'Tecrîda li ser girtiyan bi dawî bikin' 2022-11-02 09:09:34     WAN - Dîlşah Alkan bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê û da zanîn ku bila tecrîda li ser girtiyan bê bidawîkirin. Dilaşhê got ku tecrîd bandora xwe li ser ziman û çanda wan jî dike.     Jina bi navê Dîlşah Alkan da zanîn ku hevjînê wê Îbrahîm Alkan û kurê wê Serdar Alkan yên li girtîgeha Tîpa F ya Wanê girti ne rewşa tendirustiya wan nebaş e û got hem hevjîn hem kurê wê di alî tenduristiyê de pirsgisrêkên cidî dijîn. Dîlşahê wiha got: “Ji ber nexweşiya şekir çavê hevjînê min nabîne. Rewşa kurê min ji ya hevjînê min xerabtir bûye ew jî kor bûye.”   ‘Divê tecrîd bê rakirin’    Dîlşahê da zanîn ku Îbrahîm Alkan çar sal û nîv e girtî ye û gelek nexweşiyên wî hene û wiha daxuyand: “Hevjînê min nexweşê tansiyon, şekir ûdil e. Nayê dermanikirin. Li ser girtiyan  tecrîdek giran heye. Divê ev tecrîd bê rakirin. Kurê min Serdar jî çar meh e girtî ye. Wek hevjînê min kurê min jî nexweş e. Nexweşê şekir, tansiyon û  diyalîzê ye.”   ‘Edelet pêk nayê’   Dîlşahê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Div ji girtîgehan cenaze neyên derxistin. Divê girtiyên nexweş bên berdan û dermanirin. Divê girtiyên nexweş li malên xwe bin. Edelet nemaye. Her kes dibêje edelet lê edelet nameye û edalet pêk nayê.”   ‘Destên xwe bikşînin’   Dîlşahê  Aysel Tugluk a piştî tendirustiya wê têk çû hat berdan jî bi bîr xist û wiha bi lêv kir: “Aysel Tugluk çend sale girtî ye. Nexweşiya wê giran bûye. tiştek nayê bîra wê. Bêyî sûc girtî ye. Girtiyên nexweş ji ber girtî ne rewşa wan girantir dibe. Bila destê xwe ji ser girtiyên nexweş bikişînin.”   ‘Divê aştî û edelet pêk bê’   Dîlşahê wiha dawî lê anî: “Yekane daxwaza me aştî û azadî ye. Divê tecrîda li ser girtiyan rabe û edelet pêk bê. Tecrîda heyî li ser ziman û nasnameya me jî bandora xwe dike. Em zilmê li kesî nakin. Em mafê xwe dixwazin. Bila her kes azad bibe. Daxwaza me ev e.”