Sevîm Alturk: Bila kujer bi cezayê herî giran were darizandin 2022-11-04 09:03:20     ŞIRNEX -Ji bo doza Mîhrîban Alturk (Bêrîvan) ku li qilebanê ji aliyê Metîn Şengîl ve hate qetîlkirin, îdîaname hat amade kirin. Danîşîna yekemîn a dozê dê di 7’ê Kanûnê de were dîtin. Xwişka Mîhrîbanê Sevîm Alturk ji bo tevlîbûna danîşînê bang kir û destnîşan kir ku bila kujer bi cezayê herî giran were darizandin.     Mîhrîban Alturk (31) a li navçeya Qilebana Şirnexê dima, di 21’ê Nîsanê de ji aliyê Metîn Şengîl ê pê re hatibû zewicandin û piştre dest ji hev berdabûn, bi êrişa çekdarî re rûbirû ma. Dayika du zarokan  Mîhrîban bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Piştî ku rewşa Mîhrîbanê giran bû sewkî nexweşxaneyeke din hat kirin, Mîhrîban li heman nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Metîn Şengîl ku Mîhrîbanê qetîl kir di 24’ê Nîsanê de hate girtin û ew şandin girtîgehê.   Danîşîna yekemîn 7’ê kanûnê ye   Derheqê Metîn Şengîl ê ku Mîhrîbanê qetil kir de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve îddianame hat amadekirin û hat xwestin ku bersûc Metîn Şengîl bi cezayê muebbetê bê cezakirin. Di îdianameya ku hat amadekirin de hat diyarkirin ku bersûc piştî bûyera 21’ê Nîsanê, di 24’ê Nîsanê de hatiye girtin. Hat xwestin ku bersûc Metîn Şengil li dijî Mîhrîban Şengîl a ku qetil kiriye bi îdiaya “Bî zanebûn kuştînê” û ji bo keça Mîhrîban, Tûana ku dema bûyerê birîndar kiriye jî ji ber sûcê "Bûye sedema ku jiyana zarok bikeve xeterê bi çekê bi qesd birîndar kiriye” dê bê darizandin. Di îdianameyê de ji bilî îfadeyên bersûc û şahidan raporên otopsiyê jî cih girtin. Danîşîna yekemîn a doza kujer Metîn Şengîl ku ji ber mîhrîbanê qetil kir dê di 7’ê Kanûnê de bê dîtin.   Roja bûyerê   Xwişka Mîhrîban Sevîm Alturk derbarê bûyerê de axivî û destnîşan kir ku bi salan e Metîn Şengîl îşkence li xuşka wê kiriye û got: “Xwişka min roja bûyerê bi zaroka xwe re çû sûkê. Piştre wesayitekê pêşiya wê girtr. Xwişka min fêm kir ku ew Metîn e û bi lez û bez zaroka xwe xist hembêza xwe. Xwişka min bi keça xwe re li gel ku reviya ji Metîn 3 gule lê reşandin. Zaroka wê jî birîndar bû. Piştre me wê bir çend nexweşxaneyan gerand û xuşka min ji ber ku zêde xwîn jê çû jiyana xwe ji dest da. Metîn, piştî ku xwişka min qetîl kir, hevalên wî ew veşartin lê piştre hate girtin.”   ‘Ez naxwazim yek ji jinên ku tên qetîlkirin bim’   Sevîm, diyar kir ku ew dixwazin bersûc bi cezayê herî giran were darizandin û got: “Em dixwazin derheqê wî de cezayê herî giran bê dayîn. Xwişka min di rojên dawî de gelek bêdeng û xemgîn bû. Me jê dipirsî ku çima wisa ye. Wê jî digot, 'her roj di televîzyonê de nûçeyên qetîlkirina jinan hene. Dê Metîn jî di dawiyê de min bikujîne. Ez naxwazim bibim yek ji wan jinên ku tên qetilkirin'. Me digot na tu yê wisa nebî. Lê bawer nedikir û hertim hîs dikir ku wê tiştek were serê wê. Ew êdî bêhêvî mabû.”   'Derbarê kujer de lêpirsîn nekirin'   Sevîm, daxuyand ku Mîhrîban bi dehan caran giliyê Metîn Şengîl kiriye lê tu feyda nekir. Sevîm, ev tişt li ser axaftina xwe zêde kir: “Metîn gelek caran xwişka min îşkenceyê kir. Ji bo ku wê bikuje gelek caran hewl da. Carekê li ber çavên me kêr da ser sutiyê xwişka min. Hertim bi malbatê li xwişka min gef dixwar. Xwişka min gelek caran ji bo ku ji vê îşkenceyê xelas bibe xwest întîhar bike. Polîsan biryara dûrxistinê dabûn lê dîsa jî wî kujerî dihat gef li xwişka min dixwar û tiştek pê nedikirin. Tu wextî nehat binçavkirin an jî derheqê wî de tu doz nehat vekirin ku heta xwişlka min hat qetîlkirin.   Ji bo danîşînê bang   Sevîm, di dawiya axaftina xwe de bang ji bo tevlibûna danişîna yekemîn a doza Metîn Şengil  kir û got: “Xwişka min çû lê bila êdî jinên din neyên qetilkirin. Bila jin mafên xwe biparêzin. Di doza 7’ê kanûnê de em bang dikin ku bila jin û sazî û dezgehên jinan piştgiriyê bidin doza derbarê qetilkirina xuşka min. Êşa me gelek taze ye û em gelek li ber dikevin. Zarokên xwişka min hê jî li dayika xwe dipirsin. Di danişînê de me tenê nehêlîn.”