Rewşa girtiyên nexweş giran dibe: Dikare pêşî lê bê girtin 2022-11-06 09:04:02   WAN - Sekretera Nûneriya Wan a TÎHV’ê Sevîm Çîçek da zanîn ku divê girtiyên nexweş bên berdan û got binpêkirinên mafan rewşeke bi fikare û wiha got: “Divê heyetên serbixwe li girtîgeha lêkolînê bikin. Dikare pêşî li binpêkirinên mafan û pirsgirêkan bê girtin.”   Zext û îşkeceyên li hember girtiyên siyasî her diçe dijwar dibe, girtiyên nexweş nayên dermankirin, li hember girtiyan pêkanînên kêfî hene. Sekretera Nûneriya Wan a Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê  (TÎHV) Sevîm Çîçek der barê binpêkirinên mafan de ji ajansa me re axivî û da zanîn ku demên dawî de di protesto û meşan de polîs serî li şîdetê didin.   Sevîmê destnîşan kir ku mafê meş û xwepêşendana ku mafê esas yê civakê ye, bi şîdet û îşkencê tê çewisandin û îşkence tê rewakirin û got: “Her derê welat bûye îşkencexana vekirî. Li Geverê parlamentera HDP’ê ya Îdirê ku xwest mafê meş û xwepêşandanê bikar bîne çima wê hat kişandin. Li gorî destura bingehîn îşkence qedexeye. Lê hêzên dewletê serî li şîdet û îşkencê didin. Li şûna der barê wan de lêpirsîn bê destpêkirin, însiyatîfa dikarin hêza bê hevseng bikar bînin didin. Mînak li rojnamegerên ku karê xwe dikin tehdîdan dikin. Derb dikin. Der barê wan de tu tiştek nayê kirin. Tenê cesaretê didin polîsan.”   ‘Dewlet ji rewşa girtiyan berpirse’   Sevîmê, destnîşan kir ku li derve binpêkirinên mafan yên giran hene û ev titş anî ziman: “Ka bifikirin li girtîgehan ev pêkanîn çawane. Li hundir binpêkirin hîn bêtir giranin. Ev binpêkirinên mafan ji xwe di raorên rêxistinên mafê mirovan û parêzeran de cih digirin. Girtîgeh bûne cihên ku mirov nikarin lê bijîn. Dewlet ji rewşa girtiyan berpirse.”   ‘Pêkanînên kêfî’   Sevîmê destnîşan kir ku pêkanînên kêfî yên li girtîgehan ji helwesta desthilatdariyê serbirxwe nîne û wiha bertek nîşan da: “Desthilatdarî demên dawî de di mijara mafê mirovan de hemû tiştî binpê dike. Ne qanûn ne destura bingehîn  nas dike. Li her qadê her tiştî li gorî xwe dîzayn dike. Ji darazê bigirin heta hêzên ewlehiyê heta peywirdarên girtîgehan her kesî li gorî xwe bit eşe dike. Ev rewşek bi fikare.”   ‘Dikare pêşî lê bê girtin’   Sevîmê balkişand ser rapora ÎHD’ê û wiha bi lêv kir: “Li gorî raporê 600 jê giran hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Girtî nikarin xew bigihînin mafê tenduristiyê. Baş nayên dermankirin. Girtiyan bi rîngê kelepçekirî dibin nexweşxanê. Dermankirinek bi vî rengî li wan ferz dikin. Di ketin û têketinên girtîgehan de lêgerînek awarte dikin. Lê dikare pêşî li pirsgirêkên tenduristiyê yê girtiyan bê girtin.  Dikare pêşî li nexweşiyên giran bê girtin ku pêş nekevin. Mixabin dest jê berdane. Wekê tu pirsgirêkek wisa tune tevdigerin. Ji girtîgehan gelek tabut derketin. Mirinêne biguman û întîxar hene lê tu saziyek serbixwe nikaribû bikeve girtîgehan lêkolîn bike. Têkiliya girtiyan bi giştî ji derve qût dikin.  Mafên herî sereke yên girtiyan tên astengkirin. Der barê vê de tu lêpirsînek tune. Ev bêdengî nikare bê qebûlkirin. Koguş her diçin qelebalix dibin. Binpêkirin her diçin zêde dibin.”   ‘Bi biryarên siyasî tevdigerin’   Sevîmê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser biryara Saziya Tipa Edlî (ATK) ya der barê girtiya nexweş parlamentera berê ya HDP’ê Aysel Tugluk û wiha dawî lê anî: “ATK bi biryarên siyasî tevdigere. Tevî bi dehan girtiyên nexweş yên giran hene, raporên dikare girtî bimîne didin. Ev helwestek siyasî ye. Tevî bi dehan carî nexweşxana Kocaeliyê ji bo Aysel Tugluk rapora nikare girtî bimîne da jî ATK’ê berovajî vê rapor da. Ev jî nîşan dide ku biryara siyasî tê dayîn.”