5 meh in îdianameya rojnamegeran tune ye: Di lêgerîna delîlên surprîz de ne 2022-11-11 09:02:23     Şehrîban Aslan   AMED - Parêzer Resul Temur derbarê 26 rojnamegerên hatine girtin de axivî û got îdianama wan hîna nehatiye amadekirin û got: “Di dawiya 5 mehan de dibêjin ‘derbarê metaryalan de me lêkolîn neqedandiye’ û ev jî tê wateya ku hewl didin der barê dosyayê de delîlên surprîz biafirînin.”   Di 8 'ê hezîranê de, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji rojnamegeran Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, edîtorê Xwebûnê Zeynel Abdîdin Bulut, edîtorê MA’yê Azîz Oruç,Omer Çelîk, rojnameger Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Her wiha rojnameger Gulşen Koçuk, Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Li aliyê din jî di 25’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatiye kirin de 12 rojnameger hatin binçavkirin. Ji rojnamegerên hatine binçavkirin Derya Ren ji ber cezayê wê yê berê hatiye birîn di heman rojê hat girtin û ew şandin girtîgeha Jinan a Amedê.   Nûçegîhana me Habîbe Eren û Oznur Deger, Midûra Karê Nivîsan a Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yurtsever, nûçegîhanên MA Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Denîz Nazlim, Ceylan Şahînlî, Emrullah Acar, Hakan Yalçin bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin û Zemo Aggoz û Mehmet Gunhan jî bi şerta kontrola edlî hatin berdan.    Parêzer Resul Temur derbarê  girtina rojnameger û îdianameyên nehatine amadekirin de nirxandin kir.   ‘Di nav hewldana dîtina delîlan de ne’   Resul da zanîn ku 5 meh in derbarê rojnamegeran de îdianame nehatiye amadekirin û derbarê dosyayê de tu agahî negirtine û got: “Ne tenê rojnamegerên girtî, parêzer û rayagiştî jî nizanin çima rojnameger hatine girtin. Bi çi tên sûcdarkirin nayên zanîn. Dema operasyona girtina rojnamegeran hat kirin di esasê de beriya operasyonê hinek faliyet hatine kirin û piştî vê hatin girtin. Lê tevî 5 meh derbas bûye jî îdianame nehatiye amadekirin û ev jî nîşan dide ku bi armanca çewisandina çapemeniya kurd hatiye kirin. Dawiya 5 mehan de dibêjin ‘Der barê metaryalan de me lêkolîn neqedandiye’ û ev jî tê wateya ku hewl didin der barê dosyayê de delîlên surprîz biafirînin.”   ‘Wê tiştekî bibe sûc nebînin’   Resul destnîşan kir ku ya tê darizandin û lêpirsînkirin faliyetên rojnamegeriyê yên rojnamegerên kurd dimeşîne ne û ji bilî vê delîlek dijqanûnî û faliyetek nehatiye dîtin, di lêgerînê de kompîtur, wênekêş, kamera, hard dîsk kirine hinceta afirandian delîlên sûc. Resul wiha dirêjî dayê: “Lê wê ji bilî faliyetên rojnamegeriyê tu hêmayek sûc nebînin. Hîna îdianameya rojnamegeran nehatiye amadekirin li Enqereyê operasyonek pêk hat. 12 rojnameger hatin binçavkirin. Du heb bi kontrola edlî hatin berdan û 10 heb jî hatin girtin."   ‘Îşkenceyek ku hatiye plankirin heye’   Resul, diyar kir ku Midûriyeta Emeniyeta Enqereyê di malpera xwe ya Twîtterê de ji bo parvekirinê îşkence û pêkanîna xerab li rojnamegeran kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Derket holê ku ev plankirî hatiye kirin. Bêguman ev ne tenê planek bû ev bi armanca çavtirsandina rojnamegeran hatiye kirin. Ev dîmena çavtirsandinê bû. Bêguman ev îşkence di binçavkirinê de nehat kirin. Li emniyetê jî rojnameger bi heman pêkanînan re hatine rû hev û li edliyê jî bi kelepçe dan sekinandin. Bi kelepçê sekinandina wan binpêkirine.”   Resul, daxuyand ku piştî sekinandina demdirêj îfade girtin û wiha bi lêv kir: "Pirsên wan jî ev bûn; li JINNEWS û MA dixebitin an na. Tevî MA û JINNEWS faliyetên xwe bi awayekî fermî dike jî  dozgerî û emniyetê  wek ‘qaşo ajans’nirxandin kirine. Her wiha der barê rojnamegerên li Amedê hatine girtin de îna borî lêkolîna girtinê hat kirin. Piştî lêkolînê der barê berdewamkirina girtinê de biryar hat dayîn. Îtîraza der barê vê biryarê de hîna encam negirtiye. Me parêzerên rojnamegerên li Enqereyê hatine girtin serlêdan kirine lê hîna encamek nehatiye girtin. Îhtîmalek mezin wê hefteya pêş encam bibe.”