Rojnamevanên jin ên Mexmûrê: Em ê li ser şopa heqîqetê bimeşin 2022-11-09 09:03:27     Qeder Kar   MEXMÛR - Rojnamevanên Wargeha Mexmûrê bertek nîşanî girtina xebatkarên Çapemeniya Azad a Kurd dan û gotin ku ew ê li ser şopa heqîqetê bimeşin.   Di çarçoveya lêpirsîna ku li Enqereyê hat destpêkirin de, di encama serdegirtinên malan ku li 9 bajaran hatin kirin de 11 rojnamevan hatin binçavkirin. Ji 11 rojnamevanan nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren, Ozgur Deger, Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever û nûçegihan Berîvan Altan, Denîz Nazlîm, Selman Guzelyuz, Ceylan Şahînli, Emrullah Acar û Hakan Yûz jî di nav de 11 rojnameger hatin girtin. Bertekên li dijî girtina rojnamevanan di serî de ji aliyê rojnamevan û saziyên çapemeniyê ji hêla gelek aliyan ve berdewam dikin. Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) jî rojnamegeran bertek nîşanî girtina hempîşeyên xwe dan.   ‘Kesên ku pêşengtiyê dikin dibin hedef’   Rojnamevan Jiyan Pîran di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê ya li hemberî Gelê Kurd û got: "Ger em şerê li hemberî kurdan binirxînin ne tenê li bakurê Kurdistanê bi giştî li hemberî tevahiya Kurdistanê siyaseteke qirkirin û tunekirinê tê meşandin. Bi taybetî akademisyen, rewşenbîr û rojamevan kesên ku pêşengtî ji civakê re dikin ku di xwazin dengê Gelê Kurd bigihinin ji derveyî Kurdistanê tên hedefgirtin. Ji bo ku Gelê Kurd bêdeng bihêlin ji bo ku têkoşîna li Kurdistanê tê meşandin asteng bikin bi taybet rojnamevanên bakurê Kurdistanê dîl girtin. Nûçe hedef hatin nîşandan û hatin sansûrkirin. Bi bêdengkirina rojnamevan, siyasetmedaran û rewşenbîrên Kurd qirkirin û tunekirin berdewam dike.”   ‘Têkoşîna me dê heta dawiyê berdewam bike'   Jiyan, da zanîn ku dê piştevanî ji bo berxwedana rojnamegeran bidome û wiha bi lêv kir: “Ez jî weke rojnamevaneke kurd ji bo xwe gihandina rastiya heyî û ragihandina heqîqeta li Kurdistanê têbikoşim. Em ê ragihandina rast a şerê ku li hemberî qirkirin û tunekirinên li Kurdistanê tên meşandin û di hema demê de berxwedana ku jin didin meşandin berdewam bikin. Li ser fikrê azadiya jin, têkoşina jin, parastina xwezayê û parastina mafê mirovan em ê heya dawi xwe bigihinin rastî ya heyî û belavî tevahiya cîhanê bikin.”   ‘Bêdengî erêkirina sûcên heyî ye’   Jiyan, diyar kir ku li Kurdistanê şerek tê meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wek tê zanin êrişeke berfireh li ser Kurdistanê tê meşandin. Ne tenê li ser rojnamevanan bi gişti li ser tevahiya Gelê Kurd, jinên kurd û gerilayên azadiya Kurdistanê. Bêdengiya Gelê Kurd li hemberi van êrişan wê heya kengî berdewam bike. Pêwiste li hemberî her cure êrişan û qirkirinan Gelê Kurd berxwedaneke topyekun were meşandin û divê gel dakeve qadan. Êdî dem dema têkoşina li hemberî zilmê ye. Bêdengî erêkirina sucên heyî ye û hevkariya êrişên heyî ye."   ‘Berxwedanî dîjmin têk dibe’   Rojnamevan Bêrîvan Tunç jî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser mijarên ku di rojevê de heyî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Wek tê zanîn em di serdema ku bûye serdema şoreşa jinê de dijîn. Her wiha şerê ku li tevahiya Kurdistanê tê meşandin mirov kêli bi kêli wî şerî dijî. Bi taybet tecrîda ku li Îmraliyê tê meşan din, tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafê girtiyan îro di asta herî dijwar de berdewam dike. Dixwazin dengê Rêbertiyê qutbikin. Ji ber ku şerê wan yê li hemberî Rêbertî negihişt encamê vê carê jî êrişî gel û Herêmên Parastina Medya dikin. Ji meha nîsanê heya niha bi her cureyan êrişê gerilayên azadiyê dikin, her wiha bi çekên kîmyewî êriş dikin. Berxwedana bêhempa ya gerilayên azadiyê bû sedema tekçûna êrişkaran."    ‘Ji bo ku dengê civakê qut bikin êrişi çapemeniyê kirin'    Bêrîvan di berdewamiya axaftina xwe de qala şerê li Kurdistanê tê meşandin kir û wiha dom kir: “Dema em êrişên li hemberî Kurdistanê tê meşandin dinêrin, armanc bêdengkirina Gelê Kurd û jinên kurd e. Her wiha nerazibûna li dîji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd didomin, ji bo astengkirinê jî di serî de êrişî çapemeniya azad kirin. Dema em li çapemeniya cîhanî û bi taybetî jî çapemeniya Tirkiyeyê dinêrin û bi taybetî jî yên alîgirê dewletê, mijarên siyasi, aborî li gor berjewandiyên desthilatdariyê dikin nûçe. Ji bo gelê xwe ji rewşa heyî bêagahî bihelê mijarên pir cuda yên ku tu wateya wan nîne tîne rojeve û mirovan mijûl dike."    ‘Şoreşa jinan li hemû cîhanê belav bûye’   Her wiha Bêrîvan dazanin ku Gelê Kurd li her derî di nav berxwedanê de ye û wiha bi lêv kir: "Gelê Kurd li her devera ku lê dijî rabûne ser piyan û bi her şêwazi çalakiyên xwe berdewam dikin. Li dijî çalakî û dengê gel êrişî rojnamevanan kirin. Bi taybetî jî li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ew şoreşa ku bi pêşengiya jinên kurd derketî û bi dirûşme û felsefeya 'Jin jiyan azadî’ li tevahiya cîhanê belavbûye ji bo ku vî dengî asteng bikin êrişi li jinan dikin. Desthilatdarî naxwaze jinên ku li rojhilatê Kurdistanê û Îranê serî rakirine bibin îlhama serxwebûnê ya cîhanê. Ji ber vê jî bi her awayî êrişî jinan dikin. Li dijî serhildana rojhilatê Kurdistanê û Îranê hevala me rojnamevan û aktîvîsta Jineolojiyê Nagihan Akarsel qetilkirin."    ‘Em li pey şopa heqîqetê bimeşin’   Bêrîvan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wek rojnamevan her karê ku dikeve li ser milê me em ê bikin. Em ê li dijî her cûreyên êrişan bi nûçe, dosya û xebatên xwe bersivê bidin û em ê heta dawiyê rastiya heyî ragihinin û li pey şopa heqîqetê bimeşin.”