbat, tundiya zayendî, sûcên li dijî zarokan, polîtîqayên şerê taybet, gihîştina edaletê ya jin û zarokan jî hin ji mijarên ku hatine destgirtinin.   Di heman demê de komcivîna ku beriya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Cîhan hat lidarxistin gelek bi wate ye. Jinên ku tevlî komcivînê bûn bal kişandin ser pirsgirêkên berya 25’ê Mijdarê li welat hatine jiyîn.     ‘2009’an de zêdebûna tundiya li ser jinan sedî 400 bû’     Endama Komeleya Dema Jinê Mûkaddes Alataş a ku tevlî komcivînê bû, anî ziman ku di salên dawiyê de di polîtîqayên îktîdarê yên li dijî jinê de pirsgirêkek mezin heye û wiha got: “Bi perspektîfa îdolojiya xwe nêz dibin. Di perspektîfa wan a îdeolojiyê de jî îslam û pergala baviksalar heye. Dixwazin pergala îslamî û baviksalar li ser jiyana jinê bidin pêkanîn. Di destpêkê de peymana Stenbolê ji holê rakirin û dest bi vê tiştê kirin. Ji bo vê yekê hewl dan ku qanûna bi hejmara 6284'an bê wate bikin. Bi polîtîqayên xwe dibin sedema ku jin bên qetilkirin.  Ji ber vê yekê tundî û qirkirina jinan zêde dibe. Di sala 2009’an de zêdebûna tundiya li  jinan sedî 400 bû. Ji ber ku rêxistinên jinan ev zêdebûnan anîn ziman û têkoşiyan, îktîdarê vê carê hejmar parve nekir. Hêjmarê nadin û tê gotin ku zêdebûna tundiya li ser jinê û kuştina jinan ji hejmara leşkerên di şer de winda bûne pir zêdetir e.”   ‘Di navbera jinê û pergala baviksalar de şerek heye’   Mûkaddes, axaftina xwe wiha domand: “Femînîst, sosyalîstên çep, femînîstên îslamî an jî jinên din ku çalwa xwe îfade dikin bila bikin, hemû jinên ku di her qadên jiyanê de ji bo jinê têdikoşin, divê li dijî vê zîhniyetê jî bibin yek û têbikoşin. Cihê herî baş ê vê qada têkoşînê kolan in. Divê jin dakevin qadan û mafên xwe bi dest bixin. Hefteya 25’ê Mijdarê nêz dibe. Di vê hefteyê de jî pêwîste jin dakevin qadan û li dijî gotên ku mafên wan ên bingehîn, ewlekariya jinan û jiyana wan tehdîd dike têbikoşin.  Ev jî tê wateya xurtkirina têkoşîna li dijî jinê di her qadên jiyanê de, di hemû raya giştî de, di çapemeniyê de û wê bê wateya ku hemû beşên civakê di nava aştiyê de bijîn. Di navbera jin û pergala baviksalarî de şerekî bi hezaran salan heye. Li gorî min erka hevpar a hemû aliyan e ku li dijî vê yekê têbikoşin. Divê em jinan vexwînin qadan. Divê ew gotinên xwe bi dengekî bilind bêjin. Divê em jin vê bikin, nexwe wê her roj kuştinên jinan zêde bibin. Gelek mînakên vê yên îro hene ku heman tişt li Efganîstan, Pakîstan û Îranê jî tê kirin û mafên jinan hatiye desteserkirin û tunekirin. Weke laçikek klasîk tê nîşandan, lê di rastiyê de hemû mafên jinan hatine binpêkirin. Pêwîste bi hemû rêxistinên jinan ên navneteweyî re hevkarî were were kirin.”   ‘Em ê ji bo mafê xwe têbikoşin’   Endama Rêvebera Komeleya Jinan a Yaşamevî ya Rihayê Sevînç Îzol jî bal kişand ser hefteya 25'ê Mijdarê û destnîşan kir ku li dijî jinan polîtîqayên qirêj tên meşandin. Sevînç, wiha axivî: “Di warê pirsgirêkên jinan de em bi pirsgirêkên pir giran re rû bi rû ne. Em encamên polîtîkayên bêcezakirinê yên der barê tundî û qetlîamên li ser jinan de aniye îro dijîn. Em her roj nûçeyên qetilkirina jinê dibînin û dibihîzin. Ev rewş êdî ji komkûjiya jinan derbas bûye û gihiştiye asta qirkirina jinê. Gotinên weke ‘Cihê jinan mal e, xwedî derketina li zarokên xwe û cihê wan li cem malbatên wan e’ ku tundiya îro em dijîn zêde dike û heta rewa dike. Yekane tişta ku wê hêzê bide me piştgiriya jinê ye û divê ev di 25’ê Mijdarê de bê nîşandan. Destkeftiyên ku me bi têkoşînê bi dest xistine divê em xwedî li wan derkevin. Werin em ji bo mafên xwe têbikoşin.”   ‘Em têkoşînê mezin bikin’   Ji Baroya Dîlokê û endama OHD’ê Parêzer Dîlan Aydin jî bi lêv kir ku her çend di hemû qadên jiyanê de mafên jinan tê binpêkirin, di aliyê darazê de jî ev yek zêdetir e. Dîlan, daxuyakirin ku di demên dawî de darazê helwesteke eşkere û nayê înkarkirin li aliyê kiryaran bi kar tîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mêrên kiryar bêceza tên hîştin û mêrên dinê jî ji vê tiştê hêzê digirin û tundiya li ser jinê zêde dibe. Dîlok ji bo hemû pêkanînên dewletê herêmek pîlot e. Ger biryarek berfireh bibe, ewil di Dîlokê re derbas dibe. Dadger li Dîlokê bi hestên cuda biryaran dide. Dadger û dozger bi kiryarên tundiyê re empatiyê dikin. Dema ku ez ji xwe mînakek bidim, ji ber ku min etekek kurt li xwe kiribû û lingên xwe avêtibû ser hev ji dadger hişyariyek girt. Lê belê maseyek li ber min hebû, ger ku wî li min nenêriya dê nedîta. Helbet me yekser bertek nîşan da û îtîraz kir. Ji her alî ve zextên li ser jinan zêde dibin. Pêwîste em mil bidin milên hev û têkoşînê mezin bikin. Ger em li welatekî wekhevîparêz bijiyana, belkî ne hewce bû ku em bibûna feminst. Di 25'ê Mijdarê de em ê bi dirûşma ku bêjin kiryar diyar e, kiryar tundiya serdest e, li kolanan bin.”