Di 25’ê Mijdarê de wê li Taksîmê bêjin ‘Dema azadiya jinê ye’ 2022-11-11 09:03:39     STENBOL - Aktîvîstên TJA’yê di 25’ê Mijdarê de wê bi dirûşma ‘Li Dijî Faşîzm û Qirkirina Jinê Niha Dema Azadiya Jinê ye’ wê li kolanan bin û her wiha gotin wê berxwedan û têkoşînê bilind bikin, banga tevlibûna qadan li hemû jinan kirin.   Xwîşkên Mîrabel ku li Komara Domînîk li dijî dîktatoriya Rafael Turujîllo têkoşîn meşandin û ji ber vê di 25’ê Mijdara 1960’an de hatin qetilkirin, îro di berxwedana jinên cîhanê de dijîn. Jinên ku 25’ê Mijdarê ev 61 sale veguhertine roja berxwedanê, bi hêrs û înyadê li dijî şîdeta dewlet-mêr serî natewînin û gavekê jî şûnde navêjin. Îro dirûşmeya Tevgera Jinên Kurd a ‘Jin jiyan azadî’ li Îranê, ji bo çalakiyên Jîna Emînî bûye çavkaniya îlhamê û bûye felsefa jinên cîhanê. Jin di pêvajoyek wisa de bi rihê  berxwedanê 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) di 5’ê Mijdarê de li Stenbolê bi deklerasyonekê diyar kir ku wê 25’ê Mijdarê bi dirûşma "Li Dijî Faşîzm û Qirkirina Jinê Niha Dema Azadiya Jinê ye" pêşwazî bikin.   Têkoşîna jinan a bilind bûye   Aktîvîsta TJA’yê Felek Erdem da zanîn ku pêvajoyeke ku li hember jinên Kurd û ciwanan êrîş zêde bûne tê jiyîn û got: “Li dijî vê berxwedanek mezin heye. Em li kolan, li li malan xebatên rêxistinê dimeşînin. Wate û girîngiya îsal ji bo me cuda ye. Di dema nêz de Jîna Emînî ji aliyê rejîma molla ve hat qetilkirin. Hevala me Nagîhan a di têkoşîna jinê de keda wê pir mezin e hat qetilkirin. Bêguman ev ji bo me hinceta têkoşînê ye. Em suîkasta li hember hevala Nagîhan ji qetilkirina hemû jinên hatin qetilkirin cudatir nanirxînin.”   ‘Zext ji bo me hinceta têkoşînê ne’   Felekê destnîşan kir ku li hember gelê Kurd êrîşek topyekun heye û polîtîka tunekirinê tê meşandin û wiha daxuyand: “Di çarçoveya van êrîşan de li hember çapemeniya Kurd a azad jî êrîş pêk tên. Furya binçavirin û girtinê hinceta têkoşînê ye ji bo me. Em ê 25’ê Mijdarê berxwedana xwe hîn bilindtir bikin û rêxistina xwe bidomînin.”   ‘Wê li sê herêman start bê dayîn’   Felekê der barê plansaziya 25’ê Mijdarê de ev nirxandin kir: “Em ê li sê herêman startê bidin. Ya yekem em ê di 11’ê Mijdarê di şexsê Nagîhan Akarsel de ji bo jinên hatine qetilkirin li Enqereyê, ya duyem wê di 12’ê Mijdarê de li dijî polîtîkayên hişbir, fuhuş, sîxuriyê li Qilaban a Şirnexê, ya sêyemîn jî wê bi sedema silavkirina Rojhilat li Qelqelî ya Wanê bê dayîn. Em wek TJA li Stenbolê wê kolan bikolan mal bi mal, tax bi tax rêxistinbûnê bidomînin. Ji ber hedefa me tevgera jinan ev e. Wê tu jin bê rêxistin û parastina cewherî nemîne. Ez banga bilindkirina têkoşînê li hemû jinan dikim.” Wê bi ‘Jin jiyan azadî’ li kolanan bin   Aktîvîsta TJA’yê Makbule Yilmaz jî destnîşan kir ku jin bi sedsalane li dijî jiyana jinan û pergala koletiyê têdikoşin û wiha bi lêv kir: “Kuştinên jinan zêde bûne. Her wiha rojevek girîng ya din berxwedana li Îranê bilind bûye. Jinên xwedî li fikr û nêrînên Abdullah Ocalan derdikevin tên girtin. Em van êrîşan şermezar dikin.Ev rewş û şîdeta li ser jinan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ têkoşînê mezin dikin. Em ê tu car serî netewînin. Ew çiqas binçavkirinê bikin em ê berxwe bidin. Divê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî li Taksimê bin.”