Nobeda Edaletê di roja 33'yemîn de ye 2022-11-04 15:19:23     STENBOL - Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên îfaza wan hatine betalkirin bên berdan dabûn destpêkirin di roja 33'yemîn de ye. Xizmên girtiyan gotin:"Bijî berxwedana zindanan."   Nobeda Edaletê ya ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û înfaza wan hatine şewitandin hatibû destpêkirin di roja 33'yemîn de didome. Parlamenterên HDP'ê Dilşat Canbaz Kaya, Oya Ersoy jî piştgirî dan çalakiyê.    Xizmên girtiyan xwestin daxuyaniyê bidin lê belê polîsan ew dorpêç kirin. Piştre xizmên girtiyan bi îşkence û kelepçeyê hatin binçavkirin. Yên hatin binçavkirin dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.    Nehat hînbûn ku xizmên girtiyan birine ku derê.    'Em ê têbikoşin'   Parlamentera HDP'ê Oya Ersoy wiha got:"Dayik dixwazin zarokên wan ji binpêkirina mafên li girtîgehan bên parastin. Lê her hefte xizmên girtiyan dikin bin çavan. Ev çalakî li dijî hiqûqê ye. Em ê jî her hefte li gel xizmên girtiyan bin."   Ji 605'î zêdetir girtiyên nexweşiya wan giran hene   Parlamentera HDP'ê Dilşat Canbaz Kaya bertek nîşanî binçavkirina xizmên girtiyan a her hefte bi îşkenceyê da û got ji 605'î zêdetir girtiyên nexweşiya wan giran hene, daxwaza dayikan ew e ku girtiyên nexweş bên berdan û em jî li gel dayikan e.