Dê li Qelqeliyê li dora dirûşma 'Jin jiyan azadî' bicivin 2022-11-10 10:05:27     WAN - Di çarçoveya bernameya 25'ê Mijdarê de dê li Qelqeliya Wanê di 12'ye mijdarê de meşek bê lidarxistin. Aktîvîsta TJA'yê Denîz Oztekîn ji bo tevlîbûnê bang li jinan kir û got: "Em ê dê li dora dirûşma 'Jin jiyan azadî' li hev bicivin."   Di 5'ê mijdarê de Tevgera Jinên Azad (TJA) li Stenbolê bi dirûşma "Li dijî faşîzm û qirkirina jinê dem dema azadiya jinê ye" deklarasyona 25'ê Mijdarê aşkera kir. Îsal dê di 11’ê mijdarê de ji bo Nagîhan Akarsel li Enqerê, di 12’yê mijdarê de li Qelqeliya Wanê ji bo silavkirin û xwedîderketina li berxwedana jinên rojhilatê Kurdistanê û di 12’yê mijdarê de li Qilabana Şirnexê jî li dijî polîtîkayên şer ên taybet ên li hemberî jinên kurd starta çalakiyan bê dayîn.    Aktîvîsta TJA'yê Denîz Oztekîn ji ajansa me re behsa bernameya ku dê di 12'yê Mijdarê de li Qelqeliya Wanê bê lidarxistin kir.   Denîz, destnîşan kir ku îsal bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye" dê çalakî bên lidarxistin û got: "Divê her kes xwedî li Jîna û Nagîhanê derkeve. Ji sala 1979’an heta îro li Îranê rejîma îslamê heye. Azadiya welatiyan hatiye astengkirin. Jîna mînakek e û ji ber ku tayek porê wê xuya dike hat binçavkirin û di binçavan de hat qetilkirin. Ji xwe por sembolek e û hersa bi salan heye, ev tişt jî piştî qetilkirina Jînayê derket holê û belavî rojhilatê Kurdistanê û Îranê bû."    Denîz, da zanîn ku azadî û jiyana civakî ji destê jinan tê girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema jin azad nebe civak jî azad nabe. Li Rojhilata Navîn bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' berxwedanek destpê kir. Jin li dora wê dirûşmê kom bûn û ji bo azadiya xwe daketin qadan. Derketina jinan ne wisa hêsan e, Li dijî malbatê, pergala feodalîteyî û pergela serdest derketin. Ya herî girîng jî li dijî rejîma Îranê derketin. Ev tişt vînek û cesareteke mezin e."    Denîz, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser qetilkirina Nagîhanê: "Nagîhan Akarsel bi destê mêrên serdest ve hat qetilkirin. Xwestin peyamek bidin. Lê divê bê zanîn ku em ê pênûsa Nagîhanê li erdê nahêlin. Em ê têkoşînê wê bidomînin. Heta azadiyê em ê her li kolanan bin. Em ê li dora dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ jiyaneke nû bihûnin. Ji ber ku dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ êdî bûye felsefeya jiyanê. Li her çar aliyên cîhanê ev dirûşm tê berzkirin. Ev tişt gelekî girîng e. Li dora vê dirûşmê hemû cihêrengî cîhanê kom dibin."   Denîz wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her roj bi dehan jin tên qetilkirin. Heta ku em jin neyên li cem hev û nebin yek em nikarin azad bibin. Tifaqbûna jinan girîng e. Li dijî pergala serdest heke jin bicivin dê teqes bi serkevin."