Berteka rojnamegeran a li dijî girtin û zextan: Çapemeniya azad serî natewîne 2022-11-08 09:04:21     Gulîstan Dursun   STENBOL - Rojnamegeran bertek nîşanî girtina 26 rojnamegerên di 5 mehên dawî de hatine girtin dan û gotin: “Em li dijî hewldanên krîmînalîzekirinê ligel çapemeniya Kurd in.”   Di çarçoveya lêpirsînên navenda wê Amed û Enqere ye di 5 mehan de 26 rojanemger hatin girtin. Di meha hezîranê de 16 rojnameger hatin girtin û di  25’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna li Enqereyê hat meşandin de li 9 bajaran bi ser malan de hat girtin û 11 rojnameger hatin binçavkirin. Nûçegîhana me Habîbe Eren, Oznur Deger, Midûra karê Nivîsan a Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yurtsever, nûçegîhanên MA Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Denîz Nazlim, Ceylan Şahînlî, Emrullah Acar, Hakan Yalçin bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin û birin girtîgeha Sîncanê.    Rojnamegeran der barê mijarê de nirxandin kirin.   Nûçegîhana Agence France-Presse (AFP) Eylul Denîz yaşar da zanîn ku wek rojanemgerekê çapemeniya Kurd ji nêz ve diopîne û gelek caran çapemeniya Kurd di mijara mafê mirovan de hestiyar tev digere û wiha dirêjî dayê: “Çapemeniya Kurd tenê ji gel re xizmetê nake ji çapemeniyên din re jî naveroja nûçeyan pêşkêş dike rojevê diyar dike. Îro li welat di mijara aştî û demokrasiyê de em ewil li JINNEWS, Ajansa Mezopotamya û Rojnameya Yenî Yaşamê dinêrin û rojevê diyar dikin. Ew ji me re pêşengî û rehberiyê dikin. Me bi rojnamegerên hatin girtin re bi hev re şopandina nûçeyan kir. Sedema girtina wan nûçeyên wan e. Ji salên 90’î heta niha Çapemeniya Kurd dibe hedef.”   ‘Wê ew dest dirêjî me jî bin’   Eylulê destnîşan kir ku qanûna sansurê berê jî li Tirkiyeyê fîîlî pêk hatiye û ev tişt daxuyand: “Li vî welatî komek çapemeniyê ji ber nûçeyên çêdikir di hedefê de bû. Niha bi qanûna dezenformasyonê re çapemeniya navneteweyî zextên li ser çapemeniyê ya Tirkiyeyê bi awayekî şênber dîtin. Divê çapemeniya navneteweyî rojnamegerên ku dengê vî welatî didin bihîstin zêdetir bişopîne. Ger em li dijî van zextên li ser rojnamegeran jinedîtîve bên wê dor bê me wê ew dest rojekê dirêjî me jî bibe.  Divê em wisa bibînin. Divê em li dijî van zextan bibin deng.”   ‘Li dijî rojnamegerên jin ên Kurd zext du qat e’   Eylulê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku rojnamegerên jin ên Kurd du qat bi zextan re tên rû hev û wiha bi dawî kir: “Hevpîşeyên me dema ku li bajarên rojavayê Tirkiyeyê rojnameger hatin girtin qiyamet rakirin. Lê dema rojnamegerên Kurd yên jin hatin girtin kesî deng nekir. Divê em vê mijarê bikin rojeva qada navneteweyî. Divê em zêdetir hewl bidin. Lê em qels dimînin. Divê em zêtir têbikoşin.”   ‘Çapemeniya Kurd bêdeng namîne’   Rojnameger Fatoş Edogan jî nêrînên xwe anî ziman û bi lêv kir ku desthilatdariyê berê xwe daye rojnamegerên ku rastiyê dinivîsin û çapemeniya Kurd û wiha balkişand ser girtina rojnamegeran: “ Di meha Hezîranê de 16 rojnameger hatin girtin. Hejmara rojnamegerên hatin girtin bû 26. Ev zexta li hember çapemeniya Kurd li hember hemû çapemeniya muxalîf e. Divê em li dijî vê têbikoşin. Hewl didin çapemeniya Kurd bi giştî îzole bikin. Em bang li hemû kesî dikin ku ligel çapemeniya Kurd cih bigirin. Em li dijî krîmînalîzekirinê ligel çapemeniya Kurd cih digirin.”   ‘Nikarin serî bidin tewandin’   Rojnameger Zeynep Kuray jî tiştên tên jiyîn dişibîne fîlmekî û got berê jî şahidiya vî fîlmî kirine û wiha pê de çû: “Di 2011’an de di encama kumpasê de 47 rojnameger hatin girtin. Wê demê AKP û FETO bi hev re kir. Lê niha AKP bi tena serê xwe dike. Dozger û dadgerên wê demê em darizandin niha hemû girtîne. Hûn nikarin bi me serî bidin tewandin, em têk naçin. Ev wisa bû wê wisa biçe. Girtin, binçavkirin nikarin me têk bibin. Ez li dijî zextan bang li serokomar dikim. Gelo em ê li dijî her daxuyaniya we bêjin erê? We ji bo Roboskê daxuyanî dabû. Wê demê we çi gotibû û piştre çi derketin holê. Civakê bisaya raya giştî rastiyê hîn bû. Em ê bêguman bi ser vê de biçin. Zext nikarin me têk bibin. Divê em li dijî zextan têbikoşin.”