Banga ji bo meşa mirovahiyê ya mezin: Bêdengî hevkarî ye 2022-11-04 09:04:36     Zelal Tunç   WAN - Siyasetmedar û aktîvîstên jin ên Wanê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî axivîn û gotin: “Bêdengî hevkariya sûc e. Em ji bo meşa 6’ê Mijdarê ya bi dirûşma ‘li dijî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê’ ya li Sîlopiyê pêk tê banga tevlibûnêli hemû kesî dikin.”   Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya di êrîşa bi hevkariya Tirkiye û PDK’ê ya li hember herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Federal a Kurdistanê pêk hat de di 6’ê Mijdarê de li Sîlopî û Stenbolê wê bi dirûşma ‘Li dijî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê’ meşek pêk bê.  Meşa ku bi pêşengiya Komeleya Çand û Yekîtiya Piştevaniya Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) de winda kirine, li Sîlopiyê wê pêk bê dirûşma wê ‘Meşa Mirovahiyê ya li dijî Çekên Kîmyewî ye’. Rêxistinên demokrasî û partiyên siyasî yên Wanê der barê meşê de daxuyanî dan û piştgiriya xwe anîn ziman.   Jinên siyasetmedar û aktîvîst der barê meşê de ji ajansa me re axivîn.   ‘Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye’   Hevseroka Komeleya Lêkolîna Koçberiyê ya SERHED’ê (Goç-der) Gulşen Kurt da zanîn ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e û wiha dirêjî dayê: “Hemû kesên ji xwe re dibêjin ez mirov im, hemû kesên xwedî wijdan divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dengê xwe derxin. Em çekên kîmyewî lanet dikin, qebûl nakin. Divê hemû rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û her wiha cîhan li dijî vê dengê xwe bilind bike bertek nîşan bide.”   ‘Hewl didin rojevê biguherin’   Gulşenê diyar kir ku Seroka Konseya Navenda Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ji ber daxuyaniya der barê lêkolînkirina çekên kîmyewî de hatiye girtin û her wiha bal kişand ser girtina rojnamegerên çapemeniya azad: “Hewldana desthilatdariyê ev e ku rojeva der barê bikaranîna çekên kîmyewî de bê girtin. Lê em vê rojevê nagirin. Bi vê armancê em ê di 6’ê Mijdarê de meşekê pêk bînin û divê her kes tevlî vê meşê bibe.”   ‘Divê her kes dengê xwe bilind bike’   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Handan Karakoyun jî anî ziman ku bi dehan carî dîmenên der barê bikaranîna çekên kîmyewî de di çapemeniyê de hatiye nîşandan û got: “Çekên kîmyewî li gorî hiqûqa navneteweyî û neteweyî sûc û qedexe ye. Lê dema mijar dibe Kurd her kes bêdeng dimîne. Herî dawî Şebnem Korur Fîncanci ya ku ev îfade kir, hat girtin. Em li dijî vê bêdengiya tê jiyîn û polîtîkayên desthilatdariyê di 6’ê Mijdarê de dimeşin Sîlopiya Şirnexê. Armanca vê meşa me ev e ku kes nebe hevkarê vî sûcî û dengê xwe bilind bikin.”   ‘Êdî bes e’   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Zerîfe Bor jî wiha bang li dayikan kir: “Bi tanq û topan êrîş dikin. Ev jî têr nake bi çekên kîmyewî êrîş dikin. Em vê qebûl nakin. Bila êdî zarokên me nemirin. Gelo zarokên me ji bin kevir derketine? Çima wisa dikin. Ew zarokên me ne. Me dîmenên wan dîtin. Ev êşek mezin e. Heta dawiya jiyanê em ê van ji bîr nekin. Psîkolojiya dayikan xera bû. Êdî bes e em vê zilmê qebûl nakin. Bila her kes rabe ser piyan, bila bimeşin Sîlopiyayê.”