Tecrîda Îmraliyê giran dibe: Divê demildest hevdîtin pêk bên 2022-11-06 09:01:19     WAN - 19 meh in bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin nayê kirin û tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bûye. Ji parêzerên OHD’a Wanê Mehtap Işik da zanîn ku tecrîd ne hiqûqiye divê demildest hevdîtin bên kirin û tecrîd mafê mirovan bin pê dike.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sale di bin tecrîda giran de ye tevî hemû hewldanan ev 19 mehe jî hevdîtin nayên kirin. Herî dawî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 2021’ê de derket holê ku dadgeriya înfaza Bursayê 6 mehe cezayê hevdîtina parêzeran daye. Li ser vê parêzeran 29’ê Nîsanê de dîsa serlêdan kirin lê serlêdan heman rojê hat redkirin. Hincet jî hat gotin ku 13’yê Nîsanê de 6 meh qedexeya hevdîtinê hatiye dayîn. Der barê hincetê de jî tu agahî nedan parêzeran. ‘Tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye’   Ji Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Wanê parêzer Mehtap Işik der barê tecrîda didome de ji ajansa me re nirxandin kir.   Mehtapê, diyar kir ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re her tim bi hincetên cuda tê qedexekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hemû têkiliya bi derve re hatiye qûtkirin. Tu aliyê vê yê hiqûqî tune. Tecrîd her diçe giran dibe. Bi tu awayî ji Ocalan agahî nayê girtin. Me parêzeran meha hezîranê de serlêdan kir lê bersivek nedan. Ev tecrîd û îzolasyonek giran e. Mafê mirovan bi awayekî cidî tê binpêkirin. Ji bo tu serlêdanê bersivek erênî nayê tayîn. Tecrîdê bandor li ser hemû girtîgehan kiriye.”   ‘Tirkiye neçare li gorî peymanan tevbigere’   Mehtabê anî ziman ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) ji bo Abdullah Ocalan di 2014’an de biryara der barê ‘mafê hêviyê’ daye û got: “DMME’ê der barê kesekî ku di bin şertên giran de maye de biryar da ku ev binpêkirina mafe û ji Tirkiyeyê xwest ku sererastkirina qanûnî bike. Sererastkirinên qanûnî yê li Tirkiyeyê derbasdar bûn jî derfet dida. Hevalên me yên Buroya Hiqûq a Asrinê serî li komîta wezîran dan. Heyetek şopandinê hat avakirin ku Tirkiye pêngavê davêje an na. Lê Tirkiyeyê got ew ji bo Abdullah Ocalan mafê hêviyê nade nasîn. Ev li dijî mafê mirovane. Ji ber qedexa îşkencê li Tirkiyeyê mafekî hatiye qedexekirinê ye. Îşkence nikare li tu kesî pêk bê. Tirkiye neçare li gorî peymanan tevbigere.”   ‘Mirinên li girtîgehan ne ji rêzê ne’   Mehtabê, daxuyand ku tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye û wiha bi lêv kir: "Lê kes nabe dengê girtîgehan. Em bi awayekî cidî fikaran dijîn. Ji ber yekane dengê girtiyan em in. Em serlêdanan dikin, dengê xwe bilind dikin û em hewl didin dengê wan bidin bihistin. Lê ev jî tê astengkirin. serlêdanên me erênî nayên bersivandin. Ev saleke gelek girtî jiyana xwe ji dest didin. Ev ne mirinên ji rêzê ne. Gelek hincetan pêşkêş dikin.”   ‘Lêgerîna dev ferz dikin’   Mehtabê got OHD der barê binpêkirinan de raporên xwer periyodîk diweşînin û wiha got: “Divê girtiyên nexweş bê dermankirin û sewqî nexweşxaneyan bên kirin. Tevî hemû serlêdanên me girtî nayên berdan. Dermanên wan nadin. Nabin nexweşxaneyan. Li girtîgha Kurkçuler a Edenê, Tîpa F ya Bafrayê, Kalkandere ya Rîzeyê û gelek girtîgehên din lêgerîna dev tên kirin. Ji ber girtî vê qebûl nakin sewqî nexweşxaneyan jînayên kirin. Dermankirina wan jî nabe. Ev jî dibe sedema giranbûna rewşê û mirinan. Di raporên meha tebaxê de me balkişand ser rewşa Suphan Çabuk yê li girtîgeha Tîpa L ya Kalkandere a Rîzeyê jiyana xwe ji dest da. Nexweşê dil bû. Divê bihata dermankirin. Me bi îdarê re hevdîtin kiribû. Lê ji ber girtî pêkanînên wek lêgerîna dev, kelepçê qebûl nekir, derman nekirin. Ji ber vê Suphan Çabuk jiyana xwe ji dest da. Li girtîgehan ji ber binpêkirinan mirin tên jiyîn.”   ‘Pêkanînên kêfî zêde dibin’   Mehtabê destnîşan kir ku yek ji binpêkirinên din ji aliyê gardiyanan ve tê kirin û wiha dirêjî dayê: “Gardiyan bi ser koxuşan de digirin lêgerînan dikin. Rojê çend caran wisa dikin. Odeyan belav dikin. Ev dibe sedema binpêkirina mafan. Dema bi ser koxuşan de digirin girtiyên bertek nîşan didin jî tên derbkirin. Ligel vê gelek binpêkirinên mafan hene. Em dibînin ku kes li dijî van tiştekî nake. Îdareyên girtîgehê kêfî tevdigerin. Ji bo pêşî li van bê girtin em hewl didin."   Ji bo koxuşa du kesî 600 TL fatura ceyranê    Mehtabê balkişand ser krîza aborî û  pirsgirêkên aborî yên li girtîgehan ji ber enflasyonê zêde bûne û wiha dawî lê anî: “Her tiştê kantînan biha bûye. Girtî nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Ji bo koxuşa du kesî 500-600 TL fatura ceyranê tê. Li wan koxuşan jî tenê semawer û ampul heye. Her tiştê kantînê jî bihaye. Ev jî rê li ber binpêkirinan vedike. Her wiha ev du sale ji ber Lijneya Şopandin û Îdarî binpêkirinên mafan tên jiyîn. Lijne pirsên wekê ‘tuyê bizewicî? Tu vê partiyê çawa dibînî, dema derkevî tuyê çi bikî’ ji girtiyên cezayên wan qedyane dipirsin. Lijne bersivên li gorî xwe negirin tahliyeya wan 3 an jî 6 mehan asteng dike. Ev lijneya ku zemîna wê ya hiqûqî tune, biryarên kêfî digire.”