Jinan ji Qelqeliyê bang kirin: Jin jiyan azadî 2022-11-12 16:32:25   WAN - Li Qelqeliya Wanê jinan ligel astengiya polîsan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" starta çalakiyên 25'ê Mijdarê dan.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îsal 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê bi dirûşma "Li dijî faşîzm û qirkirina jinê dem dema azadiya jinê ye" dadikevin qadan. Starta çalakiyan duh li gundê Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a li Silêmaniya başûrê Kurdistanê hat qetilkirin, Gulyazî ya navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê hat dayîn. Îro jî ji bo silavkirin û xwedîderketina li berxwedana jinan a rojhilatê Kurdistanê û Îranê li navçeya Qelqeliya Wanê li hev civiyan.    Beriya daxuyaniyê jinan berê xwe dan taxa Mamedelanê ya Qelqeliyê. Di nav girseyê de Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, Remziye Tosun, endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA'yê cih girt. Jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" ketina nava taxê. Piştre girse ji bo daxuyanî bidin berê xwe da navçeya Qelqeliyê. Li vir girse ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li dijî dorpêçe jinan dirûşma "Jin jiyan azadî", "Jin natirsin hesap dipirsin" û "Jîna Amînî rumeta me ye berz kirin.    Daxuyaniya jinan ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Li ser vê yekê parlamenter Muazzez Orhan axivî û got: "Ez bang li kesên ku me asteng dikin dikim. Hûn bi çek û mertalên xwe nikarin me bidin rawestandin. We winda kir! Kesên ku li pişt çek, TOMA, jop û bombeyên gazê xwe vedişêrin heke hêza we hebe û keremkin bên û derkevin pêşberî me. Hûn zarokên wî welatî li hemberî gelên wî welatî bikartînin, lê belê hûn nikarin xwe safî bikin.    Hemû îktîdarên heyî têk çûn hûn ê jî têk biçîn. Îqtîdar ji bo desthilatdariya xwe we didin xebitandin. Lê divê bê zanîn em tu carî nayên lîstîkan, em ê her tim bibin hêviya gel, em ê berxwedana jinan bidomînin, em ê dengê têkoşîna jinan bilind bikin. Em astengiya ku li vir hatî kirin carek din şermezar dikin."   Çalakiya jinan piştî axaftina Muazzezê bi dawî bû.