Akademîsyen Ceren Sozerî: Li dijî zextan divê em bibin yek 2022-11-08 09:03:22     Nuray Atmaca   NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Ceren Sozerî der barê rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere bû de hatin girtin axivî û da zanîn ku divê tora piştevaniyê bi hev re ava bikin û bi hev re bimeşim.   Bertekên li dijî girtina 9 rojnamegeran didomin. Akademîsyen Ceren Sozerî der barê mijarê de axivî û got rojnamegerî ne sûc e û wiha got: “Zextên li hember rojnamegeran ewil ji Ajansa Mezopotamya û JINNEWS'Ê dest pê dikin. Piştre jî dor tê rojnamegerên din.”   Di 25’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna li Enqereyê hat meşandin de li 9 bajaran bi ser malan de hat girtin û 11 rojnameger hatin binçavkirin. Nûçegîhana JINNEWS'ê Habîbe Eren, Oznur Deger, Midûra karê Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegîhanên MA Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Denîz Nazlim, Ceylan Şahînlî, Emrullah Acar, Hakan Yalçin bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin û birin girtîgeha Sîncanê. Her wiha di çarçoveya lêpirsînê de  nûçegîhana MA Zemo Aggoz û Mehmet Gunhan yê ku demekê li MA'yê stajyerî kirin bi şerta kontrola edlî û hepsa malê hatin berdan.   Li gorî rapora meha cotmehê ya Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG)  hejmara rojnamegerên hatine girtin derketiye 87’an.   Akademîsyen Ceren Sozerî der barê hedefgirtina rojnamegeran de axivî.   ‘Rojnamegerî ne sûc e’   Cerenê bi lêv kir ku rojnamegerî ne sûc e û wiha daxuyand: “Di 16’ê Hezîranê de 16 rojnameger hatin girtin û di 25’ê cotmehê de jî 9 rojnameger hatin girtin. Ger ku der barê rojnamegeran de lêpirsînek hebe divê gazî îfadeyê bikin. Lê di saetên sibehê de bi ser malan de digirin, rojnamegeran davêjin erdê û berovajî kelepçe dikin serê wan ditewînin. Polîs rojnamegeran wekî ku sûcdar in ji hundir derdixin û dikin wesayîtan. Lê em nizanin ku rojnameger bi çi tên sûcdarkirin. Ev dîmen bi rastî di alî rojnamegeriyê de şerma mezin e. Li her derê cîhanê tê zanîn ku faliyetên rojnamegeriyê ne sûc in.”   ‘Wê zext serî nedin tewandin’   Cerenê bi lêv kir ku wê zext serî nede tewandin û wiha dawî lê anî: “Rêxistinên rojnamegeran heta ji destê wan hat hewl dan piştgiriyê bidin. Ji bo piştevaniya rojnamegeran daxuyanî hatin dayîn lê polîsan dîsa zext kirin û asteng kirin. Me nîşan da ku zextên li hember rojnamegeran nikarin serî bi rojnamegeran bidin tewandin. Divê her kes li dijî zextên li hember rojnamegeran dengê xwe bilind bikin. Zextên li hember rojnamegeran ewil ji Ajansa Mezopotamya û JINNEWS'ê dest pê dikin. Piştre jî dor tê rojnamegerên din.”   *Rojnameger