Parêzer Çîro Şhwanî: Dema mijar Kurdistan be cîhan bêdeng e 2022-11-03 09:04:03     Derya Ren-Medya Uren   AMED - Di pêvajoya êrişên dewleta tirk de ku ji Nîsanê ve li ser herêmên parastina Medyayê daye destpêkirin, bê navber çekên kîmyewî hatin bikaranîn û ev bi daneyan hatin nîşankirin. Endama rêveberiya Tevgera Azadiyê parêzer Çîro Şhwanî di qalkirina binpêkirinên mafên mirovahî û sûcên şer de diyar kir ku êriş ne ji Neteweyên Yekbûyî û pêkhateyên weke OPCW'ê bê xeber tên kirin. Bêdengiya wan her tiştî eşkere dike.    Tirkiyeyê bi piştgiriya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ji 17’ê Nîsanê ve li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên li Başûrê Kurdistanê ye şer dabû destpêkirin. Tirkiye û PDK’ê hemû hêza xwe di ber  vî şerî de xerç dike û di pêvajoya êrişên çend mehan de zirarên mezin dane herêmê. Bi taybetî di encama bikaranîna çekên kîmyewî de herî dawî 17 endamên HPG û YJA STAR’ê jiyana xwe ji dest dan. Herçiqasî piştî dîmenên du şervanên HPG û YJA STAR’ê yên ji çekên kîmyewî bi bandor bûne, bûn rojev jî Netewên Yekbûyî, Ewropa, Emerîka, OPCW û cîhan bêdeng in.   Di vê pêvajoyê de OPCW û şandeyek girêdayî van netewan ji bo lêkolînê neçûn cihê bûyerê. Hinek rojnamevan an jî şandeyên ji bo lêkolînê çûn Başûrê Kurdistanê jî ji aliyê PDK’ê ve hatin astengkirin. Yek ji van şandeyên ku gihiştine cihê bûyerê kîmyagerên endamên ÎPPNW ku çûn hêrêmê, şopên gazên kîmyewî li qadên çiyayî ku arteşa tirk ji vir vekişiyaye, tespît kirine bûn. Tarîfên bandorên ku li ser cenazeyan hate tespîtkirin, çavkaniya wan a mirinan piştrast dike. Ji bo piştrastkirina sûcên şer, ji aliyê pisporên navneteweyî ve li ser bikaranîna çekên kîmyewî xebat tên kirin.   Parêzera endama desteya rêveberiya Tevgera Azadî ya Komelgeya Kurdistan Çîro Şhwanî girêdayî binpêkirina sûcên şer ên Tirkiye dike bi ajansa me re nêrînên xwe parve kir.   Li dijî çekên kîmyewî gavên girîng   Çîro beriya qala êrişên dewleta tirk bike bal kişand li ser peymanên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî hatine pêşxistin. Çîro wiha dest pê kir: “Di salên 1992’yan de li dijî bikaranîna çekên kîmyewî nîqaş hatin destpêkirin. Di Nîsana sala 1997’an de jî bi peymana di asta navnetewî de li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ketiye meriyetê re bikaranîn û hilgirtina çekên kîmyewî bi giştî hate qedexekirin. Ango ev rêxistin em weke OPCW bi nav dikin ji vê berpirsyar e. Ji derveyî wê jî  di 7’ê Tîrmeha sala 2017’an de peymana qedexekirina çekên Nukleer li navenda NYE’ê ji aliyê 86 dewletan ve hate îmzekirin û di sala 2021’ê de jî kete meriyetê. Di asta navneteweyî de bi awayekî fermî çekên kîmyewî hatin qedexekirin û ji bo vê gavên girîng hatin avêtin. Di nav dewletên ev peyman îmze kirin de Tirkiye bi xwe jî heye."   ‘Pêwîst e Tirkiye were cezakirin’   Çîro dema qala erka pêkhateyan kir da zanîn pêwîst e erka van pêkhateyan binê wê xêz bikin. Ya girîng jî di aliyê pratîkê de encamên bi dest xistine divê were nirxandin. Çîro wiha berdewam kir: “Belê erka wan diyar e lê belê çiqasî vê tînin cî cihê nîqaşê ye. Dewleta tirk ji meha Nîsanê ve li ser herêmên parastina medyayê êrişên dijwar didin meşandin û bê navber jî çekên kîmyewî bi kar tînin. Heya niha weke vê gelek sûcên şer kirin û em dikarin bêjin asta vê ya herî jor çekên