'Mifteya jiyanê jineolojî ye' 2022-11-10 09:01:37     MEXMÛR - Endama Komîteya Jineolojiyê ya Mexmûrê Songul Guler, têkildarî komxebata jineolojiyê de diyar kir ku li wargehê xebatên wan bênavber didomin û got: “Xwenaskirin, xweavakirin û xwebûn bi jineolojiyê pêkan e. Di asta zanistî de heke em xwe nûve ava bikin ku em ê bibin xwedî li nasname, çand û hebûnekî.”   Ligel êriş û polîtîkayên tunekirinê ya her çar dewletan berdewam dike jî jin li rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" pêşengtiya raperînê dikin. Li Berlîna Elmanyayê jî bi pêşengtiya Tevna Jinên Siberojê Dihûnin bi dirûşma “Şoreşa me: Azadkirina jiyanê” 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî hat lidarxistin. Her wiha li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) a ku bi berxwedan û pergala xwe bû mînak ji hêla Komîteya Jineolojiyê ve di 21'ê îlonê de bi dirûşma "2’yemîn şoreşa cotkarî û gundewarî bi zanista jineolojiyê ava bibe" komxebatek hat organîzekirin.   Endama Komîteya Jineolojiyê Songul Guler, derbarê Komxebata Jneolojiyê û xebatên ku li wargehê tê kirin de ji ajansa me re axivî.    ‘Armanca me azadiya jinê ye’   Solgul, di destpêka axaftina xwe de bal kişand xebatên Komîteya Jineolojiyê û got: "Beriya demekê me komxebatek pêk anî û ev ya dûyemîn bû. Wek Komîteya Jineolojiyê me dît ku li wargehê pêwîstiya me bi komxebatê heye. Nîqaşên hem pergalî, hem fikr û hem jî birdoziyê pêwîs dikir. Me jî plansaziyeke wisa pêk anî. Nêzîkê 52 deleqe tevli komxebatê bûn. Nûnerên saziyên civakî û dayik beşdarî komxebatê bûn. Bi dirûşmeya ‘2'yemîn şoreşa çand a gundewarî em bidin avakirin’ rojekî berdewam kir. Di vê rewşa ewqas giran de, şerê evqas germ de, di van aloziyan de nîqaşek wisa ji bo jinên wargehê bû morel û kelecanek. Pêwîstiya me bi nîqaşek wisa hebû. Ji ber ku armanc û hedefa me wek jinên kurd û penaber ev şerê sêyemîn ku cîhanê bi dijwarî berdewam dike, bê sekinandin û gelên bindest taybet jî jin bigihîjin azadiya xwe."   ‘Em pergala netewa demokratîk esas digirin’   Songul, bal kişand li ser pergala netewa demokratîk ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha domand: “Ji ber vê jî pergala Serok Apo ya netewa demokratîk ku daniye holê em vê ji xwe re esas digirin. Xilasbûna gel, jinan û ciwanan em di vê pergalê de dibînin. Ji bo vê jî ev pergal bo me esas bû. Taybet zanistek nû ku Rêber Apo da pêşiya me wek jineolojî, me xwest di asta jineolojiyê de em nîqaşên xwe berfireh bikin. Di vê pergala netewa demokratîk de di keseyatiyek azad çawa bidin ava kirin, pêwîste ji ku destpê bikin ev derket pêş. Taybetî nîqaş li ser pêwîste em vegerin li ku derê, me li ku winda kir, ji ku derê destên me hatiye girtin, wek jin em li ku derê hatine tunekirin û pelçiqandin çêbûn.”   ‘Pêwîste di her alî de em xwe birêxistin bikin’   Songul, destnîşan kir ku di komxebatê de gelek mijar hatin nîqaşkirin û tespîtên girîng hatin kirin: "Pergala kapîtalîzmê û şerê sêyemîn yê cîhanê ku em bi nav dikin di nava vê şerê de, di nava pergalekî ew qas dijwar û xwînxwar de tespîtên vê hatin kirin. Bandorek çawa li ser jin, ciwan, civak û xwezayê dike, ev pergal çi tîne serê wan, ji van çawa sûd werdigire, xwe çawa dide avakirin û çawa me tune dikin ev hatin tespîtkirin û nîqaş kirin. Beramberê vê  me li ser em çawa xwe rêxistin bikin û bi kijan pergalê em ê têbikoşin nîqaşan hatin kirin. Me dît ku çareserî ne bi tenê li aliyê siyasî, aborî, dîplomatîk û polîtîk de ye, pêwîste di hemû aliyan de û bi taybetî jî di aliyê civakî, xwe naskirin, xwebûn, kesayet û vîn û hebûnê de têkoşînekî bingehîn hewce dike. Pêwîste em di rih, mejî û vîna xwe de xwe rêxistin bikin. Piştre jî bi fîzîkî xwe rêxistin bikin û werin ligel hev."   