Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Em li dora 'Jin jiyan azadî' bên gel hev 2022-11-12 09:03:28   Elfazi Toral - Zelal Tunç     WAN - Jinan derbarê 25’ê Mijdarê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku şîdet ne tenê pirsgirêka jinan e, pirsgirêka civakê ye û di 25’ê Mijdarê de divê em li gorî dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bên gel hev.   25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Şîdeta li Hember Jinê nêz dibe û jin xwe amade dikin ku dakevin kolana. Dirûşmeya "Jin jiyan azadî" ya azadiya jinên kurd e îro li Rojhilat, Îran û her derê cîhanê ji ser zimanê jinan nakeve. Jin wê di 25’ê Mijdarê de li qadan careke din li dijî pergala keletiyê ya hatiye ferzkirin serî hildin.   Jinên Wanê di çarçoveya 25’ê mijdarê  şîdet û sedemên wê her wiha pêşîgirtina şîdetê de axivîn.   ‘Divê welat rabe ser piyan’   Jina bi navê Ezgî Denîz da zanîn ku sedema esas a zêdebûna şîdetê polîtîka bêcezahiştinê ye û wiha daxuyand: “Ji ber gumanbar bi bandor nayê darizandin ev cesaretê dide gumanbar. Sedema zêdebûna şîdetê bêdengî û ji ber seknek tune pêk tê. Li dijî mêrên şîdetê pêk tînin ceza tune. Mêr jî ji vê hêzê digirin. Divê welat li dijî şîdetê rabe ser piyan û dengê bilind bikin.”   Li dijî her cureyê şîdetê jin jiyan azadî   Çîgdem Yaylim jî bi lêv kir ku jin bi her cureyê êrişê re tên rû hev û wiha pê de çû: “Jin her roj bi bin îşkencê de ne. Nikarin fikra xwe bînin ziman. Divê ji bin zexta mêran derkevin. Ev tenê bi têkoşîna jinan ne pêkane. Divê piştgiriya wan bê kirin. Divê pêşiya wan neyê girtin. Divê mêr piştgiriyê bidin jinan û jinan wek astengî nebînin. Ji bo jinan jin jiyan azadî.”   ‘Divê cezayên giran bên dayîn’   Zekiye Orhan jî nêrînên xwe wiha destnîşan kir: “Şîdeta li ser jinê li her qadê tê dîtin. Cil û bergên jinan, derketina derve dibe hinceta şîdetê. Jin dixwazin li ser piyên xwe bisekinin û azad bin. Divê jin piştgiriyê bidin hev. Em li dijî şîdeta li ser jinê deng dernexin em ê jî sibê heman şîdetê bibînin. Divê ji bo şîdeta li ser jinê cezayên giran bên dayîn. Tahliyekirina gumanbaran cesaretê dide mêran. Li zarokên biçûk destdirêjî tê kirin. Lê roja din tên berdan. Divê ev wisa nebe. Jin ne namûsa tu kesîne.”   ‘Ez bi hêza jinê pir bawerim’   Zîlan Şahbaz jî balkişand ser şîdetê û daxuyand ku divê têkoşîna jinan hîn bêtir mezin be û wiha dirêjî dayê: “Li şûna gumanbaran li girtîgehan xwedî dikin divê cezayên giran bidin. Ger cezayên giran hebûna me yê behsa şîdetê nekiriba. Ez bi hêza jinê gelek bawerim. Lê hêza me tenê têr nake. Jin bi salane têdikoşin lê encamekê nagirin.”   ‘Em bibin yek wê şîdet ji holê rabe’   Hatun Aslan jî di nirxandina xwe de anî ziman ku hemû jinên taxê bi her cureyê şîdetê re tên rû hev û wiha bertek nîşan da: “Jin di bin zilm û zextê de ne. Li taxa dijîm bi dehan jin rastî şîdetê tên. Ev wisa derbas nabe. Divê her kes rabe ser piyan.”   Berfîn Duman diyar kir ku divê mêr jî ligel jinan li dijî şîdetê rabin ser piyan û wiha bidawî kir: “Li dijî şîdetê qanûn qels in. Berxwedana jinan heye. Li Îranê çawa jin li dijî şîdetê rabûne ser şiyan divê li welatê me jî wisa be. Divê bo jinan piştgirî bê dayîn. Mixabin dema şîdet li jinekê tê kirin kes deng dernaxe. Bi piştevanî û yekitiyê dikare pêşî li şîdetê bê girtin.”