kîmyewî ne û berdewam dikin. Lewra zirara dane ne tenê li ser mirovan li ser xwezayê hemû bandoreke mayînde dike. Heya niha jî gelek herêmên çiyayên Kurdistanê bi van çekan hatin bombebarankirin. Bi delîlan car din ev yek bi caran hatin ragihandin. Kel û pelên van çekan û her wiha gelek dîmen hatin parvekirin. Di vê astê de pêwîst bû lêkolînên berfireh hatiban destpêkirin û cardin li dijî bikaranîna van çekan Tirkiye hatiba cezakirin. Lewra dîmenên derdikevin pêş mixabin ji ya pêwîst gelek dûr e.”   ‘Neteweyên Yekbûyî bêdeng e’   Çîro bi lêv kir ku dema mijar dibe Kurdistan hemû cîhan nêzîkatiyek cuda pêşkêş dikin û pê de çû: “Beriya niha ji derveyî Kurdistanê jî bombebaranên çekên kîmyewî pêk hatin. Ruxmê ewqas medya dîjîtal û di aliyê ragihandinê de teknîk pêşneketibû jî bi wêneyekî hemû cîhan bertek nîşan da. Cardin a ku li hember wan çekan bû mertal jî yekbûna dengê gelan bû. Bi sedan nimûneyên vê hene. Lewra dema mijar dibe Kurdistan helwestên herkesî eşkere xuya dike. Îro li ser hemû platformên medyaya dîjîtal û TV yên çapemeniya azad dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî hatin parvekirin. Ez ne kîmyagerek an jî di wê mijarê de pispor im lê belê her kesî di wan dîmenan de rastiya êrişên heyî dît. Kî/kê dibe yan jî kîjan pêkhate yan welat dibe bila bibe bêdengiya wan şîrîkatiya wan dide xuyakirin. Neteweyên Yekbûyî ku hemû jî peymanên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî îmze kirine îro bêdeng in. Ya herî hêsan OPCW ya ku armanca avakirina wê astengkirina çekên kîmyewî ye îro di xalek pelt de disekine.”   ‘Ji ber berjewendiyan çav hatine girtin’   Çîro bi lêv kir hemû di vê êrişa qirêj de berjwendiyek xwe dibînin. Çîro axaftina xwe wiha da berdewamkirin: “Belê em qala bêdengiya wan dikin. Lewra ji mêj de jî li Kurdistanê ev çek hatin bikaranîn. Neteweyên Yekbûyî û herwiha Nato ya ku li pişta Tirkiyeyê di vê êrişî de berjwendiyên xwe dibînin û weke me got şirîk in. Bêyî wan ev yek pêk nehatiye. Bêdengiya pêkhateyek weke OPCW jî ji vê derdikeve holê. Em dibînin ku dema mijar dibe em, çawa qanûn jî pêk nayên. Lewra sûcê tê kirin sûcê OPCW ye jî. Ger rewş ev be pêwîst e em nemînin hêviya wijdanê kesekî. Îro pêwîst e em deng derbixin. Divê em li qadan bin û li hemberî vê qirkirinê bibin mertal. Divê em dest bi dest xwezaya xwe û mirovatiyê xilas bikin. Ji derveyî hinek pêkhate û partiyên siyasî em nikarin bêjin dengekî bi hêz derket. Ev cihê rexneyê ye.”   ‘Îxaneta PDK’ê nayê qebûlkirin’   Çîro helwesta PDK’ê jî nirxand û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “PDK ne tenê bê helwest e di heman demê de bêyî binixumîne dibe piştgir. Beriya niha demek kin rûpoşên ji bo gerîlayan hatine ji aliyê pêşmergeyan ve hatin desteserkirin. Ev jî di medyayê de parve kirin û weke diyarî bidin Tirkiyeyê şov pê kirin. Şandeyên ji bo lêkolînê hatine hemû hatin astengkirin. Em weke destkeftiyekê temaşeyî Başûrê Kurdistanê dikin. Lê mixabin statûya xwe naparêze û em dibînin îro di navxweyî de jî li hemberî aştîxwazan êrişekê didin meşandin. Xwe firotine dewleta tirk. Bi dehan, sedan serhildanên Kurdan çêbûn û ji ber îxaneta mîna vê şikestin jî. Ji ber rêxistinên weke PDK û mîna wê tenê berjewendiyên xwe fikirîn. Niha jî ji vê ders nehatin derxistin û îxaneta ku herî zêde zirarê dide me pêk tînin.”