Ji jinên ku meşa wan a li dijî kimyabaranê hat astengkirin bertek 2022-11-12 16:20:32     STENBOL - TJA û Înîsiyatîfa Dayiên Aştiyê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li dijî sûcê şer hatin gel hev. Jinên ku meşa wan hat astengkirin, bertek nîşanî polîsan dan gotin, "Ji ber şerm û tirsa nava xwe destûr nedan em bimeşin"   Tevgera Jinên Azad (TJA) çalakiyên xwe yên bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê bi dirûşma "Li dijî Faşîzm û qirkirina jinê nha dema Azadiya jinê ye" pêk tîne.  Di vê çarçoveyê de bi hevkariya Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, li taxa Kanar li ber Nûnertiya HDP'ê ya Navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê  jin hatin gel hev û xwestin li dijî pergala mêr - dewletê û meşekê li dar bixin.    Bi taybetî beriya çalakiya jinan a li dijî bikaranîna çekên kimyewî li dijî başûrê Kurdistanê ber nûneriyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsên ku qedexeya çalakiyan a Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê hincet nîşan dan jin asteng kirin. Li ser jinan diyar kir ku ew di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de hatine gel hev û dixwazin heta Gola Kuçukçekmeceyê bimeşin. Polîs piştre jin asteng kirin.   'Bila şerma wan be'   Polîsê ku jin dorpêç kirin, rê girt û nehişt ku jin bimeşin, jinên ku bertek nîşanî polîsan da, li nûnertiyê daxuyaniyek kurt dan. Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Bedîa Gokgoz got, "Me îro xwest em çalakiyekê li dar bixin ku ji bo her kes şîdeta li jinên kurd tê kirin bibîne. Em hatin astengkirin. Ji tirsa nava xwe  destûr nedan ku em çalakiya xwe pêk bînin. Bila ev jî şerma wan be. Em ji vir ji hemû cîhanê re dibêjin ku wê tu kes nikaribe hêza zarokên kurd têkbibe. Ji ber ku hêza wan têra zarokên kurd nake bi kimyabaranê ku sûcê şer e dixwazin wan qir bikin. Em vê qirkirina bi çekên kimyewî û qirkriina jinan şermezar dikin. 25'ê Mijdarê divê tu kes bêdeng memîne."   Bedîa bi silavkirina Meşa Duseldorfê axaftina xwe bi dawî kir.   Piştre jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan" çalakiya xwe bi dawî kir.   Herwiha gelek jinên ku xwestin tevli çalakiyê bin jî li li kuçeyan hatin astengkirin.