Ji bo meşa 6’ê Mijdarê ya li Taksîmê bang 2022-11-03 09:05:52     Marta Somek   STENBOL- Endama BMG’ê Muruvvet Kuçuk li dijî bikaranîna çekên kîmyewî banga meşa di 6’ê Mijdarê de dê li Taksîmê pêk bê kir û got: “Em ê vê meşê wek helwesta li dijî şerê qirêj pêk bînin. Banga me ji bo hemû çîna karker û kedkarênTirkiyeyê ye. Em li hemberî van êrîşan ranewestin wê sibê Tirkiye veguhere dojehê.”   Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên  Tirkiye bi hevkariya PDK’ê ya li hember Herêma Federal a Kurdistanê li Hêrêmên Parastina Medya Zap, Avaşîn û Metîna pêk hat de di 6’ê Mijdarê de li Sîlopî û Stenbolê  wê bi dirûşma ‘Li dijî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê’ meşek pêk bê. Meşa li Taksîmê wê pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan(HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) bikin.    Endama BMG'ê  û Alinterî Muruvvet Kuçuk beriya meşê der barê çekên kîmyewî û girîngiya meşê de axivî.    Pelçiqandina tevgera azadiya Kurd…   Muruvvetê destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî du alî ye û wiha got: “Aliyê yekem ev e ku tevgera azadiya Kurd di alî îdeolojîk siyasî û rêxistinî de bipelçiqînin. Plana têkbirinê îfadeya herî şênber e. Aliyê duyem jî têkildarî polîtîkayên emperyalîst ên li Rojhilata Navîn e.  Li cîhanê ji nû ve hevsengî tên avakirin, di vê hevsengiyê de Tirkiye di her derfetê de hewl dide vê li gorî xwe bi rêve bibe û bi erêkirina emperyalîstan vê dike. Astengiya herî mezina li pêş tevgera azadiyê ye.”   ‘Çekên kîmyewî bikar tînin’   Muruvvetê her wiha destnîşan kir ku destilatdarî ji 2018’an heta niha operasyonan pêk tîne û wiha daxuyand: “Herî dawî Tirkiye di meha Nîsanê de operasyona ‘Pençe Kilit’ da destpêkirin. Dema nikare pêş bikeve serî li teşeyên qirêj dide. Têkiliya vê bi polîtîka hundir heye. Ji ser wê hewl didin çîrokek serkeftinê biafirînin. Balafiran radikin, ji hewa ve êrîş dikin, PDK pêşengiyê dike û alavên dermirovahî yên herî bi xof dikin dewrê. Bi israr dibêjin me çekên kîmyewî bikar neaniye lê piştî operasyona Garê wezareta parastina netewî îtîraf kir ku bikaranîne. Gotin bombeya çavan şil dike ye lê piştre ji dîmenan hat fêmkirin ku gelek madeyên kîmyewî hatine bikaranîn.”   ‘Şebnem Korur Fîncanci kesek bi nirxe’   Muruvvetê der barê Seroka Konseya  TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ku hedef hat girtin û piştre hat girtin de jî nêrînên xwe anîn ziman: “Mamoste Şebnem kesek wisa ne ji rêzê ye. Di vê mijarê de pisporiya wê heye û li Tirkiyeyê bi salan têkoşîna mafên mirovan daye. Keseke rêzdar û bi nirx e. Şebnem Korur Fîncanci piştî dîmen temaşe kir got ‘Dişibe bandora çekên kîmyewî.’  Ev jî nîşan dide ku rejîm li ser sûc hatiye girtin. Şebnem keseke li ser civakê bi bandor e. Ligel vê berê xwe dan rojnmegran. Ji ber dixwazin her tiştî reş bikin. Ji bo dernekeve holê çi ji destê wan tê dikin.”   ‘Divê bê teşhîrkirin’   Muruvvetê  her wiha destnîşan kir ku divê muxalefeta civakî li dijî vê xurt bisekinin û li dijî vê hovîtî û sûcê mirovahiyê her tim teşhîr bikin, bibin xwedî helwest, bibin rojeva gelên Tirkiyeyê, bibin rojeva gelên cîhanê û di vê mijarê de zextê  li dewletên emperyalîst bikin. Muruvvetê wiha bi lêv kir: “Em ê di 6’ê Mijdarê de li dijî çekên kîmyewî li Stenbolê meşa Taksîmê pêk bînin. Em ê vê meşê wek helwesta li dijî şerê qirêj pêk bînin. Banga me jibo hemû çîna karker û kedkarênTirkiyeyê ye. Em van êrîşan bi hev re neçewisînin wê sibê Tirkiye biguhere cehnemê. Ev berpirsyariyeke girînge. Divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih.”   ‘Em êrîşan bi hev re biçewisînin’   Muruvvetê di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Azadî ji jiyaneke mirovane derbas dibe û divê em ji bo vê têbikoşin. Ez bang li hemû çîna karker, kedkar ên Tirkiyeyê dikim. Ez bang li hemû aliyê pêşeng, li hemû saziyên pêşeng yên siyasî dikim. Ji bo çewisandina van êrîşan divê em bikevin hewldanê. An jî wê Tirkiye her biçe xera bibe. Ez hemû kesî vedixwînim meşa 6’ê Mijdarê.”