'Em ê pergala netewa demokratîk bidin avakirin'   Songul, destnîşan kir ku ew ne bi tenê di aliyê teorîk de her wiha zêdetir di aliyê pratîkê de jî dixwazin xebatên xwe bixin meriyetê û wiha domand: “Mînak wek parastina xwezayî, welat, erd û xwe parastina jin wek perspektîf derketin pêşiya me. Em dikarin çi bikin; mînak wek beramberî bikaranîna tiştên kîmyasalê ku tên avakirin û wek berhem tînin didin civakê û civakê nexweş dixin, beramberî vê ya wek alternatîf  projeya ekoçandinî pêşket. Dîsa em dikarin bibêjin ku projeya ekomîmar pêşket. Pêwîstiyê komînan çawa xurt bibin, çawa em bixin nava jiyanê û çawa xebatên wan bidin meşandin pêşketin. Ev ji me re bûn perspektîfên pêşiya me. Wek jinên wargehê em ê hewl bidin ku di aliyê jiyanek xwezayî, hevpar û komînal çawa bidin avakirin bi pergala jindayîk hem di aliyê pratîk û hem jî di aliyê teorîk de çawa bidin avakirin wek perspektîf ev derketin pêşiya me. Demên pêş de jî wek Komîteya Jineolojiyê em ê hewl bidin van komxebatên xwe berdewam û zêdetir bikin. Pêwîstiya me bi hemû qadên jiyanê heye ku em van a nîqaş bikin, ji pergala wê bigire heta armanca wê, ji hedefên wê bigire heta encamên wê pêwîste em nîqaşan bikin. Ji bo çi û ji ber çi derketiye, ji ber çi beravajî bûye, ji ber çi pergalên desthilatdar vê ya beravajî kiriye daye pêşiya civakê û pêwîste em van carekedin bigirin dest û binirxînin. Heqîqet û rastiya wê çiye em derbixin holê û bikin aydê civakê û wisa kar û xebatên xwe bidin meşandin. Armanc û hedefên me ew e ku em çanda jindayik carekedin di pergala netewa demokratîk li Wargeha Şehît Rûstem Cûdî de bidin avakirin.”   Xebatên di nav gel de berdewam dikin    Songul, da zanîn ku wekî Komîteya Jineolojiyê di wargehê de kar û xebatên wan taybetî di asta perwerdehiyê de derbas dibe û wiha behsa xebatên xwe yên wargehê kir: “Dibistanên ku di wargehê de dersên tên dayîn de dersa jineolojiyê jî tê dayîn. Mamosteyên jineolojiyê hene û li wê derê refê amadehiye û navîn de ders tên dayîn. 10 salan zêdetire ev ders tê dayîn. Her wiha di tax û semtan de wek semîner dersên jineolojiyê tên dayîn. Hefteyê du caran em xebatên kargehan didin. Perwerdehiyên me berdewam dikin. Dewrên tên vekirin de hevalên komîteya jineolojiyê de li wir cihê xwe digirin û perwerdehiyên xwe didin gel. Hem di hêla jin û hem jî di hêla giştî de. Wek komîteya jineolojiyê jî me sê dewrê perwerdehiyê ji bo hevalên xort me vekir. Di navbera 10-15 rojan de perwerde hatin dayîn. Cara yekemîn bû û lekecana wê jî cuda bû. Hem wek jin û hem wek komîte me jê sûd wergirt. Hin nîqaşên kur jî derketin pêş. Ev tişt jî hem me û hem jî hevalên me yên xort pêş dixist. Di encamê de pirsên wek ji bo çi, ji ber çi derdiketin holê. Ev jî ji bo me gelek baş bû. Em ê hewl bidin dewrên hevalên xort berdewam bikin. Pirtûkên dibistanê hatin amadekirin.”   ‘Zanista jinê jineolojî ye’   Songul, bi lêv kir ku ji bo nasnameya jineolojiyê broşur amadekirine belavkirine û wiha pêlda axaftina xwe: "Wekî din komxebat, sempozyûm û semîner berdewam dikin. Taybet di dibistanan de ji bo ku xwendevan semîneran bidin alîkarî ji wan re tên dayîn. Di van aliyan de kar û xebatên me berdewam dikin. Plansaziyên me yên demên pêşde bêtir dewlemend bibin û bêtir em ê xwe bighînin civakê. Vê zanistê û pergalê di wargehê de bidin avakirin. Pêwîste guhê xwe bidin lêpirsînên xwe û rihê xwe yê azad. Bila bi pirsan bêjin ez kî me, ez çima di vê astê de me, ez çima di vê rewşê de me û ji ber çi ez ketim vê rewşê derkevin rê. Ev jî digihîje zanista jinê. Zanista jinê jî jineolojî ye.”   ‘Mifteya jiyanê jineolojî ye’   Songul, di dawiya axaftina xwe de wiha bang li jinên cîhanî kir: "Jiyana heqîqet, baş, xweş û wekhev ji deriyê jineolojiyê re derbas dibe. Ger ku em vê deriyê vekin em ê bigihîjin azadî û nasnameya xwe. Ew tişt ji me hatiye dizîn. Bangawaziya me ew e ku hemû jinên cîhanê pêwîste li dora jineolojiyê bibin xelek. Felsefeyek, bîrdoziyek û zanistek nû ye. Eger ku em lê xwedî dernekevin û nekin aîdê xwe pergala baviksalarî dê vê ya jî bike aîde xwe û dê beramberê me bide xebitandin. Wê demê em ê bi temamî xilas bibin. Em hîn hene. Rihê berxwedanê, xwedavendiyê, azadiyê, jinê û çanda jindayikê hîna di nav me de heye. Ev hîn nemiriye. Bi rê û rêbazên zanista jinê vê derbixin holê. Lewra jî bila hemû jinên cîhanê û taybet jinên kurd li dora zanista jinê bibin xelek. Azadî û xilasbûna me di vê rê yê de derbas dibe. Xwenaskirin, xweavakirin û xwebûn bi jineolojiyê pêkan e. Di asta zanistî de heke em xwe nûve ava bikin ku em ê bibin xwedî li nasname, çand û hebûnekî.”