Aryen Turan: Em ê anîna ziman a bêhiqûqiyan bidomînin 2022-11-05 09:54:22     ÎZMÎR - Parêzera OHD'yî Aryen Turan da zanîn wan wekî hiqûqnasan peywira xwe bi cih anîn û got:"Hem ez hem jî OHD em ê anîna ziman a bêhiqûqiyan bidomînin."   Li Lijneya Giştî ya Awarte ya Baroya Îzmîrê ya di 22'yê Cotmehê de pêk hat Parêzera OHD'yî Aryen Turan axaftin kir û dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kir. Piştre wekî hedef hat nîşandan. Di 3'yê Mijdarê de dema ji buroya xwe derket hat binçavkirin. Aryena ku di 4'ê Mijdarê de derket pêşberî dozger bi şerdê kontrola edlî hat berdan.    Aryenê derbarê lêpirsîna hatiye destpêkirin û binçavkirinê de nirxandin kir.    'Me wekî hiqûqnasan peywira xwe bi cih anî'   Aryenê bi lêv kir ku mijara çekên kîmyewî ya di axaftina kongreyê de aniye ziman wekî "talîmata rêxistinê" û "alîkariya bi rêxistinê" hatiye ziman û wiha domand:"Min got ez hiqûqnas im û li dijî bêhiqûqiyê deng derdixim. Wekî delîl tenê axaftina min di dosyayê de cih girt. Dozger got anîna ziman a çekên kîmyewî bicihanîna talîmata rêxistinê ye."   'Min kirin hedef'   Aryenê bi lêv kir ku lêpirsînê piştî lijneya giştî du rojan dest pê kiriye û wiha lê zêde kir:"Jixwe ez amade bûm îfadeyê bidim. Tevî vêya jî hatin ez kirin bin çavan. Ez ji aliyê medyaya hawiz ve hedef hatim nîşandan. Loma operasyoneke wiha li dijî min pêk hat. Heqaret li min hat kirin, gefa mirin û tecawizê li min hat xwarin. Li ser medyaya dîjîtal digotin 'çima vê parêzerê nagirin'."   'Herkes vê gavê dikare bibe hedef'   Aryenê bi lêv kir ku yek jê yê wê kiriye hedef Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umit Ozdag bûye û hinek parêzerên ji Partiya Vatanê giliyê wê kirine û wiha pê de çû:"Piştre medyaya alîgir û trollan ev li ser medyaya dîjîtal anîn ziman. Vana vê yekê li her kesî dikin û herkes vê gavê dikare bibe hedef. "   'Dixwazin her kesê muxalif bêdeng bimînin'   Aryenê bi lêv kir ku naveroka dewleta hiqûqê hatiye valakirin û got:"Ev helwesta îktira ya bêdenghiştina her kesî ye. Her kesê muxalîf e. Dixwazin tirsê biafirînin. Loma divê mirov li her derê hiqûq û edaletê biparêze. Ev berpirsiyarî û peywira me ya li hemberî civakê ye. "Hem ez hem jî OHD em ê anîna ziman a bêhiqûqiyan bidomînin."