Ji dayikên Cizîrê bertek: AYM sûcê Tirkiyê rewa dike 2022-11-10 09:03:28     Sema Çaglak   ŞIRNEX - Malbatên ku zarokên wan di serdema qedexeya Cizîrê de di jêrzemînan de hatin qetîlkirin bertek nîşanî biryara AYM’ê dan û destnîşan kirin ku AYM sûcê Tirkiyê yê şer rewa dixe.   Di qedexeya derketina derve ku di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Cizîrê Şirnexê hat ragihandin û 79 rojan dewam kir de, 177 jê di jêrzemînan de bi giştî 288 kes hatibûn qetilkirin. Têkoşîna edaletê ya malbatên van kesên ku hatin qetilkirin berdewam dike. Di vê çarçoveyê de hin malbatan bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn. AYM'ê di 8’ê Tirmeha 2022'yan de serlêdana hatibû kirin red kiribû û gotibû, "Nayê qebûlkirin."  Hêceta biryara derbarê serlêdanê de jî piştre hat eşkerekirin. AYM’ê di hêceta biryara xwe de îdia kir û got, " Di warê 'binpêkirina mafê azadî û ewlehiya şexsî', 'binpêkirina mafê serlêdana takekesî' û 'îxlalkirina, binpêkirina mafê rêzgirtina jiyana taybet û malbatê' de di rêbaz û esasê de tu binpêkirin nehatiye dîtin.”   Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînên Cizîrê de hatine qetîlkirin bertek nîşanê biryara AYM’ê dan.   ‘AYM sûcê Tirkiyê rewa dike’   Dayika Agît û Adil Kuçuk ku di jêrzêmînên Cizîrê de hatin qetîlkirin Nafîye Kuçuk biryara AYM’ê şermezar kir û got: “Herdu zarokên min jî xwedî zarok bûn û piştî ku li Cizîrê qedexe hat îlankirin Adilê min 44 roj di jêrzemînan de ma.  Hemû cîhan şahidê êş û zilma ku wê demê li me hat kirin e. Ew êşa me hê wekî îro di bîra me de ye.  Em bi salan e li pey heq û doza wan in. Li benda pêkanîna edaletê ne. Jixwe li Tirkiyê heq, hiqûq û edalet tune ye. Niha jî AYM’ê vî sûcê Tirkiyê qebûl dike û dibêje li gorî hiqûqê ye. li pêş çavê hemû kesî ew qetlîam hat kirin. Ew qetlîam jî Tirkiyeyê pêk anî. Vê yekê jî herî zêde Ewropa û qanûnên wê dizanin. Hemî dewlet jî dizanin ku bajarên me hatin wêrankirin û zarokên me bi hovane hatin qetîlkirin.”   ‘Em ji bo zarokên xwe hiqûq û edaletê dixwazin’   Nafîye, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku biryara AYM’ê nayê qebûlkirin û ew ê li dijî vê biryarê têbikoşin. Nafîye, got: “Ewil me cenazeyê Adilê dît piştî çend rojan jî cinazeya Agît radestî me kirin. Herdû cenaze jî hatibûn şewitiandin û ew tu carî ji pêş çavên min naçin. AYM’ê ne ji bo parastina mafên mirovan e. Erka AYM'ê ew e ku heke li cihekî sûcê şer û binpêkirina mafan hebe divê pêşiya vê binpêkirinê bigire û edaletê pêk bîne. Lê biryara wê ya dawîn ku ji bo jêrzeminên cizîrê daye bi tu awayî nayê qebûlkirin û em vê biryarê şermezar dikin. Em heq û hiûqê ji bo zarokên xwe dixwazin. Em ê heya dawiyê jî pey doza wan bin û heya ku edaletêkê were em ê serê li her deriyê bidin ku heya edalet pêk hat.”    ‘AYM’ê divê serbixwe û li gorî edaletê tevbigere’ Sidar û Mehmet Ozgul jî di serdema qedexeya li Cizîrê de hatibûn qetîlkirin û dayika wan Zekîye Ozgul, diyar kir ku kes nikare rastiyê veşêre û got: “Sîdarê di nav kolanê de qetîl kirin. Kurekî min jî di jêrzemînên de şewitandin. Hemû jî Tirkiyê kir û ev rastiyeke ku tu kes nikare beravajî vê bibêje. Me ji bo wan doz vekir lê hundirê dosyayê vala ye. Li Taxa Yafesê li herkolanê hestûyên zarokên me hene.  Hemû xwelî ye tiştên ku xistine nav poşetan û li kolana ne. Em zilma wan nalet dikin. Ev 7 sal in agir dikeve dilê me, 7 sal in em şîna zarokên xwe dikin. Tabuta kurê min jî tune bû çimkî tenê xweliya hestuyên kurê min mabûn. Em heta dawiyê jî li pey doza zarokên xwe ne. Ew ji bo aştî û azadiyê canê xwe dan. Neheqî li me kirin. AYM divê serbixwe û li gorî edaletê tevbigere. Em vê şermezxar dikin.”