Şîrketa got wê xeta gazê girê bidin, welatî xapandin 2022-11-06 09:03:09     COLEMÊRG - Şîrketa Gaza xwezayî ku got em ê xetê bikşînin taxê û boriyan raxînin welatî xapandin. Welatiyan diyar kir ku ku ew hatine xapandin kredî kişandine lê ne pere tune ku komirê bigirin.   Welatiyên li taxa Halîfe Dervîş a Colemêrgê dijîn ji aliyê Şîrketa Veguhestin a Gaza Xwezayî ya Akmercan û riyên bejayî ve tên mexdur kirin. Di hevdîtin û serlêdanên berê de gotin wê gazê bikşînin lê şîrketê pirsgirêkên bi riyên bejayî re kirin hincet û xet nekişandin taxê. Lê piştî hat hînbûn ku heman şîrketê ji bo midûriyeta emniyetê ya di bin berpirsyariya riyên bejayî de ye, xeta gazê kişandine û şêniyan bertek nîşanê rewşê dan.   Jinên taxa Halîfe Dervîş ji ajansa me re mexduriyetên xwe anîn ziman.   ‘Gaz dan emniyet û lojmanan’   Şukriye Korkmaz ya li taxê dijî got rayedaran meha hezîranê de gotine ku wê gazê bikşînin malan û wiha got: “Me ji bo vê kredî ji bankayan kişand. Borî kişandin malan lê 6 mehe gaza me girê nedan. Ez û hevjînê xwe tenê ne. Em bi mûçeyê asgarî debarê dikin. Me kredî kişand. Navbera me û emniyetê de 20 metre heye lê gaz dan lojman û emniyetê. Madem wisa çima me kredî kişand em ketin bin deyn.”   ‘Tenê ji bo emniyetê dixebite’   Şukriyeyê bi lêv kir ku şêniyên taxê her tim serlêdan kirine û wiha diyar kir: “Gotin riya bejayî destur nadin. Gelo çima gazê nadin me. Gelo em mirovên ji rêzêne ji ber vê? Zivistan hat. Me hemû pereyê xwe ji bo xeta gazê da. Pereyê me nema em komirê bigirin. Em ê niha çi bikin.”   ‘Em nikarin krediya xwe bidin’   Jina bi navê Menekşe Ertuş jî bertekên xwe wiha anî ziman: “Bi mehane ji bo xeta gazê dixebitin, ji bo xet bê kişandim me kredî kişand. Lê şîrket û riyên bejayî em mexdur kirin. Avahiya me ya sê kat heye. Me nêzî hezar TL lêçûn kir. Me kredî kişand. Lê em zehmetiyan dikşînin. Krîza aborî li holê ye. Bi mehane em krediyê didin. Niha em nikarin komirê bigirin.”   ‘Ji gel re xizmet tune’   Menekşeyê axaftina xwe wiha bidawî kir: “Taxa me hem nêzî navend hem nêzî kolana serekeye. Tevî vê xet girê nedan. Me bi dehan carî serlêdan kir. Lê bersivek erênî nehat dayîn.Em ketin bin deyn. Lê gazê nadin. Emniyet li alî din a rê ye. Lê gaza wan berdan. Lê gaza me welatiyan brenedan. Bila sedema vê bêjin.  Ji emniyetê re xizmet heye lê ji gel re tune. Me evqas kredî kişand. Lê em niha nikarin komirê bidin.”