Pervîn Buldan: Heta encam bê girtin, wê serlêdanên me bidomin 2022-11-11 09:06:22     Dîlan Babat   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan da zanîn ku ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li wezareta dadê dane lê tu bersivek nehatiye dayîn û got: “Nedayîna bersivê bi tena serê xwe nîşan dide ku tecrîd çiqas giran e. Heta encam neyê girtin wê serlêdan bidomin.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê di bin tecrîdê tê girtin 19 meh in agahî jê nayê girtin û derket holê ku ji aliyê Dadgeriya Înfaza Bursayê qedexeyeke hevdîtinê ya nû ya 6 mehan a parêzeran daye Ocalan.   Dema qedexe tunebû hevdîtin nehat kirin   Di 13’yê nîsanê de 6 meh qedexeya hevdîtina bi parêzeran re dan Ocalan û di 18’ê cotmehê de bi dawî bû. Piştî vê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin xwestin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin û gotin çima hevdîtin pêk nayên, divê bên ragihandin. Li ser vê dadgeriyê bersiv da parêzeran û got qedexeya hevdîtinê tune ye.   Parêzeran di 26’ê cotmehê de dîsa serî li dadgeriyê dan û pirsa ‘Dema qedexeya hevdîtinê tunebû çima me bi muwekîlê xwe re hevdîtin nekir’ pirsîn. Dadgeriyê bersiv da parêzeran û got cezayekî nû ya 6 mehan a di 21’ê cotmehê de li Abdullah Ocalan hatiye birîn heye. Biryar jî di 27’ê cotmehê de ji parêzeran re hat teblîgkirin.    Wê îtîrazî biryarê bikin   Parêzerên Buroya Hiqûqa Asrin ji ber teblîgkirina vî cezayê ji wan re hatiye kirin wê di rojên pêş de li Dadgeriya Înfaza Bursayê îtîraz bikin. Rêberê PKK’ê herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi  parêzerên xwe re hevdîtin kir. Bi birayê xwe Mehmet Ocalan re jî di 25’ê Adara 2021’ê de hevdîtinek telefonê ya kurt kiribû.   Hevdîtinên bi malbatê re jî qedexe ne   Li aliyê din ji aliyê Serokatiya Lijneya Dîsîplînê ya Îmraliyê ve ji bo Rêberê PKK’ê di 3’yê îlonê de 3 meh cezayê dîsîplînê hatiye birîn bi vê îdiayê qedexeya hevdîtina malbatê dabûn. Ev ceza di 28’ê îlonê de teqez bû lê di 5’ê cotmehê de ji bo malbatê hat teblîgkirin. Ev ceza rastî dema  ku CPT  di 20-29’ê îlonê de Tirkiye ziyaret kiribû de pêk hat.   775 hiqûqnasî xwest bi Abdulah Ocalan re hevdîtinê bikin   Ji ber agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din nehat girtin rêxistinên hiqûqê ketin tevgerê. Di nav de  Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) heye  rêxistinên hiqûqê ji bo hevdîtin bi Abdullah Ocalan re pêk bê kampanya îmzeyan da destpêkirin.  775 hiqûqnasên qeydên 29 boruyan bûn ji bo hevdîtina bi Ocalan re îmze dan û di 10-17’ê Hezîranê de serî li Wezareta Dadê dan. Lê wezaretê hîna bersivek nedaye.   Ji 22 welatan 350 parêzerî jî serlêdan kir   Her wiha li seranserê welat ji 22 welatî 350 parêzerî bi armanca hevdîtina bi Abdullah Ocalan re di 14’ê îlonê de serî li wezareta dadê dan. Parêzeran diyar kirin ku ev rewşa tecrîdê binpêkirina maf e û heman serlêdan li Yekitiya Baroyên Ewropa,  Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û rêxistinên mafê mirovan a navneteweyî kir. parêzeran serlêdanên kirine li Kuluba Çapemeniyê ya Ewropa a Brukselê bi daxuniyekê aşkera kirin.   Ji Sûriyeyê ji 619 parêzerî serlêdan   Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tartus, Halep, Humus û Lazkiyeyê jî 691 parêzerî di 19’ê îlonê de li Qamişlo li ber Meclîsa Edeletê ya Civakî hatin gel hev û bertek nîşanê tecrîda li ser Ocalan dan û nameyek şandin wezareta dadê û gotin tecrîdê bi dawî bikin.   Dîsa bersiv nedan serlêdana HDP’ê   Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Mîthat Sîncar, berdevka partiya HDP’ê Ebru Gunay û parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan di 20’ê cotmehê de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezreta Dadê dan, lê hîna bersivek nehatiye dayîn.   Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan der barê serlêdanan de ji ajansa me re axivî.   ‘Ev nîşaneya ku tecrîd wê girantir bibe’   Pervînê got heyeta ku tê de ew jî heye, Mîthat Sîncar, berdevka partiya HDP’ê Ebru Gunay û parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan heye serlêdan kirine lê heta niha tu bersivek nehatiye dayîn û wiha dirêjî dayê: “Nedayîna bersivê jî tê wateya ku tecrîd çiqas giran e. Ev polîtîtîka hikûmeta AKP’ê ya ku bi salane dimeşîne ye. Divê ev wisa bê dîtin.”   ‘Ev şerma Tirkiyeyê ye’   Pervînê di berdewamiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Ger ku bersivek erênî derkeve bêguman wê ji bo ew derî vebibin, çûyîna Îmraliyê û di vê pêvajoyê de pêkanîna hevdîtina gelek girîng e. Di heman demê de ji bo şikandina tecrîdê jî divê ev şert û merc bên afirandin. Ne tenê çûyîna heyetekê, malbat û parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Divê ev teqez pêk bên. Ev mafê qanûnî ye û ev du sal in hevdîtin nayên kirin. Ev jî şerma Tirkiyeyê ye û nîşan dide ku dijhiqûqî çiqas giran bûye.”   'Heta encam neyê girtin wê serlêdan bidomin'   Pervînê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di rewşa bersivek erênî bê dayîn de jî wê vê carê navên cuda serlêdanê bikin û got: “Heta encamek neyê girtin wê ev serlêdan bidomin. Divê tecrîd demildest bi dawî bibe. Tevrîd pirsgirêka mafê mirovan e, ev bi tu awayî nikare bê qebûlkirin.”